Li gorî çavkaniyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) droneke artêşa Îsraîlê li parêzgeha Quneytirayê ya başûrê Sûriyeyê êrişî karwanekî Hêzên Tehrîr El Şamê (HTŞ) kir û di êrişê de 3 kes hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye ragihand ku droneke Îsraîlê li gundê Xadîr El Bustanê yê parêzgeha El Quneytirayê ya Sûriyeyê êrişî karwanekî leşkerî yê Îdareya Operasyonên Leşkerî ya di bin banê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) de kir.
Di êrişê de 3 kes hatine kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku êriş di dema operasyona HTŞyê ya lêgerîna çekan di malên sivîlan de pêk hatiye.
SOHRê da zanîn ku 13ê Kanûna Paşîn balafirên şer ên Îsraîlê êrişî xala di navbera Metreba û gundewarê Himsê de kiriye.
Rûdaw