Hilbijartin û rastîya Komara Tirk

Rojeva Kurdên Bakur carek din bi hilbijartinê Serokkomarî û hukumetê hatiye dagirtin. Berî em behsa wateya hilbijartinên Tirkî bikin, divê em karektera dewleta Tirk vekin.

Dewleta Tirk, li ser kavilê Împaratorîya Osmanî, ji alî elîtekî leşker û brokrat ku xwe wek Tirk bi nav dikirin, lê li ser xaka welatên ku Tirk di hindikayê de bû, bi darê zorê hat damezrandin. Vê dewletê, afirandina neteweyek bi navê Tirk ji xwe re kir armanc. Ev dewlet, ji bo neteweyek Tirk biafirîne, stratejîya ku civatên ne Musluman ji holê rake yan bike Musluman û Tirk, civatên mîna Kurdan jî bike Tirk, yan jî bi qirkirin û koçberkirinan ji xaka wî biqewirîne û tune bike.

Piştî qirkirina Ermenîyan, ji bo Rûm û Yahûdîyan jî baca hebûnê û mubadeleya nîjadan pêkanîn û Enedol ji ne muslumanan paqiş kirin.

Ji bo ku Kurd li welatê xwe Kurdistan di piranîyê de bû, heta rejîma Kemalîst, serwerîya xwe li ser Enedolê sazkir û hemû girêbest û peymanên navnetewî qedand, ji Kurdan re gotin: “em birayê hev ê musluman in, ev dewlet ya Kurd û Tirka ye!” Piştre dest bi dagîrîya Kurdistanê kirin; Kurdên berxwe dan jî bi qirkirin û koçberkirinan temirandin.

Ev elîta nîjadperst û barbar, piştî ku bi rêya partîya dewletê Partiya Komarî ya Gel (CHP) serwerîya xwe li ser xaka bi navê Turkîye pêkanî, ji bo di nav hêz û rêxistinên navdewletî de cîh bistîne, qaşo xwe wek dewletek demokratik rêbide, derbasî pir partîtîyê bû. Dema ku elîta brokratîk nerî ku wê dewlet ji kontrola wan derkeve û demokratîk bibe, kanûnên xwe binpê kirin û dest bi derbeyên leşkerî û şîdetê kirin. Elîta ku Komara Tirk di dest xwe de digire, xwe xwedîyê dewletê dibîne û gel jî alav û xizmetkarê vê dewletê dibîne. Ev elît, ji bo ku mîna efendî, diz û eşqîya dihizire, ji bo dewlet ji kontrola wan dernekeve, di hilbijartinan de du hêzên di kontrola wan de pêşkêş dike. Ji bo ku vê sîyaseta xwe bi serfirazî bajo, pêwîstîya vî elîtî bi neyarên hundir û derve heye.

Ji bo ku vê sîyaseta xwe bi raya xwe û ya cîhanê bide qebûlkirin, divê bi berdewamî bi kurdan re şer bike û êrîşî derdora xwe bike. Di vê sîyasetî de ewqas serfiraz e, him şer di bin kontrola dewletî de ye, him jî partîya legal ku qaşo ya Kurdan e, bi rêya wê, dewlet û sazîyê xwe, di hişmendîya Kurd de tam meşrû dike û leza asîmîlasyona civata Kurd zêde dike.

Ev zêdetirî sîh salî ye ku li ser navê parastina mafê Kurd sîyaseta legal tê kirin. Wekîlên ku Kurd wan dişîne Meclîsa Tirk, Meclîs berî wekîltîya wan qebûl bike, sonda parastina rêbaza Kemalîzmê, makezagona ku yek al, yek ziman, yek welat, yek netew diparêze û wê tenê ji bo milletê Tirk yê mezin bixebite, bi wan dide xwarin. Hal ew e ku ew wekîl ji civata Kurd re dibê: “ezê biçim wê meclîsê, mafê te biparêzim!” lê hîn di gava pêşî de, ji bo înkar, qedexe û tunekirina mafê gelê Kurd bi namûs û şerefa xwe sond dixun.

Wekîlê ku deng ji gelê Kurd distîne, çênabe ku wê sonda nîjadperestîya tirk bixwe. Kesê wê sondê dixun, tunakirina gelê Kurd jî meşrû dikin.

Dewleta Tirk û partîyên wê yên fermî, di van hilbijartinan de jî, CHP bi seroktîya K. Kiliçdaroglu ji nivde boyax dike û difiroşe gelê “Tirk” û Kurd ku yên ji vê dewlet û hukûmetê nerazîye. K. Kiliçdaroglu û hevkarên wî, di derbarê çareserîya doza Kurd de, yek gotin jî negotine; çimkî wê li asîmîlasyon û tunekirina gelê Kurd berdwam bin.

Çareserîya doza Kurd ne di parlamentoyek ku hebûna Kurd û zimanê wî qedexe û înkar dike; çareserî di rêxistinî û tekoşîna serhildanek sîvîl û demokratîk de ye.

Dewletê hertim berê civata Kurd daye îlegalîte û şîdetê. Bi vê lîstikê doza Kurd û Kurdistan terorîze kirîye û bi rehetî qirkirin û koçberkirinên girseyî pêktîne.

Helwesta rast, heta ew dewlet û ew meclîsa tirk hebûna Kurdan qebûl nekin, divê Kurd nerin ser sindoqan û nerin wê meclisê; yên têkevin hilbijartinan û herin meclîsê jî divê li namûs û şerefa xwe, yanî li dengê Kurdan xwedî derîn û wê sondê nexun.

Îro Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), bi durişma: “Turkîye bibe dewletek federal ya Tirk û Kurdan”. Ev jî daxwaza statuyekê ye; lê bi şertê wê sondê nexun!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *