Hunermend Ayfer Duzdaş Dibêje Wê bi Şivantîya Berxikan Dest bi Sitranan Kir

Hunermend Ayfer Duzdaş yek jî hunermenden serketî yên van salên dawî ye û ew di dilê hezkirîyên xwe de xwedîyê cîhekî hêja ye.

Her sitraneke wê di nav xwe de rengê dîrokeke kevnar, bingeheke civakzanîyê û kûrahîyeke gelêrî ya Kurdan jinûve vedijîne.

Duzdaş vê yekê bi zaroktîya xwe ve girêdide û yekser dema şivantîya xwe di ber çavên xwe re wek şerîda fîlmê jîyanê derbaz dike.

“Di zaroktîya xwe de diçûm ber berxikan. Ew ji bo min ewqas şîrîn dihatin ku min ji wan re sitran digot. Ew dem dîka min qada çêrîna berxikan bû û guhdarên min jî berxik bûn,” wê ji Dengê Amerîka re got.

Hunermend Duzdaş sala 1973’an li herêma Kurdan bajarê Sêwasê li devera Koçgîrîyê ji dayik bûye.

Koçgîrî di dîroka Kurdan de cîhekî girîng digire û bêtir bi serhildanên xwe tê zanîn.

Duzdaş ji ber erka bavê xwe bi malbatî li Sêwasê koçî Stenbolê dike. Li wir dibistana serekî û navendî xilas dike û demekê karê muhasebeyê jî dike, lê di dilê wê de gotina sitranan wek kelecaneke volkanê cîhê xwe diparêze.

Dayika wê bandoreke mezin li rêka wê ya hunermendîyê dike. Gava ew behsa dîya xwe dike bi kelecana dilekî perikî wiha dibêje.

“Dêya min mamostaya min e. Di bingeha sitranbêjîya min de jî dêya min heye. Jibo ku di şînên me de dêya min bi dengê xwe yê zîz û keser kûr distirî. Ew sitrîna wê ti gav di nav guh û vîna min de hinda nebû. Jibo min ew dêyeke newaze û mamostayeke bêhempaye ye.”

Rêya hunermend Duzdaş li Stenbolê di sala 1996’an de pêşî dikeve Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û dûre jî li Lîseya Pera ya Hunerê Cîwan dixwîne. Ev herdu cîh jî di nav hunera wê de perikîneke nû dide destpêkirin.

Vengê Sodirî û Koma Asmîn, li ser sitran û jiyanê wê rêyeke vikûvala yekser tije dike. Duzdaş, vê dema koman jibo xwe wek demeke geşbûnê dibîne:

“Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) jibo me dibistana herî serekî bû. Berî NÇM’ê jî min sitran digot, lê NÇM’ê di warê hunerê de nêrîna min bi tevahî guherand. Ew kom jî jibo min bûn bêjingên sitranan. Çi baş e çi nebaş min di wê demê de bêjand.”

Ayfer Duzdaş, xwe hinekî jî wek çerçî dibîne. Demekê çerçî gund bi gund digerîyan tişt difrotin û ji gundîyan tişt dikirîn.

Çerçîtîya Duzdaş jî li ser berhevkirina sitran, dîlok û şînan e. Ew gund bi gund digere li çi derê çi dibîne kom dike û li ser wan kar dike.

Heta niha 4 albûm pêk anîne û di nav van hemûyan de jî kilamên ku civandine, sitrîne. Albuma “Lêylan”, “Jinên Koçgîrî”, “Alevîyên Kurd”, “Erxûvan” ji van in. Ji 300’î zêdetir sitranan wek çerçîyekî gundê herêmê tomar kiriye û li ser van xebat kiriye.

“Ez xwe pir westayî dibînîm dixwazim ku hineke bêhna xwe vedim. Lê ew eşqa dilê min ya gund bi gund gerîn ti gav nahêle ku ez rawestim. Wisa dixuye ku ezê her gav westayî bim.”

Kurdbûn, Alevîbûn û jinbûn nasnameya Ayfer Duzdaş ya bingehîn e. Ew ji sitranên Kurdî çi gav veneqetîye, di naveroka sitranê wê de çanda Alevîbûnê cîhekî girîng digire, lê wek jinekê jî, ku di sitrana xwe de jî dîyar dike û dibêje, “Keçên Kurd Şervan In”. Ev sê tişt dikarin bêjin ku bingeha sitranê wê saz kiriye.

“Ez Kurd im û ev nasnameya min jibo min şanezîyeke pir mezin e. Lê ez Alevî me. Ev jî nasnameya min ya çandî ye, ez jin im, ev jî jibo min rengê afirandinê jîyanê ye.”

Sewtê Duzdaş ne bi zimanekê ye, ew bi hemû zaravên Kurdî disitre. Carna li Çîyayê Efrîn û Cudîyê Kurmancî, li Çîyayê Çewlik û Dersimê Zazakî, li Çîyayê Mihabet, Hewlêr û Silêmanî Soranî ye. Lê her çi disitre bila bisitre li ser bingeheke huner û estetîk wan di nû de saz dike û pêşkêşî hezkerên xwe dike.

EMBED SHARE
ED_12_05_2023_Hunermend_Ayfer_Duzdas
by Dengê Amerîka | VOA Kurmanji
EMBED SHARE
The code has been copied to your clipboard.


The URL has been copied to your clipboard
Li Facebook Belav Bike
Li Twitter Belav Bike
https://www.dengeamerika.com/a/ayfer-duzdas/7385553.html

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *