Birêz serok Mesûd Barzanî ev cara duyeme ku xwe ji bo serokatîyê namzet nîşan dide. Em hemû dizanin ku cara yekem Birêz Mesûd Barzanî ji alîyê parlementoya Kurdîstan ve hatibû hilbijartin. Lê belê niha cara yekem e ku serokêk Kurd daxwaz dike ku ji alîyê gel ve û bi dengê gel bê hilbijartin. Ev daxwaz li gor pîvanên demokrasîyê û raya gel jî daxwazek di cîh de ye.
Bi rastî pêwistîya gelê kurd û berjewendîyên gelemperî bi kesayetekî wekî birêz Barzanî heye. Jiyan û temenê serok Barzanî beşek dîroka gelê Kurd e. Mesûd Barzanî ji Mahabadê heta îro şahid û têkoşerê doza gelê Kurd e. Birêz Mesûd Barzanî di 16 salîya xwe de, tifinga xwe ku jê dirêjtir bû hilgirtîye milê xwe û derketîye serê çiya. Di hemû deman de bîrûbawerîya wî neşikestîye û her tim bi hêvîya serfirazî û azadî doza gelê xwe xwedî derketîye. Li hemberî tengasî û zordarîyan, li demên şikestina şoreşê de her tim xwe ji nûve amade kirîye û li doza xwe xwedî derketîye.
Berîya her tiştî divê em zanibin Mesûd Barzanî kî ye?
Bi kurtayî em li jiyannameya Serok Mesûd Barzanî binêrin da ku Mesûd Barzanî kî ye:
“Mesûd Barzanî di 16.8. 1946 an de li Mehabadê û di roja damezrandina PDKê de û di serdema Komara Mehabadê de ji dayik bûye.
Di sala 1947ê de malbeta Barzanî vegeriyaye başûrê Kurdîstanê, heta sala 1958 weke koçberên siyasî malbeta Barzanî li Bexda û Besreyê de dimîne.
Ji ber zilim û zordarîya dijmîn, ji ber peywendiyên siyasî yên malbatê ku bi Şoreşa Kurd re hebû Mesûd Barzanî nikaribûye mekteba xwe li Îraqê Bidomîne lewre di temena 16 saliya xwe de çek rakiriye û beşdarî refên Şoreşê bûye. (1962)
Di temena 20 saliya xwe de weke Dîplomatek beşdariya giftûgoyên navber Bexda û Kurdistanê bûye.(1970).
Di sala 1971ê de li Kongreya 8an de dibe endamê Meclisa PDKê.
Di sala 1975an de tevî Mamê xwe Îdrîs ji aliya bavê xwe de tên erkdar kirin taku carekedin Şoreşa Kurd organize bikin.( piştî peymana Cezayêrê), di 26. Gulana 1976ê de careke din dest bi Şoreşa Gulanê kiriye.
Ji sala 1976 heta 1979 li Amerîkayê jiyaye.
Di 8.1.1979 li Viyenayê rijîma Îraqê Hewl dide ku Barzanî teror bike.”
Di sala 1991ê de Serokatiya raperîna Kurd kiriye.
Di hemû deman de, birêz Barzanî Serokatiya heyeta Kurd ya ku bi Bexdayê re giftûgo dikir kiriye.
Di 12ê Temûza 2005ê de weke yekemîn Serokê Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Di sala 1965an de zewiciye û 8 zarokên vî hene; bilî zimanê Kurdî û Erebî bi zimanê Farsî û Îngilîzî jî dizane.
Belê, em hemû dizanin ku birêz Mesîd Barzanî, kurê serokê nemir Mele Mistefa Barzanî ye. Birazîyê Şêx Ebdulselam û şêx Ehmed Barzanî ye. Mesûd Barzanî xarzî û birarzîyê Qazî Mixemed, Şêx Sedî Pîran e. Xalanên wî ne Tirk in ne jî Faris in. Mam û xalên wî Kurd in, ji ber vê yekê ew her tim amadeye bibe xizmetkarê gelê Kurd.
Ne hewceye ku em pesnê Birêz Mesûd Barzanî bidin. Lewra tû pêwîstîyek ewha jî tune ye û kurte jiyana birêz Mesûd Barzanî her tiştî radixe ber çawan! Heta niha serok Barzanî daye îspatkirin ku, ji bo pir dengî û pir rengî; ji bo hîssên netewî, ji bo yekîtîya gelê Kurd û berjewendîyên Kurdewarî hewl daye. Berjewendîyên gelê Kurd li ser her tiştî girtîye. Bi rabûn û rûniştina xwe, bi şal û şapikê xwe li her derî rengê Kurdewarî yê nîşanî dost û dijmînan daye. Birêz Mesûd Barzanî bi dil germîya xwe , bi nefs biçûkîya xwe û pêşmergetîya xwe sembolê Kurdewarîyê ye.
Îro li başûrê Kurdîstanê aştî, aramî û azadî hebe di vir de rola Serok Barzanî ne kêm e. Piştî şerê xwekujî îro di navbera KDP û YNK de îtifaq hebe ev berhema serok Mesûd Barzanî û serok komar birêz Celal Talabanî ye. Ji bo pêşerojê, ji bo rojên azad pêwîstîya gelê Kurd bi Kek Mesûd û Mam Celal heye. İtifaqa di navbera YNK û PDK ê de pêk hatîye li gor dîtinên min gellek dîrokîye. Ji ber vê yekê lîsta Kurdîstanî berjewendî û garantîya dest girtîyên gelê Kurd e.
Wek tê zanîn li başûrê Kurdîstanê gellek rêxistin û partî di bin navê cûda de îtifaq kirine û bi rengên xwe bi dengên xwe lîstê xwe ava kirine û beşdarî hilbijartinan dibin. Gava ku em li alîgerên lîstan dinêhêrin du xet xuya dibin . Li alîyekî xeta Kurdîstanî li alîyê din jî, li gor berjewendîyên hizbî, kesayetî û olî itifaq sazbûne. Wek her Kurdekî welatparêz daxwaz û hêvîyên me ew e ku berjewendîyên gelê Kurd bi ser bikeve. Dengê me, rengê me her tim Kurdewarîyê û qibla me Kurdîstanî ye.
Ji bo berendamî serokatîyê ji bilî birêz Barzanî li gor pivanên demokrasî û pir dengîyê 3 kesayetên din jî berandamin. Raman û dîtinên wan ku bi qasî çapemenîyê de çîh girtî ye tiştekî mirov têr bike tune ye. Em dibînin ku ew camêrên hanê bê proje û bê bername propaganda xwe li ser rexnekirina birêz Mesûd Barzanî ava kirine. Lê rastî her tim tale, tûje û wek tîrêjên rojê her tiştî, radixe ber çawên mirovan. Mirov nikar e ji rastîyê bi reve. Bibe nebe wê rojekî rastî bi pêsîra mirov bigre û jê hesab bipirse. Em hemû dizanin ku ew kesên her tim ji rastîyê direvin piranî ew kesên nezan û bêbawerîne. Ne bi xwe ne jî bi derûdora xwe bawerin. Xetên wan yên sor wekî benîşte. Tu kuda biqşînî li dû te tê, pîvanek wan heye ew jî li gor berjewendîyên şexsî dimeşe, raman û ditinên wan wek barana biharêye. Ji ber vê yekê hewce nake mirov di nav berendaman de muqayese jî bike.
Îro li beşekî welatê me jiyanaek azad, axek azad heye. Ala rengîn li ser wî perçeyî hatîye hildan û şêwanekî azad dibiriqe. Ji bo hêvîyên mezin, ji bo xewnên pêşerojê hilbijartina serokê başûr ne tenê ji bo başûr girînge! Ji bo hemû perçên Kurdîstanê serokatîyek Kurdewarî pêwîste. Ji ber wan sedeman tu alternatîfê birêz Mesûd Barzanî tune ye. Birêz Barzanî bi têkoşerîya xwe, bi xebata xwe ye sîyasî û dîplomasî; bi pêşmergetî û kesayetîya bilind di dilê gelê Kurd e cîhekî taybet girtîye.
Ji bo pêşerojê, ji bo hêvî û armancên Kurd û Kurdîstanê; divê pêşmerge, têkoşer, sîyasetmedar birêz Mesûd Barzanî carek din postê serokatî ye di vê hilbijartinê de bigre û rûpelên dîrokê bi xebatên xwe yên giranbuha bixemlîne û binexşîne! Ji niha ve serfirazî û pîrozbahî ji bo Lîsteya Kurdîstanî û ji bo birêz Mesûd BARZANÎ re…
18 :07:2009