Hilbijartinên Herêmî

Xidir Uso bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Ji salên 1970an heta niha, hin mînakên baş û xerab pêk hatin: hin Şaredarî, bi rêxistinî ketin destê welatperweran, tevlî ku bi hemû hêza xwe dewleta mêtinkar rêya wan birrî jî dîsa gelek fêda wan çêbû. Mînaka xerab jî sîyaseta bend û çahlan bû ku ji dêlva şaredarî ji gel û bajarên xwe re xizmetê bikin, mal û bajar tev dan hilweşandin!

Rojevakurd : Hilbijartinên herêmî di rewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?

Xidir Uso : Komara Tirk, piştî ku li ser kavilê Împaratorîya Osmanî xwe li gor sîstem û qanûnên Ewropa reorganîze kir û li Ankara meclîs û hukûmeta xwe ava kir. Her çend di Makezagona 1921 de şertên hilbijartinên herêmî tê bicîhkirin jî heta 1930 pêk naynin; ew jî heta salên 1950 li hinek bajaran û bi şêwazek antî demokratîk pêk tê.

Komara Tirk, hebûna gelê Kurd û welatê wî Kurdistan înkar kir, Kurdistan di warê leşkerî, siyasî û aborî ji nû ve dagîr kir, sazî û dezgehên xwe yên fermî li Kurdistanê bi cîh kir. Di nav saziyên dewleta kolonyal de, tenê şaredarî û meclîsên Şaredarîyan wek dezgehek demokratîk dihat xuyakirin. Lê ya rastî, ji xeynî hinek îstîsna, li Enedol û li Kurdistanê, li gund, bajar, bajarok û beldeyan bi giranî bi destnîşankirinên fermandar û rêvebirên îdarî û mulkî yên dewletê Serok Şaredar, muxtar û endamên meclîsan bûne berbijêr û hatine hilbijartin û bi hevre milet şêlandine û welat talan kirine!

Helbet ji bo neteweyek bindest wek ya Kurd ku hemû hebûn û rûmetên wê tê înkarkirin û merivên wê di bin zordarîyek dijwar de tê eciqandin, ev sazî û rêvebirîyên xwecîh ji bo pêşdexistina gund û bajaran, ji bo xwedî derketin û jîyandina ziman, çand û rûmetên netewî derfetek girîng bû! Helbet dewleta mêtinkar heta ku karibe rê nade/nedida vê yekê, lê civata Kurd ya bi rêxistin dikare/dikarîbû gelek fayde ji van sazîyan wergire..

Ji salên 1970an heta niha, hin mînakên baş û xerab pêk hatin: hin Şaredarî, bi rêxistinî ketin destê welatperweran, tevlî ku bi hemû hêza xwe dewleta mêtinkar rêya wan birrî jî dîsa gelek fêda wan çêbû. Mînaka xerab jî sîyaseta bend û çahlan bû ku ji dêlva şaredarî ji gel û bajarên xwe re xizmetê bikin, mal û bajar tev dan hilweşandin!

Gelê Kurd, di nava hêza dewletê û ya PKK’ê de hatîye eciqandin. Her du hêzan, civat bi şîdetê terorîze kirîye, ji hev perçe kirîye û bi xwe ve girêdaye! Hinek partiyên Kurd yan endamên partîyên Kurd yên ji salên 1970an dixebitin, dixwazin wek alternatîfek welatperwer xwe bi rêxistin bikin, lê ji ber nebûna rewşa demokratîk bêhêz û marjînal mane. Loma gel xwe mecbûr dibîne ku hilbijartina xwe, di nava du hêzan de bike!

Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?

Kurd di warê ziman, çand û civatî bi lez ji holê radibe! Êdî ji rizgarbûna Kurdistanê zêdetir, hebûn û nebûna cıvata Kurd ketîye xeterê! Tevgera Kurd kî ye û çiqas heye, divê bi hevkarî û yekîtî, xebata hilbijartinên herêmî, wek platformeke xwedî lê derketina hebûn û rûmetên cıvata Kurd bi kar bînin.

Êdî hatîye têgehîştin ku HDP/DDP/PKK, rûmet û hebûna cıvata Kurd ji bo wan ne girîng e; sîyaseta wan di xizmeta dewleta mêtinkar ya “unîter” de ye û tişta dijmin nikare bi dijminatî ji holê rake, ew wek xwediyê kurd ji holê radike! Loma yên xwe wek Kurd û “tevgera Kurd” dihesibîne, divê xwe alternatîfa HDP jî qebûl bike! Yê xwe Kurd an jî beşek ji tevgera Kurd bihesibîne û bi HDP/PKK re têkeve tifaqê, tenê gelê Kurd dixapîne!

Hinek aliyên Kurda ji niha ve kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawa dinirxînin û helwesta aliyên siyasî çawe dibînin?

Li gorî helwest û sîyaseta wê HDP, wek akp/chp/mhp, partîyek dewleta tirk e. Loma yên dengê xwe bidinê û pê re têkeve tifaqê, bi partîyek dewletê re dikeve tifaqê! Lê partî û aliyên siyasî wek Kurd ku di warê neteweyî de û bi parastina nîrxên neteweyî beşdarî vê hilbijartinê dibin, divê bi hev re tifaqê bikin, ger kî ji tifaqê bireve yan ne li gor berjewendiyên neteweyî tevbigere divê meriv dûrî wan here.

Hun pêkanîna Tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerek li ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî bê avakirin?

Kurd li kîjan perçeyê Kurdistanê bi hevkarî û yekîtî tevnegerin, tu demê wê nikaribin azad û rizgar bibin. Loma li her beşê Kurdistanê, tifaqeke Kurdistanî pêwîst e. Prensîpên tifaqa Kurdistanî, divê bi kêmanî yek ji mafê gelê Kurd yê federal, konfederal yan serbixwe bête parastin. Meriv dikare li bajarekî jî bi hinekan re tifaqê li ser berjewendiyên gelê wî bajarî yê jîyanewî bike! Lê divê vêya di xizmeta berjewendiyên hemû neteweyê de be…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *