JI BO AZADÎYÊ, HIŞMENDÎYA NETEWÎ PÊWÎST E

Cano AMEDÎ

Di demsalên têkçûn û qeyranên sîyasî de, hewce nake ku mirov saraf be an jî pisporê karekî civaknasî be; di pêvajoyên xirab de, menfeet an berjewendîyên şexsî eyarê herkesî radixe ber çavan. Ji ber wê yekê jî pêwîstî bi xwendineke cuda, bi aqilekî hevpar û bi hişmendîyek nû heye. Pêwîstî bi aqilekî damezrêner heye. Bi hişmendî û helwestên kevin, bi berçavkên îdeolojîk û bi kodên dema şerê sar, xwendina sîyaseta dinyê, şîrovekirina konjonktorê ji rastîya îroyin dûr e!

Li gorî şert û mercên demê, li gorî pêwîstîyên konjonkturê divê rê û rêbazên têkoşînê bersîvdar bin. Pêwîstîya civatê bi stratejîyek netewî û bi sîyasetek guncav, bi reorganîzasyonek nûjen û sivîl heye. Derhêner, aktor, lîstîkvan û temaşvanên pêvajoyê, gava ku di nav lêgerîn an di nav hewldanên çareserîyê de bin, an jî li hemberî problemên civakî û dagirkerîyê pêwîstîya lêgerîna dermanê çareserîyê his bikin; divê li pey bersîvên pirsên xwe, li pey şopa çareserîyê bimeşin, rê û rêbazên nû peyda bikin.

Di nav civatê de, di jîyana rojane de, li qadên têkoşînê an di demên qeyranên civakî û sîyasî de, “nexweşîyên” cuda derdikevin pêş. Gava pêlên aşît û bahozên civakî destpê dikin, ew kesên ku di navbera “mizgeft û dêrê” de bê biryar in an jî dîlê tirsa xwe ne, her tim dixwazin li ser mêrgên berjewendîyên kesayetî biçêrin. Karakterê gilî û gazinan weke kirasekî parastinê lixwe dikin û li hemberî neynikê disekinin û pesnê xwe didin, ji bilî xwe û sîya xwe, weke teyrokên biharê dest bi çîrokên xwe dikin. Ger civata der dora wan li gorî dile wan be, weke pêlên barana “çilesrî” ji nişka ve dest bi rexneyên tawanbarî û heqeratan dikin, ji bo bala civatê bikşînin xwe dispêrin bendergehên ewlehîyê, bi benê mexdûrîyetê çîrokan bi çîrokan ve girêdidin. Hemû plansazî û armanca wan ewe ku stratejîya xweparastinê bi hêz bikin û rexneyên derbarê xwe de bi sînor bikin.

Di heman deman de li der dora xwe çend “peyayên” çepikvan û çend “şahidên” xapînok weke alîkar hildibijêrin, erk û karên wan kesan ew e ku bi “wusa ye”, an “newusa ye”, serê xwe bihêjînin. Rastîya demê, rastîya civatê, rastîya dinyê ji bo wan ne girîng e! Ji bo wan kesan armanca esasî, wê çawa bibin xwedî “kursîyekî çermê xezalan.” Doza netewî, “berjewendîyên giştî ji bo wan pêlikên sîyasetê ne. Ji bo berjewendîyên şexsî alav û armancan tevlîhev dikin, cîh diguherînin, li ser hesabê desthilatdaran, “taxa xwe” kontrol dikin.  

Sîstema dagirkerîyê, ji bo geşkirina demsalên bi vî rengî her tim derîyê mêrga berjewendîyên şexsî vekirî dihêle. Kom û kozikên mafya, simsarên qaçaxçîtîya mirovan, navbêncî û şopgêrên îhaleyan, berdestên sîstemê, wêneyên jiyanê, li gorî berdewamîya sîstemê radixin ber çavan. Sîstem li gorî berjewendîyên xwe, wan “nêçîrvanên” ku ber endamên nêçîrê ne, li bêjingê dixe. Li gorî berjewendîyên sîstemê baş û xiraban ji hev cihê dike!

Sîstema dagirgerîyê, tu carî naxwaza hişmendîya netewî, şiûra mîllî, pêlên berjewendîyên netewî derkevin pêş. Herdem çîrokên kesayetên “biserketî” derdixe pêş û rê li ber pêşbirkên şexsî vedike yên “serketî” derdixe pêş. Rê li ber çîrokên “kî keştîya xwe bi meşîne, kaptanê Deryayê ew e’’, vedike. Bi rêya têkilîyên “tarî” rojeva civatê di jahrîne. Sîstem, bi rêya pêwendîyên berjewendîyên şexsî, di nav civatê de, di nav qadên sîyasetê de, weke şaxên leflefokê, têkilîyên xwe serast dike, kodên sîyasetê tayîn dike û bi têkilîyên neyînî hawirdorê dorpeç dike.

Di kûrahîya salên derbasbûyî de, jîyan û tecrubeyên ku em şahidîya wan rojan dikin, pirî caran daye îspatkirin ku, “kurmê darê ne ji darê be, dar zûbizû narize.” Îro jî sedemên lawazbûna sîyaseta netewî bi giranî ji “hundur”e! Qadro û sîmsarên dorpêçkirinê, rê nadin ku cuhên tevgera millî di rûbarekî de biherikin. Tecrubeyên jiyanê daye îspat kirin, ku heta desthilatdarîya dagirkerîyê bidome, wê rih û karekterê Beko Ewan di nav refên tevgera mîllî de ji xwe re bingeha “hêlîna fesadî û xirabîyan” saz bike.

Ji ber ku xeta netewî bêrêxistin û lawaz be, Beko Ewanên hemdemî ji çil salî zêdetir e li sere kanîyên kom û kozikan, konê xwe danîne û rêgahên têkoşîna netewî ji bo post û xeyalên xwe xetimandine. Ji bo nûjenkirinê rê û rêbazên nû, xwendin û şîroveyên nû, metod û stratejîyên nû bi berdewamîya têkoşînek domdar dibe.

Pêwîstî bi xwendinek cuda, bi nîrxandinek hevbeş û bi stratejîyek netewî heye. Mifte û kilîda vê pirsgirêkê jî di nîrxandina têkoşîna dused salên dawî de ye. Bi taybetî ev sed salên dawîyê, li bakûrê Kurdistanê pirsgirêka têkoşîna netewî weke girêka kor li benda şûrê doza mîlî ye. Divê hemû alîyên doza netewî li ser bingehek netewî, li ser xalên bingehîn, di çerçewa îlke û prensîbên mîllî de, ji bo mafên statuyeke sîyasî, cografîk, milî tevbigerin, sîyasetê ji nû ve dîzayin bikin. Reçete û dermanê vê birînê jî xurtkirina hişmendîya netewî ye. Wê ev hişmendî rêgehên têkoşînek hevbeş derxe pêş û wê pêwîstîya tifaqên Kurdistanî li ser hêzên sîyasî û civata Kurdistanê ferz bike. Ji bo wî jî divê herkes hewşa xwe ji Beko Ewanên fesad paqij bike û aqûbeta nav malê xurt bike, bi dost û hevalên xwe re “Gula kurdistanê” bîhn bike û bimeşe!

22.05.2024

Cano Amedî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *