Îro li parêzgeha Mesqetê ya Umanê merasîma belavkirina xelata wergerê ya Beyt el Xeşşam û Dar Ereb bi rê ve çû.
Wezîrê Ragihandinê yê Umanê jî beşdarî merasîmê bû.
Di merasîmê de, romana nivîskarê Kurd Jan Dost a bi navê “Korîdor” jî hêjayî xelatê hat dîtin.
Romana Jan Dost, behsa dagirkirina herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike.
Romana Korîdor a ku bi Erebî hatiye nivîsîn, wergêrî Kurmancî û Soranî jî hatiye kirin.
Niha pirtûk ji aliyê wergêra navdar a ji Brîtanyayê Dr. Marlin Booth ve wergêrî zimanê Înglîzî tê kirin.
Jan Dost beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.
Roman behsa dagirkirina Efrînê dike
Jan Dost diyar kir ku merasîm ji aliyê saziyên çandî yên bi navê Beyt el Xeşşam û Dar Ereb ve cara yekem e tê lidarxistin.
Dost behsa naveroka romana xwe ya ku xelat wergirtiye kir:
“Min 4 roman hene ku behsa şerê li Sûriye û Kurdistana li Sûriyeyê dikin. Korîdor jî behsa dagirkirina Efrînê dike.
Dewleta Tirk bi çeteyên ku ji Îdlîbê û cihên din anîbûn êrişî Efrînê kir.
Gelê Kurd ji mal û milkên xwe hatin qewitandin û li malên wan malbatên Ereb hatin bicihkirin.
Bi rastî jî guherîneke demografîk a mezin çêbû.
Roman bi awayekî surreaslîst û fantaziyê hatiye nivîsîn û kareketerê sereke yê romanê jî zarokek bi navê Kamûran e û ew behsa trajediya heyî dike.”
Nivîskarê Kurd li ser wergera bi Îngilîzî jî wiha got:
“Ez kêfxweş im ku romaneke bi vî rengî wergerî zimanê Înglîzî tê kirin. Ev jî dê balê bikişîne li ser rewşa Kurdên Rojava. Çi li Kobaniyê, çi li Amûdê û li Efrînê bin.
Romaneke min a din jî bi zimanê Înglîzî tê wergêrkirin û min bixwe jî kiriye Kurmancî.”
Jan Dost diyar kir ku wî wergêra Înglîz ya navdar Dr. Marlin Booth li Dubayiyê di çalakiyek a nivîskaran de nas kiriye û wiha behs kir:
“Min pirtûka xwe pêşkêş kir. Wê jî piştî çend rojan maîlek ji min re şand û got ez dixwazim pirtûka te wergêrînim Înglîzî.
Mixabin wergêra navdar, ji ber nexweşiyê nekarî beşdarî merasîmê bibe.”
“Ez dixwazim meşa Barzaniyê nemir a ber bi Sovyetê ve binivîsim”
Jan dost diyar kir ku 2 projeyên din jî li ber destê wî ne û wiha got:
“Eger ku min wan qedand êdî ez nenivîsim jî ne li xema min e.
Yek ji wan ez dixwazim meşa Barzaniyê nemir (Mele Mistefa Barzanî) a ber bi çemê Aras û Yekitiya Sovyeta berê ve bikim roman. Min hinek nivîsiye.
Ev meşeke hêjaye lê nebû mijara film an pirtûkan. Ew 500 kesên ku bi Barzanî re bûn, her yek romanek e.
Çuyîna wan a Sovyetê, di sirguniyê de man, girtî man. Zewaca wan pêşmergeyan a bi jinên Sovyetê re, gera wan ev hemû bi rastî destan e.
Ev destan jî ne kêmî Odeyssyos, Homeros e, ne kêmî destanên mezin ên cîhanê ne.
Mixabin pênûsa me tune ye û em piştgirî nadin projeyên bi vî rengî.”
Rûdaw