Ji ÎYÎ Partiyê îstifa kiribû: Ji bo dersên Kurdî bang kir

Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu ji bo dersên Kurdî yên bijarde bangî malbatên Kurd kir.

Serlêdanên ji bo dersên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) dê heta 12ê Sibata 2024an berdewam bikin.

Salîm Ensarîoglu li ser hesabê xwe yê Xê ji bo hilbijartina dersên Kurdî bangî malbatên Kurd kir.

“Ez ji gelê me rica dikim dersên Kirmanckî û Kurmancî hilbijêrin”

Ensarîoglu di banga xwe de got, “Windabûna ziman, wendabûna nasnameya miletekî ye” û berdewam kir:

“Li dibistanên me heyama duyem a perwerdeyê îro dest pê kir. Ez ji hemû zarok, malbat û mamosteyan re serkeftinê dixwazim.

Li polên 5-6-7-8an mafê zarokên me yê dersa bijarde ya Kurmancî û Kirmanckî heye.

Di sala 2023-2024an de pêvajoya dersên bijarde dest pê kir. Ez ji gelê me rica dikim dersên Kirmanckî û Kurmancî hilbijêrin.

“Em rê li ber tunebûna zimanê xwe bigirin”

Em zimanê xwe bêxwedî nehêlin. Bila zarokên me ji van dersan bêpar nemînin û em rê li ber tunebûna zimanê xwe bigirin.

Windabûna ziman, wendabûna nasnameya miletekî ye. Em bi rêya zarokên xwe rê li ber vê windabûnê bigirin.”

Ji ÎYÎ Partiyê îstifa kiribû

Salîm Ensarîoglu berê parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê bû lê ji ber bêrêziya li hemberî Şêx Seîd ji partiya xwe îstifa kiribû.

Piştî ku li Amedê bulwara bi navê Şêx Seîd bûbû rojev gelek kesan bêrêzî li Şêz Seîd kiribû.

Salîm Ensarîoglu li dijî van bêrêziyan daxuyinek dabû û li Şêx Seîd xwedî derketibû.

ÎYÎ Partiyê piştî vê daxuyaniyê ew sewqî disîplînê kiribû û Ensarîoglu jî 15 Kanûna Pêşîna 2023yan ji ÎYÎ Partiyê îstifa kiribû.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *