Jîngeha Parka Neteweyî ya Munzurê hat paqijkirin

Li Parka Neteweyî ya Munzura bajarê Dêrsimê  beşdariya 300 kesî jîngeh hat paqijkirin

Li Parka Neteweyî ya Munzurê di çarçoveya “Roja Jîngehê ya Cîhanê” de bi beÅŸdariya 300 kesî ji jîngehê gileÅŸ hatin komkirin.

Ji navenda bajêr 300 kes bi otomobîlan çûn devere Miskîsaxê ya parka neteweyî.

Piştî amadekariyan beşdar bi ser koman dabeş bûn û dest bi komkirina kîsik, lastîk, kaxiz û şûşeyan kirin.

Bermayikên ku xistin nava kîsan de ji aliyê ekîbên şaredariyê ve hatin hildan.

Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu piştî çalakiyê anî ziman ku Parka Neteweyî ya Munzurê bi bedewiyên xwe hêjayî dîtinê ye.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *