Cîgirê Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê ya Karûbarên Navdewletî ragihand, Îranê ji Bexdayê xwestiye ku 38 kesên li Herêma Kurdistanê dijîn radestî wan bike.
Di çarçoveya darizandina endam û rêberên pilebilind ên rêxistina Mucahidên Gel, Cîgirê Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê ya Karûbarên Navdewletî Kazim Xerîb Abadî ragihand:
“Teror yek ji tawanên herî mezin e ku bi piştevaniya hejmarek welatên ku doza mafên mirovan dikin, tê encamdan.”
Cîgirê Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê ya Karûbarên Navdewletî Kazim Xerîb Abadî got:
“Komara Îslamî ya Îranê yek ji qurbaniyên herî mezin ê terorê ye. Ji ber terorê zêdetirî 23 hezar sivîlên bêguneh şehîd bûn.
Di nav wan de 17 hezar mirovên bêguneh bi destê rêxistina terorîst a bi navê rêxistina Mucahidên Gel şehîd bûn.”
“Di bin sîwana siyasî de tevdigerin”
Cîgirê Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê ya Karûbarên Navdewletî Kazim Xerîb Abadî anî ziman:
“Îran bi awayekî yasayî û dadwerî bi mijara terorê re mijûl dibe lê terorîst bi kiryarên xwe yên terorîstî di bin sîwana siyasî de tevdigerin û daxwaza mafên xwe dikin û erkê me ye ku niyeta wan a xirab eşkere bikin.
Divê bi rêya yasayê li ku dera cîhanê bin em daxwaza wan bikin û ji bo ku bên darizandin radestî dadgehan bikin.”
Kazim Xerîb Abadî diyar kir ku wan bi rêya Hikûmeta Îraqê daxwaza radestkirina 38 kesên daxwazkirî kirine ku “endamên rêxistina terorîst a cudaxwaz in” û xwe wek nûnerên gelê Kurd ê dilsoz didin nasîn û li Herêma Kurdistanê dijîn.”
Kazim Xerîb Abadî herwiha destnîşan kir, ji bo ku hincet ji bo radestkirina wan kesan nemînin, dadgehên Îranê biryara cezakirina wan daye û ev welat neçar dike yan wan radest bikin yan jî dersînor bikin.