Hişmendîya dewleta tirk, E.Oktay Yildiran û Madimak

Xidir ÛSO

Di nava vê hefteyê de du bûyeran ji kûr de mejîyê min hejand!

Yek jê, li Buca Îzmîr`ê navê qatil û îşkencedarê zîndana Amedê li dibistanek sereta ya zarokên “tirk” kir!

Ya dudoya jî, dawa otêla Madimakê ku 33 hunermend û rewşenbîrên Elewîyan û du karker tê de ku li ber çavê leşker û polîsên dewletê hatibûn şewitandin, bêyî ku sûcdaran ceza bike, bi zanîn xistin ber borandina demê. Çimkî sûçdar, rêvebirên dewletê yên wê demê bi xwe bûn.

Ji alîkî de jî dewlet bi teskereya hukumetê û bi hênceta “trorîzmê”, her roj Başûr û Başûrê Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike. Di van bombebaranan de, bi piranî li ser cîh û warê sîvîl, şênîyên Kurdistanê wek gund, navçe û santralên elektrîk , wargehên av û neftê dikin armanc. Di van êrîşan de, bi giranî Kurdên bê guneh dikujin.

Gelo di navbêna hişmendîya dewleta tirk ya sed sal berê û niha de tu ferq û guhertin çêbûye!?

Dema li dijî gelê Kurd, vê dewleta êrîşên ku bi çekên modern dike û hîna jî sîyseta înkar, asîmîlasyon û tunekirînê dimeşîne, em dinêrin ku ev dewelet xwedî hişmendîyek ji du sed salî û hezar salî jî xerabtir û tahlûketir e! Gelo wê kengî dawî li vê barbarîyê bê?

Dema dewleta tirk li ser erda Enedol û Kurdistanê hat avakirin, miletekî tirk li ser van welatan tunebû; tenê yan wek leşker yan jî wek mihacir hebûn.

Piştî ku wek dagîrker, ji Balkan, Efrîqa û Erebîstan hatin qewirandin, bi têkçûna Alman re ew jî teslîmî Îngîlîz û Fransizan bûn; wan jî Enedol û Kurdistan bexşî wan kir. Piştre bi peymana Lozanê, qaşo wê mafê gel û cemaetên li Enedol û Kurdistanê  nasbikirana. Lê tirkan bi planê avakirina welatekî bi navê Turkîye ku ji yek miletekî, dest bi dagîrî, qetlîam, koçberkirin, bişaftin û dewşirandina gelan kir. Diviyabû gelên ne musluman bikin musliman û tirk; yên musluman jî bikin tirk. Lê heta niha, bi temamî bi ser neketin ku hemû Kurdan bikin tirk û hemû Elawîyan jî bikin musluman yan wan tune bikin. Loma li hemberî van herdu grupan ji bo tunekirina wan bername û planên nuh xistin rojeva xwe.

Şewitandina rewşenbîrên Elawîyên Kurd û tirk di otêla Madimak de û pelçiqandina Kurdan di zîndana Amedê de, destpêka planên wan yên nuh bû û ev pilan bi gelek rê û rêbazan berdewam dike.

Terbîyekirina Elawîyan, pêşî bi rêbazên Kemalîstan hat meşandin û Elawî tev kirin partîya Kemal û Îsmet. Yên mayî jî berê wan dan partîyên çepê bi navê Turkîyetî`yê û şoreşa komunîzmê Turkîyê pêkbînin ku gur û mîh bi hevre bijîn(!) Berê beşekî da qaşo partîyên Kurd, lê yên parastina Kemalîzmê û Turkîyevanîyê dikin. Lê ev têr nake, “divêt ne tenê bibin tirk, gerek bibin musluman jî!” Loma bi ferman û pilanên rêvebirên dewletê Elawîyên tirk û bi piranî yên Kurd li Mereşê, Meletê, Çorimê û Sêwazê hatin qetil kirin û şewitandin. Ev jî çavê wan bêtir tirsand û beşekî xwe bêtir nêzî Kemalîzmê yan nêzî Îslama dewleta tirk kirin.

Li alî dinjî ji bo Kurdan dafikên xwe vedan. Bi rêya sîxurên xwe yên li ser navê çepgîrî û rastgîrîyê, bi navê “rizgarî û şoreşa Kurdistanê” êrîşî rêxistin, êl û eşîrên Kurd dan kirin û Kurd xistin pêxîra hev û xwe bi xwe bi hev dan kuştin.

Dema ev jî têr nekir, bi derbeya leşkerî, bi giştî li dij gelê Kurd dest bi terora dewletê kir. Beşek ji welatperwerê Kurd yên neqane û gelek Kurdên ji rêzê ku têkelîya wan jî bi sîyasetê re tunebû, li zîndana Amedê civandin.

Bi fermana Sererkanîya Ordîya tirk, Komutanê Kolordîya Amedê Kemal Yamak û ekîba wî midûrê zîndanê Alaattin Bayar û amirê zîndanê Esad Oktay Yildiran, Ürteğmen Ali Osman Yıdırım dest bi îşkence, pelçiqandin û terbiyakirina Kurdan kirin.

Zêdetir ji  2000 Kurd, li zîndana Amedê, di îşkenceyên giran re derbas kir. Li dor 200 merivî  ji ber îşkenceyên giran bi kalas, şîş, dar û copan û ji ber çalakîyên dûvdirêj ketina rojiya birçîtî û ya mirinê, ji bo riswakirinê xwe şewitandinê seqet man. Zêdetir ji 200 merivî ji ber lêdan, stres, gemar, birîçîbûn û tîhbûnê, bi nexweşîyên derûnî û fîzîkî yên wek werem, pençeşêr û bêkêrbûna organan, pirrê wan di nav deh salan de mirin. Li dor 35 merivan bi îşkencê, rojîya mirinê, xwe şewitandin, xwe kuştinê jîyana xwe ji dest dan.

Esat Oktay Yildiran û ekîba wî, hefsa Amedê ya Tîpa-E bi navê 5 Nolî, li ser ruyê dunyayê kir zîndan û îşkencexaneyek bê hempa. Metodê îşkenceyên ku nedihat bîra zebanîyên Dojehê jî li hember me ceribandin. Îşkenceyên ku pê li şeref û xîreta mirovahîyê bikin pêk anîn.

Bi mirovekî pîsî bide xwarin, cop yan dar têke tabûta mirovekî, bi dev û rûyê mirovekî de bide mîstin, mirovekî ji organê wî bide daliqandin, yan bi rêya benekî çermê organekî bêt şeqitandin, bi mirovekî temamê hewşekê bêt alastin û çixareyên vêketî bi devê xwe bide hevdan, bi sedan mirovan li dûv hev serserî di koncala tuwaletê bêt dakirin; ev hinek ji şêweyên îşkenceyên subayê tirk yên Esad Oktay Yildiran e.

Esat Oktay Yildiran, ji dewleta xwe re ewqas xizmetek delal kirîye ku wî “şehîdê dewletê” îlan kirine, navê wî li dibistanek gundê Buca ya Îzmîr danîne.  Ev hişmendîya dewleta tirke ku navê hemû katil û îêkencedarên Kurdan ne tenê li dibistanan, li hemû Kurdistanê li rê, kolan park, qereqol kuçe û kolanan danîne.  26.12.2023

Xidir ÛSO

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *