Karen Chandler: Amerîka ji ber belavbûna çekên neyasayî dilgiran e

Berpirsa Amerîkayê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Karen Chandlerê got, “Amerîka ji ber belavbûna çekên Îranê ya li nav komên çekdar ên neyasayî yên li Îraqê dilgiran e.”

Rêvebera Ofîsa Çekên Neyasayî û Qedexekirî ya Amerîkayê Karen Chandler bû mêhvana Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Karen Chandler ji Rûdawê re behsa mayîn, çekên neyasayî, komên çekdar ên li Îraqê û belavbûna çekên Îranê ya li Îraqê kir.

Chandlerê da zanîn ku Amerîka ji ber belavbûna çekên Îranê ya li Îraqê dilgiran e û li ser vê mijarê bi Hikûmeta Îraqê re dixebite.

Karen Chandlerê ragihand ku li Rojhilata Navîn qaçaxçîtiya çekan tê kirin.

Li gorî Chandlerê bi taybetî jî çekên Îranê yên ser milan hene û ew çek dikarin balafirên sivîl û balafirên şer jî bixin.

Karen Chandlerê li ser mayînên ku li Îraqê û Herêma Kurdistanê jî hatine çandin got:

“Bi rêya hevkarên xwe em wi cîhê ku mayîn lê hene diyar dikin û piştre wan mayînan ji nava wî erdî paqij dikin.

Dema paqijkirina mayînan xilas dibe jî em wî erdî didin xelkê.”

“Em bi Dezgeha Mayînan a Herêma Kurdistanê re dixebitin”

Li gorî gotina Karen Chandlerê, Amerîka ji bo xebata bi Dezgeha Mayînan a Herêma Kurdistanê re kêfxweş e.

Chandlerê li ser pêvajoya rakirina mayînên li Îraq û Herêma Kurdistanê got:

“Ya ku hevkarên me dikin ev e: Ew erkên taybet ji hikûmeta Îraqê û Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan a Herêma Kurdistanê werdigirin û erdekî diyar dikin da ku wî çawa paqij bikin.

Gelo ew erd ji bo jêrxana welat, yan ji bo zeviyên çandiniyê girîng e?

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan di destpêkê de erdê bimayîn destnîşan dike.

 Paşê hevkarên me derdikevin rê û dest bi paqijiyê dikin da ku careke din ji bo berjewendiyên xelkê were bikaranîn.”

“Çekên sermilan dikarin balafirên şer û yên sivîl bixin”

Karen Chandlerê li ser belavbûna çekên Komara Îslamî ya Îranê ya li Îraq û Rojhilata Navîn jî wiha got:

“Bê guman em dibin şahid ku çekên Îranê li cîhanê belav dibin.

Ev dilgiraniyeke pir cidî ye. Yek ji tiştên ku em pir bi dilgiranî dibînin ev e.

Bi gelemperî xelk jê re dibêje ‘mûşekên sermil’ an ‘sîstemên parastina hewayî yên mirovî’.

Ofîsa me ji bo karûbarê mûşekan me xwedî hêz e, em li vê ofîsê bi taybetî li ser wê dixebitin.

Em çawa dikarin rê li ber belavbûna wan çekan bigirin ku nekevin destên komên terorîst?

Muşekên wan ên ser milan dikarin balafirên sivîl û yên şer bixin xwarê.

Ji ber vê yekê em ji sala 2018an ve li gel Hikûmeta Îraqê dixebitin ji bo perwerdekirina wan da ku karibin van çekan nas bikin û rê li ber qaçaxçîtiya wan bigirin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *