Hilbijartinên Tirkîyê û rewşa kurdan

Hilbijartinên Tirkîyê û rewşa kurdan

B Baran

Pêwiste ku kurd ji nûve rewşa xwe zelal bikin û paşê ku karibin helwesta xwe rast deynin.

Di dawîya salên şêstî û di salên heftêyî de şoreşgerên kurdan û şoreşgerên tirkan li ser rewşa neteweya kurd û Kurdistanê qirik li hev qetandin.  Wan gengeşeeyan û berberîyan bi giranî li ser van çend xalên bingehîn bûn; Kurdistan mêtingehe ya na, Gereke kurd serbixwe rêxistin bin ya bi tirkan re bi rêxistin bin? Kurd neteweyeke ya na?

Encamê gengeşeyên dûr û dirêj, tevî dijberîyên giran ve kurdan rewşa xwe zelal kirin. Kurdistan welatek mêtingehe. Kurd neteweyeke pêwiste ji bona rizgarkirina xwe xweser birêxistn be. Rizgarbûna Kurdistanê bihêvîya guherîn û şoreşa Tirkîyê yanê mêtinkarê xwe ve nayê hîştin.

Tevayîya rêxistinên Kuristanî li ser vê bingehê avabûn, bi vê armancê ketin nav qada xebatê…

Piştî derba leşgerî ya faşîst ya 12 îlonê rêxistinên kurdan jî û yên tirkan jî têkçûn, bi giranî derketin derveyî welat… Çima, çawa weha bû pirsgirêkek dine ye û tim pêwistî bi gengeşekirina wê heye…

Lê kurd teslîmê rejîma mêtinkarîyê nebûn. Mixabin di destpêka salên notî de demajoya teslîmgirtina kurdan destpêkir.  Di wê demê de çend parlamenterên TBMM ku bi nijada xwe kurd bûn, li Parîsê beşdarê konferansek li ser kurdan  bûn. Ev bû egerê ku partîya wan (SODEP=CHP), wan ji partîyê bavêje. Wê demê Turgut Ozal pêşnîyarek ji van parlamenteran re bir; partîyek xwe avabikin.

Piştî vê buyerê van parlamenterên nijadkurd partîyek avakirin.

Lê tevî ku vê partîyê xwe partîyek Tirkîyê avakiiribû jî, tirkan wan wek partîyek pejirandin û bi wî hawî jî li hember wan helwest danîn.

Ji wê demê şûnda demajoya mêjîşûştina kurdan dest pêkir. Tevî ewçend zor û zordarîya ku ji avakirina vê dewletê ve li kurdan  hatibû kirin jî kurd teslîm nehatibûn girtin. Lê leyistik û pîlana vê carê gelek bi zanatî û hûrgilî hatibû amade kirin.

Wê her şev li televizyonek Tirkîyê bernameyên gengeşekirna li ser kurdan bihata amade kirin. Di her bernameyî de çend kesên nijadperestên tirk, çend kesên xwedêgiravî democrat û yek ji vê partîya ku parlamenterên kurdnijad avakirine li bernama gengeşekirina pirsa kurd bicivandana. Li ser anonsa bernameyê li her deverî kurdan jî hev agadar dikirin ku `îşev bernameya gengeşekirina pirsa kurd heye`.  Bi vî hawî piranîya kurdan li ber televîzyonan rêzdibûn!

Di bernameyan de senaryo yek bû:  wê tirkan êrîş bikira û biqêrîyana ser yê kurd û bi gotana; `hun partîyek kurdun û cudaxwazîyê dikin, Tirkîyê parçe dikin…` Kurdê belengaz di nav wan de wê xwe biçilmisanda û sond bixwara; `bi şeref, namûs, wele… em partîyek Tirkîyê ne û qet nîyet û daxwaza me ji Tirkîyê qetandin tune ye…`  Ev senaryo her êvar û bername dubare dihat nîşandan û bi salan dom kir. Her partîyek piştî demek dihat girtin lê di rêza vê projeyê de partîyek din dihat vekirin û senaryo her dom dikir.

Piştî girtina Abdullah Ocalan (1998) wî bi fermi dîyar kirk u ew xêrxwazê Tirkîyê ne û tim ji bona pêşketin çakîya Tirkîyê xebat kirîye û wê bike…  Ew projeya teslîmgrtina kurdan teva bû, bi carek ve PKK tevî giranîya sîyasetmedar û rewşenbîrên kurdan bûn dijê daxwaza serxwebûna Kurdistan û avakirina dewletek kurdî. Qada xebatê bû `demokratîzekirina Tirkîyê` Gotina mêtingeh, mêtinkarî û polîtîka dijmêtinkarî ji hole rabû..

Îro jî em gorîyê vê projeyê ne û bûne leyistikvanê vê projeya teslîmgirtina kurdan.

Ev meclis ji avabûna Tirkîyê heta niha li ser tunekirina gelan û taybet tunekirina neteweya kurd hatîye avakirin!

Ev meclis ne dîroka kurdan, ne jî hebûna kurdan nasnake û tune qebûlkirîye û tune qebûl dike!

Ew kesên ku çûne û diçin wê meclisê bi nasnama tirkbûnîyê diçin û li ser şeref û namûsa xwe sond duxwun ku wê di xizmeta yasa û dewlet û neteweya tirk de nin!

Wek nijadkurd jî tu demî nikarin pîvana guhertina yasayek herî bêpirs jî buguherînin!

Ji xwe ji bona serokkomarîyê pêwistîya gotinê jî nake!

Başe ev cîyê ku te nasnake, û tu nikarî bi nave xwe jî herî wê deverê, ji bona tu li wir bî tu gerek bi şeref namûsa xwe sonduxwî ku tuyê xizmetkarê neteweya Tirk bî! Ev gengeşe û ev berberî û ev qireqir jib o çi?

Ev tenê ji tiştekî re xizmet dike; berê kurdan tim li Enqerê be, ji pirsgirêkê netewebûnîya xwe dûrkevin û bi hêvîya rehma tirkan bin ku zordarîya li ser wan kêmtir bikin, ji vê kêmkirinê ji xizmetkarîya neteweya tirk re bi hezar minetî amade bin. Mêtingehî, mêtinkarî ma çi pê tê, û çi xeme ji xwe hêdî hêdî me li mala xwe jî KURDBÛNÎYA XWE; ZIMANÊ XWE JI BÎR KIRÎYE! ME ZAROKÊN XWE JÎ KIRINE TIRK! 4-6-2018

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir