Jîna Emînî û Îran!

Șeyhmus ÖZZENGIN

Jina Kurd ne li gor fesala cil û bergên îslamîstan e.

Hevîrê jina Kurd ji hevîrê mirovatî, azadî û rûmetê ye. Jîna Emînî ji bona van hêjayên xwe pêveberdarn neke û bi şêrane canê xwe kir bedel. Ev çend roje agirê ku Jîna Emînî vêxistîye li gund, bajar û navçeyên Kurdistanê û Îranê geş dibe.

Dîktatorîya îslamîstên Îran, ev çendîn sale bi zor û zilma xwe li ser jinê, li ser netewên din û mezheb û olên Îranê têt naskirin. Dîktatorîya îslamîstên şîe, bi qanûnên çêkirî, dixwaze jin û herkes li gor van qanûnan bijîn. Bi dîktatorîya xwe, şexsîyet, azadî û hebûna mirovî xistîye bin bandora xwe û bi perçiqandinê, îşkencê û kujtinê dixwaze Îran dîzayn bike. Ji bona berdewamîya rejîma îslamî, ev kar û kirinên dîktatorîya Îran her berdewame.
Bi qetilkirina Jîna Emînî re rêxistinên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê civîyan û daxûyanîyek hevbeş derxistin. Di daxûyanîyê de bang li Kurdistanê û hemû Îranîyan kirin ku girevgirtineke gelemperî bihonin û dest bi xwepêşandanan bikin.

Ev çend roje hejmarek berbiçav a girseyî ji Rojhilatê Kurdistanê bersîva bangewazîyê dan û daketin kolanan. Derîyê dikanan girtin û agirê azadîyê geş kirin. Ev bang li seranserê Îran belav bû.

Dîktatorîya Îslamîst ya Şîeyên Îran bi çekan êrîş anî ser xwepêşanderan. Heta niha 8 xwepêşander hatine qetilkirin û bi sedan birîndar hene. Xwepêşander, li hemû kuçên bajaran belav bûne û liber xwe didin.

Welatên wek Îran, İraq, Surîye û Tirkîye her karesatên sîstemên xwe bi van metodan vedişêrin û tehdîda xwe a dîktatorî bi rewşek olî, netewî tekez dikin, ku, piştgirîyê ji xwe û kirinên xwe re bibînin. Ev dewletên dîktator, hewl û daxwazên niştecîhan bi gotina „dijminên derve dest dirêjî nav me dikin“ re her kirinên xwe vedişêrin û xwe diparêzin. Ev veşartina kirinên dîktatorî ye.

“Dijminên me li welat alozî derxistin.”
Îran, ji damezirandina 1979 a “Dewleta İslamî” de, navê wê bi terora İslamî û dîktatorîya ser netew, pêkhateyên olî-mezhebî re li dinê deng veda û her ku çû jî, di herêmê de bi serkêşî ya tevgera Şîe, terorê û fundamantalîzmê ve hat nasîn.

Despêkê li ser welatên Roavayê Asya, wek Afganîstan, Pakistan têna xwe û bandora xwe zêdekir. Paşîyê dest dirêjî Rojhilata Naverast kir. İro wek dewlet; serkêşê terora Îslamî a Şîe ye. Ji Afganîstan bigere, heta Katar û Yemen vê terorê fînanse dike û bibandor dimeşîne. Navê Îran bi navê terora islamî û dîktatorîya sîstemî-îslamî re daketîye qada munaqeşê û her ku diçe tehdîda sîstema Îran, li herêma Naverast, li ser netewên nav Îran (Kurd, Belûcî-Bahtîyarî, Ereb û suneyên Faris) zêde dibe. Di Kurdistanê de, dewleta herî xwedî bibandorên neyênî-dîktatorî Îran e.

Dewleta Şîe a terorê; bi binpêkirina mafê mirovî, mafê jinê, bi qedexekirina tevgerên dij sîstemê û daxwazên netewên di bin bandora sîstema nîjadperest û kevneperest de; bi dardakirinê, bi tehdîda îşkence û kujtinê, terora sîstemê têt meşandin. Her nerazîbûnek li dij sîstemê bi cezayên giran û bi dardakirinê tên cezakirin. Rojê bidehan kes tên dardakirin. Li henber van tewanbaran qalibê gotina dadgehên Îran eşkere ye:
“Dijminên me alozî derxistin. Wan kesan pere, çek û sîxurên îstîxbaratê bikar anîn û alozî derxistin.”

Îran, bi geşkirina terora li Rojhilata Naverast û dorpêça aborî a Emerîka, ketîye bin qeyranek aborî û kefareta vê jî gelên Îran dide. Sîstem, heta qirikê ketîye nav gendelîyan. Butçe a ku ji organîzekirina terorê re têt xerckirin, bûye sebebê bêkarî û xîzanîyê. Tehdîda bêkarî û birçîbûnê her ku diçe bilind dibe. Sîstema îslamîst, kêmhateyên olî û mezhebî xistîye bin dîktatorîya xwe û li ser netewên heyî, wek Kurd, Belûcî, Bextîyarî û ereban ji bona van daxwazên jiyanê yên girsê veşêre û binpê bike, teror û bandora dewletê zêde dike.

Bi dû van pirsgirêkên netewî-demokratî re, bandora mezhebî jî li ser esasên peymana civakî sebebê hilweşandinê ne. Ji ber ku dewlet li ser esasên hevpeymana civakî a desthilatdarîya Farisên mezheba Şîe hatîye damezirandin û mezheba sunne û netewên din ji dervê vê peymanê tên hesibandin. Ji sunneyan re cammîya sunne û li gor qaîdeyên mezheba sunne îbadet qedexeye. Ev jî bandorek neyênî, mezin li ser civata mezheba Sunne çêdike, ku hejmara wan, ne di bin 20 milîyonan de ye. Ev jî ewe ku, di bin qaîdeyên olî de, ji azadîya ayînî mahrûm, mahkûmî mezheba Şîe bûne û bi şîeyan re li mabetên şîeyan mecbûrî karên ayînî bûne.

Serhildanên îran, ku bi gelemperî ev çend roje bê rawest dimeşin; rûbirûyî şîdeta terora sîstema Îran bûne. Kujtî û bi sedan birîndar û girtî hene.

Di qada navnetewî de dengek pir zeîf piştgirîyê dide xwepêşanderên Kurdistanê û Îranê. Raya giştî ya Kurd û siyaseta Kurd bêdenge. Tenê di medya civakî de dengek heye ku bandora wê zeîfe.

Bakur, Başûr û Roavayê Kurdistanê bêdenge. Ev jî ji malxerabîya bandora xerab tê. Rûhê netewî û niştimanî di astek xernab de ye û rolê xwe nalîze. Ev jî dibe sebebê bêxwedîtîya kurdan. Sîyaseta Kurd, di bin bandora dijminên Kurd û Kurdistanê de ye û bi îcaze kar dike.

21.09.2022

 

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published.