Beş: II
Mem û Zîn
II
JİMARTİNA NÎMETAN Û ŞİKİRKİRİNA Jİ XWEDÊ RA CAREKA DÎ Bİ AWAYÊ SALİXDAN Û RAKİRİNA PERDEYÊ Jİ BER KARÊN XWEDAYÎ DİGEL TEMAMKİRİNA Bİ DUALAVAYEKA KURT A KURDÎ
Ey ê ku şikirkirina ji te ra, cewher e jibo zimanan Ey ê ku bîranîna te ji dilan ra sîqal (biriqandin) e, wek dermanan
Ey yekê bêhevpar ê yekta
Ey heyîyê bêemsal û bêhevta
Ey ê ku tim heye, dê tim hebe û tune nabe
Ey rênumînê rîya rast ê ku tim heye û tune nabe
Ey afirandoxê erd û asîmanan
Ey afirandoxê hemî cin û însanan
Ax û firîşte û felek bi carek
hemî te afirandin, maşela û tebarek
Subhan ji te ra jibo hemî tiştên ku te anîne heyîyê
Te qenc û xweş kirîye, her çawa te ew anîne ronayîyê
Ey Xwedayê karbaş, tiştên ku te afirandine çi qas hene
her yek di cîyê xwe da ye, hemî lîyaqên cîyên xwe ne
Ev neh sedefên tijî mirarî (maddeyeka xemlê, gilor û pir birqok e)
mirarîyên sipî û birqoq (stêrên ronayî didin), û yên reş û tarî (stêrên ronayî nadin)
Her heftên wek mirarîyên gilover (heft stêr in, bi kurdî ´Termê Maxîrê´)
her şeş bergeh (rast, çep, pêş, paş, jor, jêr) û her çar goşeyên li ber
Her sê weledên ku pirr diwelidînin çêleyan
yanî ax û asîman digel mifteyan (belkî çerxa gera erdê û asîman e)
Lewhê Mehfûz (lewheya parastî) û qelem, erş û stêrên westayî
lawir û maden û ax û tiştên resîyayî
Te nîşan dan ev qas hunerên rûmetbilind
te peyda kirin ev qas tiştên xweşik û rind
Her yek ji wan te peyda kir ji tuneyîyê
te bê heyûla (Maddeya pêşîn e, gerdûn jê çêbûye) hemî afirandin û anîn heyîyê
*
Bi tevayî, çi tiştên paşîn û çi tiştên berîn
Bi kurtî, çi kesên xwedîîman û çi kesên bêdîn
Her yek ji te ra wisa bûye xuyangeh
tu di wan da veşirî, ew ji te ra bûne veşargeh
Bê rindîya te, ji wan ra tune çu hebûnek
Bê ronayîya te, ji wan ra tune çu xuyabûnek
Hîkmet ew e ku tu hem veşartî yî, hem eşkera yî
Qudret ew e ku tu hem hazir î û hem jî winda yî
Ji te ra tune çu cîgirtin, ji te ra tune çu cî
Lê belê te ew ji xwe ra wisa kirine cî
Goya (wek ku) hemî laşek in, tu jî gîyan î
goya hemî bajarek in, tu jî xan î
Rindîya te ye, xeml û xêza yaran
Dexesîya ji te ye, pêjna (his) ku tîne xîretê neyaran
Meyla te ku evîndaran dikişîne
Derdê te ye ku azar dide dilan û wan dêşîne
Te Şîrîn li Perwîz (şûyê- mêrê Şîrîn e, navê wî Xusro ye) kir şekir, te da wê ew şîrînî
û ji çavên Ferhad (evîndarê Şîrînê) te anîn histirên xwînî
Leyla, te kir bela li serê Mecnûnê dîn (Navê Mecnûn Qeys bûye)
Li ber Weysî, bi te stûxwar bû Ramîn (Xort û keçeka dildar bûne)
Yûsuf (Ûsif Pêxember) te çima nîşan da bi Zuleyxayê? (Xêzana serokwezîrê Misrê)
Wamiq te çawa gîhand Ezrayê? (Ew her du dildar bûne)
Şêxê ku pênc car çû hecê û li wir ket nava haziran
te ew dîn kir jibo keça kafiran (kitêba Feqîyê Teyran: Şêxê Sen´anî)
Kulîlka nîlufer, te nazdar kir
ew jî li Rojê te kirîdar (mişterî) kir
Ew bejnên bilind, te dan darên serwan (selw, sewl jî tên gotin)
û te bi belaya wan girêdan lingên tezerwan (teyrekî yabanî ye û evîndarê sewlê ye)
Tu yî ku te ji nava strîyan peyda kirin sordul
Tu yî ku te hezar qat gêj û bêhiş kirin bilbil
Tu yî ku te da sorgulan ew rengê xweş
Tu yî ku te da bilbilan ew dengê xweş
Te serê findan ronî kir bi şewqê (ronayî, pêtî)
Te firfirok talan kirin bi evîn û şewqê (daxwaz, hewes, dilbijî)
Te yarên evandî afirandin wisa dilkêş
Te evîndar jî bi wan gêj kirin hîştin derdkêş
Ev eşq û evîna di dilan da
ev zulf û zincîrên di milan da
ma te neafirandin li pêşberê hev
n hevta, û nedan hevberê hev!
Neynik, te çêkirin car bi car
û rindîya xwe di wan da te kir dîyar
Neynik te li pêşberê tûtîyan (papaxan) girt
Davik te li pêşberê kûvîyan vegirt
Ew dibêjin qey ew neynik av e
Ew dibêjin qey ew ayîn (resim, wêne) jî tav e
Nexşê te dibînin ew li ser avê
êdî xwe naparêzin ji davikê û avê
Kesên tî yên lênziwa, divên ava zelal
Tamik (xurekê ku di nava davikê da datînin) û davik bin jî, amanc in ji wan ra zulf û xal
Amanc ku amade bibe li pêş
dê hemî çavnêran ber bi xwe bibe, jibo wan bibe dilkêş
Tûtî, ma bi xwe şekir dirêjin!
Herçî dibihîzin, wî tiştî dibêjin
Wê amancê kurt dibînin ew Linggirêdayî dibin, gelek dimînin ew
Tu şah î amanca dilan, tu daxwaz î
Lê tu jî avarê dikî, kesê ku tu bixwazî
Herçî kesê ku tu bixwazî wî avarê bikî
tu lingê wî bi zulf u xalan girêdidî, jê ra davik çêdikî
Herçî kesê ku tu wî bînî ser rîya rast a ne xwar
û pê ra ragirî û jê ra bibî alîkar
tavil tu wî dibî meqamê kifşkirî yê dîyar
eger xizmetkar be jî tu wî dikî xwedîxizmetkar
*
Ey cenabê Xwedê, hêj ku Adem ji te ra nebiribû secde
te ew kir qiblegah û xwest ku jê ra bê birin secde
Îsa te çawa gîhand wî cîyê tewr bilind
Gelo te bi çi evand ew gîyanê qedirbilind?
Dersa ku te da Îdrîs Pêxember bi dîzî
elbet dê bi wê biçûya meqamê qudsî (bihişt) yê tijî pîrozî
Şeytanê reben ê ne cînayetkar
hingî ku tu jê ra bûbûyî qencîkar
Her roj ji te ra dikir hezar taet
Lewra te dabû wî hêz û taqet
Wî ji bil Xwedê ji kesek ra secde nekir, neda erdê serê xwe
Te ew vegerand û red kir ji ber derê xwe
Yek secdeyek nebir xeyn ji te ji kesekî dî ra
Qehra te ew mehkûm kir ji agirê ebedî ra
Bi kurtî, ji hîkmeta te haydar
maşela me nedît ferdekî jîndar
Zanînxwazên têgîhîştî yên xwedînasî
di heqê te da gotin ”me tu nenasî”
Xanî, di heqê te da bi nezanîya xwe
bi rastî ne dûr e ku avarê bibe ji rîya xwe
Ancax, eger Xwedê bibe piştgirê wî
yan jî Mustefa (yek ji navên Pêxember) bibe rêbirê wî
Xwedê, tu bi heqê Mustafa kî
tu Xanî di heqê xwe da serwext û şareza kî! (Mem û Zîn, r. 131- 143)