Îsraîlê bersiv da Erdogan

Wezareta Karên Derve ya ÃŽsraîlê bersiv da Erdogan û got: “Aktora emperyalîst û êriÅŸkar, Tirkiye bixwe ye.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan îro di civîna koma partiya xwe de behsa liv û tevgerên Artêşa Îsraîlê yên li Sûriyeyê kir û got:

“Divê di serî de ÃŽsraîl hêzên ku êrişî axa Sûriyeyê û gelê wê dikin demildest dawî li van çalakiyên xwe yên êriÅŸkar bîne.

Berovajî vê yekê dê bandora encamên giran ên ku derdikevin hole ji bo her kesî ne baÅŸ be.”

Gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê karvedanên Tel Evîvê li peyxwe anîn.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê heman rojê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

“Aktora emperyalîst û êrîşkar Tirkiye bixwe ye”

Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku ew hemû daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê red dikin û got:

“Aktora emperyalîst a êriÅŸkar li Sûriyeyê (her wiha li Bakurê Qibrisê, Lîbya û deverên din ên Rojhilata Navîn) Tirkiye bi xwe ye û baÅŸtir e Serokkomarê Tirkiyeyê xwe ji gefên bêwate dûr bigire.

Dewleta ÃŽsraîlê dê ji bo parastina sînorên xwe ji her gefekê re li ser tevgera xwe berdewam bike.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *