Jan Dost Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê boykot dike: Heqaret li Kurdî tê kirin

Nivîskar Jan Dost, Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê boykot dike û dê beşdarî semînera ji bo wî hatiye veqetandin nebe.

Nivîskarê Kurd ê ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê Jan Dost, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê boykot dike.

Jan Dost amaje bi wê yekê kir ku rêveberiya pêşangehê giringî bi zimanê Kurdî nedaye û di pêşangehê de Erebî serdest e.

“Rêveberîya pêşangehê zimanê Kurdî wekî zimanê duyem nîşan dide”

Jan Dost di peyama xwe ya bi sernavê “Ragihandina boykotkirina Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê” de wiha nivîsiye:

“Divabû ez beşdarî semînerekê derbarê zimanê biyanî û nivîsîna pê, bibama.

Lê ji ber ku rêveberîya pêşangehê zimanê Kurdî wekî zimanê duyem nîşan dide, ez vê çalakiyê û hemû çalakiyên din boykot dikim.”

Bêjerê Rûdawê Dilbixwîn Dara jî da zanîn ku Jan Dost ji ber ku navê Kurdistanê li ser tabeleyan nîne û tenê navê Îraqê heye û zimanê Kurdî wekî zimanê duyem e, rêveberiya pêşangehê rexne kiriye.

Dilbixwîn Dara herwiha eşkere kir ku ji ber wan rexneyan berpirsekî pêşangehê bi zimanekî tehl gotinên nexweş ji Jan Dost re gotine.

“Girêbesta bi Dezgeha El-Medayê re hatiye îmzekirin şaş e”

Jan Dost derbarê mijarê ji Rûdawê re jî axivî û têkildarî birêvebirina pêşangehê got:

“Di navbera Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê û Dezgeha El-Meda ya Erebî de sala 2009an ji bo lidarxistina Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê girêbestek hat îmzekirin.

Ew girêbest mixabin bi zimanê Erebî, di navbera wezîrê yê demê Felakedîn Kakeyî û Serokê Dezgeha El-Medayê Fixrî Kerîm de hatiye îmzekirin.

Ev girêbest ne zelal e çimkî nabêje dê kengî biqede.

Pêwîst bû bihata eşkerekirin ku ew girêst dê kengî bi qede da ku derfeta Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê çêbibe wê dezgehê biguherîne.”

“Zimanê Kurdî pîroz e û divê were parastin”

Jan Dost amaje bi wê yekê jî kir ku ew herçend hinek caran bi zimanê Erebî berhemên xwe dinivîse lê zimanê Kurdî li ba wî pîroz e û divê were parastin.

Jan Dost tekez kir ku ew dê heta dawiya jiyana xwe bi Kurdî binivîse û got:

“Ev çend salên li pêşangehê ne dîmenekî Kurdistanê heye û ne zimanê Kurdî serdest e û Kurdî tim di bin zimanê Erebî de ye.

Ev yek nabe, ji ber ku em li Herêma Kurdistanê ne û zimanê fermî yê yekem Kurdî ye, divê li wir jî zimanê yekem Kurdî be.

Wekî min got divê di aliyê şeklî de zimanê Kurdî berz û bi xeta stûr ba û zimanê Erebî jî li jêr heba.”

“Zimanê Kurdî sivik dikin”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Jan Dost ji ber vê yekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rexne kir û got:

“Pêwîst nedikir em vê bikin mijareke ya raya giştî lê çima siyasetmedarên me û hikûmeta Kurdistanê li hemberî vê yekê çavên xwe digirin.

Ez vê yekê wekî sivikkirina zimanê Kurdî dibînim.

Xala din jî dema min li ser Facebooka xwe rexneyeke biçûk nivîsî, yek ji rêvebirên Dar El Medayê di dema ahenga îmzekirina pirtûka min de hat bi awayekî tund bi min re axivî.

Ji min re got ku te çima wisa nivîsandiye, min jî got ku ez ji bo zimanê Kurdî dinivîsim û min rexneyeke biçûk kiriye.

Min got ku ev tişt li welatekî ku navê wî Kurdistan e nayê qebûlkirin.”

“Divê pêşangeh Kurdistanî be”

Derbarê nasnemaya Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê jî Jan Dost nerazîbûna xwe nîşan da û got:

“Divê ev pêşangeheke Kurdistanî be ne ku pêşangeheke Erebî.

Dema dibêjin pêşangeheke navdewletî ew jî nerast e ji ber ku Erebî ye.

Wekî pêşangeheke welatên Ereban e. Navekî mezin lê hatiye kirin lê şaş e, bêhtir pêşangeheke Îraqî û Erebî ye û hinek weşanxaneyên Herêma Kurdistanê di nav de cihê xwe girtiye.

Divê pêşangeh xwerû bi Kurdî be û yên din ne lazim in.

22 dewletên Ereban hene û ji bo pêşketina zimanê Erebî her yekê salê 2-3 pêşangehan li dar dixin.

Xizmeta çand û zimanê Erebî welatên wan bes in.”

“Divê piştevaniya weşanxaneyên perçeyên din ên Kurdistanê bê kirin”

Jan Dost herî dawî xwest ku piştevaniya weşanxaneyên perçeyên din ên Kurdistanê bêne kirin û got:

“Minak weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê ji ber nedana vîzeyê nekarine bên. Tenê Weşanxaneya Neqişê hatiye.

Herwiha wêşanxaneyên Bakurê Kurdistanê jî di anîna pirtûkan de rastî gelekî zehmetiyan hatine.

Ji bo ew zerer nekin divê stand ji wan re belaş be. Li her welatê cîhanê ev yek ji bo pêşxistina çand û ziman tê kirin.” 

16emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê 17ê Nîsanê dest pê kir û dê heta 27ê mehê berdewam bike.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *