Ji bo Dêrsim Çewlig û Erzinganê hişyariya lezgîn a erdhejê

Erdnas Prof. Dr. Naci Gorur ji bo bajarên bakurê Kurdistanê Dêrsim, Çewlik û Erzinganê hiÅŸyariya erdhejê da û got, “RewÅŸ wek gotina ‘ziravê me qetiya’ ye” û dom kir:

“Me qala Marmarayê kiribû û me gotibû ‘ew ê li wê derê erdhejek çêbibe.’ Niha ez tiliya xwe digirim û dibêjim Dêrsim.”

“Du bajar li ser zemînÅŸkesta zindî dijîn”

Gorur axaftina xwe wiha dom kir: “Ez li Dêrsimê giriyam û ji bo balê bikêşim serê qîriyam. Bi saya parêzgarê Dêrsimê bi qasî ku min fêm kir dengê me bihîst, niha xebatên cidî dimeşînin. Wek zanyarên erdê pêşbîniyên me hene. Niha jî ya serekî zemînÅŸkesta Erzîngan û Çewligê ye. Bi gotineke din, du bajar li ser xêza zemînÅŸkesta zindî dijîn.”

Prof. Dr. Naci Gorur erdhejên Erzinganê yên salên 1939 û 1990an bi bir xist û got:

“Di navbera Erzîngan û Çewlikê de zemînÅŸkesta Yedîsuyê heye. Erdheja herî dawî di 1794an de bi mezinahiya 7,2’an pêk hat. Eger ez 250 sal li ser bixim. Nêzîkî îro dibe. Loma dema wê qediya ye. Yanî erdhejek dikare erdhejeke din pêk bîne. Erdhejên 6ê Sibatê rû dan. Dibe ku wan erdhejan enerjiyê veguheztibe vê derê. Weke dibêjin. Niha em dibînin ku heyama xeletiyê qediyaye, enerjî hatiye barkirin, erdhejên 6ê Sibatê enerjiyê veguheztine vê derê.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *