Ji bona xeterîya PKKê li Başûrê Kurdistanê dawî be û PKKê ji Kurdistanê derkeve qempenyaya me didomîne…

Dive her kurdperwerek ji vê qempenyayê re xwedî derkeve…

Wek tê zanîn PKKê roja ku wek rêxistineke operasyonel û li dijî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê bi destê dewletê hat ava kirin, pêşî li Bakûrê Kurdistanê, pişt re jî  li Başûrê Kurdistanê, li Rojhelatê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê bû tehlûke û xeterîyeke mezin.

PKKê li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê, li Rojhelata Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê li ser navê dewletên dagîrker û kolonyalîst çi xirabî kiriye, tê zanîn.  Bı dehsalan e ku ez û gelek nivîskarên Kurdistanê, sîyasetvan û rêxistinê Kurdistanê ev xirabiyên PKK dinivîsînin, tînin ser zimên.

Wek tê zanîn PKKê ji bona ku piştî Şerê Kendavê (Korfezê), Herêma Azad ya Kurdistanê ji holê rabe, bi daxwaz û bi piştgirîya çar dewletên dagîrker êrîş kir. Lewra dewletên dagîrker û kolonyalîst ji tirsa Emerîka û tifaqkarên Emerîkayê, nedikarî bi xwe êrişî Herêma Azad ya Kurdistanê bikin, PKKê bi kar anîn. Di encam wî şerî de 3500 pêşmergeyên delal ku di dilê kurdan de dijî hatin şehîd kirin.

Berîya ku Dewleta Federal ya Iraqê di sala 2005an de piştî rûxandina rejîma Baasê encama referandûmê bi makezagonê bê qebûl kirin, Rejîma Baasê-Seddam gelek gund xistibûn bin bandor û îşgala PKKê. Wek piştî salên 2011an çewa ku Rejîma Baasê ya Sûrîyeyê Kurdistan teslîmî PKK/PYDê kir. Pişt re jî PKKê li ser navê Baasê-Seddam wekaletea xwe domand. Li Qendîlê, li gelek gundan, li Maxmûrê cîwar bûn û dagîr kirin. Roj bi roj xetirtir bûn. Di êrîşa DEAŞê de piştî ku pêşmergeyan Şengal rizgar kirin, Şengal dagîr kirin.

Ew xeterî û dagîrkerîya wan, heta îro jî dom dike. Ew nahêlin ku gund ava bibin. Ji gumdîyan xerac digrin û wan dikujin. Zarokên wan direvînin, didin kûştin û dikujin.

Li hemberî ev xeterîya wan û ji bona ku ew ji Herêma federe ya Kurdistanê derkevin gaveke hat avêtin. Bi serpereştîya Neteweya Yekgirtî di navbera Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Federe ya Kurdistanê de Peymana Şengalê pêk hat. Emerîkayê û Yekîtîya Ewrûpayê jî, ji peymanê re piştgirî nîşan dan.

Peymana Şengal dibêje ku divê PKKê û Haşdî Şabîî ji Şengalê derkeve.

PKKê piştî peymanê har bû. Li dijî Herêma Ferdere ya Kurdistanê şer îlan kir.

Wê demê hemû kurd û em jî li vê xeterîyê û êrîşê bûn xwedîyê helwestê.

Ez jî di nav de, 400 rewşenbîr û sîyasetvan û nivîskar û hiqûqzane û karmendên  kurd di Deklerasyonekê de li hevdu kirin. Di deklerasyonê de rewşa PKKê analîz kirin, di encamê de daxwaz kirin ku

1- PKKê ji bona ku ji desthilatdarî, serwerî û dezgehên Kurdistanê re rêzgirtî be. Divê dest ji çek berde. Wek grubeke medenî jîyana xwe li Başûrê Kurdistanê bidomîne.

2- PKKê heger çek bernede, divê çekdarê xwe ji Herêma Federe ya Kurdistanê bikşîne, vegere bi Dewleta Tirk ve berember be.

3- Dema ku PKKê ev herdu daxwazan pêk nînbe, divê Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê PKKê wek rêxsitnieke neyasayî îlan bike. Gor wê li hemberî wan mûamele bike. Wan bigre, darizîne siza bike, heger li ber xwe dan wan bêdeng bike.

Me ev deklerasyon ji raya giştî ya Kurdistanê û Tirk re bi raya çapemenî diyar kir.

Di civîna çapemenî de, me dîyar kir ku emê biçin bi Meclîsa Kurdistanê, bi serokatîya Kurdistanê, bi Hikûmeta Kurdistanê, bi partîyên Kurdistanê, dezgehên sivîl yên Kuırdistanê, bi çapemenî re danûstandin bikin. Li pêş Meclîsa Kurdistanê jî, civîna çapemenî pêk bînin.

-BI MECLÎSÊ RE HEVDÎTIN: Ji bona ku serwerîya neteweya kurd û Kurdistanê ji aliyê Meclîsê de tê temsîl kirin, me di destpêkê de, bi Meclîsê re danûstandin kir. Danûstandina me gelek serkeftî bû. Me nêrînên xwe gelek bi zelalî, bi devkî diyar kir û me deklerasyona 400 kurdperwerî jî pêşkêş kir. Dîwana Meclîsê qiymeteke baş dan danûstandina me. Helwesta me wek piştgirîyek û rê ronîkirineke baş şîrove kirin. Di Şanda Meclîsê de berpirsîyarên Tirkmenan û Xiristîyanan hebûn. Wan di derbarê xeterîya PKKê de agahdarîyên baş dan. Berpirsiyarê Xiristiyanan dîyar kir ku gundên wan, ji PKKê re bûn alîkar, nûha jî 245 gundên wan di bin bandor û dagîrkerîya PKKê de ne.

Me di heman dem de li ser navê 400 kurdperweran,

-Bİ serokatîya Kurdistanê re hevdîtin,

-Bi hikûmeta Kurdistanê re hevdîtin,

-Bi partiyên Kurdistanê (Mekteba Siyasî ya PDKê û Buroya Pêwendîyên Derve,  Malbenda Hewlêrê ya YNKê, Goran, PK, Yekgirtiya îslamî ya kurdistanê) re hevdîtin,

– Bi dezgeha Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî re hevdîtin, pêk anî.

Me ji wan re jî, bi devkî û nivîskî nêrînên gelek vekirî û zelal anîn ser zimên, me pêşniyarên xwe pêşkêşî wan kir.

Me bi çapemenîya Kurdistanê re pêwendîyek xûrt li darxist. Rojnamevan û ajansên Tirkan jî beşdarî civîna me ya çapemenî bûn.

Di danûstandinan de bi piranî nerînên me hatin pejirandin.

Goran ne tê de, hemû rêxistinên Kurdistanê, PKKê li Kurdistanê xeter dibînin. Gelek aşkere diyar kirin ku PKKê bi her awayî zirar dide Herêma Federe ya Kurdistanê. Dixwazin ku pirsa PKKê çareser bibe.

Me tespît kir ku sebra Meclîsê, serokatîya Kurdistanê û Hikûmeta Kudistanê hatiye dawîyê.

Di piranîya partîyan de propaganda û manîpulasyona PKKê bandor çêkirîye. Bi awayekî tê dîyar kirin ku pirs, pirsa PDK-PKKê ye.

Em bi hişkî çûn ser vê nêrîn û teorîyê. Me diyar kir ku armanc, rûxandina Herêma Federe ya Kurdistanê ye.

Me diyar kir ku Divê hemû kurd vê yekê fahm bikin, bi hev re tevbigerin.

Dema ku bi hev re tevnegerîyan, dewletên dagîrker bi rêya PKKê gelek bi hêsanî dikare zirar bide we.

PKK-Ê li ber rûxandina Herêma Federe ya Kurdistanê, PDKê wek asteng dibîne. Loma divê hûn ji PDKê re piştgir bin.

Diyarbekîr, 27 Kasım 2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir