Hikûmeta Iraqê piştî ku 9 ereb hatin kûştin, diyar kir ku “PKK rêxistineke biyanî ye û divê ji Iraqê derkeve”…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

PKK, piştî ku bi Dewleta Sûriyeyê re danûstandina xwe pêş xist û bi dezgehên dewletê bi îstixbaretê re kar kir û ket xizmeta wan, ev car li derfet û pêwendiyên din yên dewleta geriya. Her çiqas pêwendiyên Baasê Iraqê û Sûriyeyê pirr xirab jî bûn, PKKê bi Rejîma Baasê û bi Dîktatoriya Seddam re jî danûstandin kir. Pêwendiyên xwe Rejîma Baasê Iraqê gelek pêş xist, ji bona Baas a Sûriyeyê ew pêwendiya wan nebû pirsgirêk.

PKK, piştî ku bi Rejîma Sedam ya Faşîst re danûstandin pêş xist, li hemberî “Herêma Azad ya Kurdistanê”, “Herêma Federe ya Kurdistanê”, Hikûmeta Kurdistanê û partiyên Kurdistanê (Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) re şer kir, bû sedem ku bi hezaran pêşmergeyên û ciwanên Kurdistanê bên kûştin û bên şêhîd kirin. Li Kurdistanê jî, herêmên Rejîma Baasê ya Iraqê lê desthilatdar bû jî, gelek gund ketin bin bandor û îşgala PKKê.

PKKê, piştî ku bi giranî di sala 1998an de ji Sûriyeyê jî derket, lê bi Rejıma Baasê ya Iraqê re pêwendiya wê domand. Ew pêwendiyên PKKê ya Dewleta Iraqê heta 2003an bi Rejîma Baasê re domand. Piştî ku Rejîma Baasê di 2003an de ji aliye EmerIka û hevalbendên wê ve hat ruxandin, li Iraqê pêvajoyeke nû dest pê kir, PKKê dîsa jî li Iraqê bû û bi giranî jî li Başurê Kurdistanê bû.

Dema di sala 2005an de encama referanduma MAKEZAGONê ku Dewleta Iraqê bû dewleteke federal, desthilatdarî û rejîmeke nû ya pirr partitî û nîv-demokrat dest pê kir, Kurd jî bûn xwediyê dewletê; dîsa PKKê li Iraqê bû.

Wek tê zanîn PKKê piştî salên 1984an jî bi Dewleta Îranê ya Îslamî ve jî pêwendiyên xwe xurt kiribû, Li ser navê İranê rol û misyona pêşiya Tevgera Neteweyı ya Rojhelata Kurdistanê bigre, partiyên Rojhelata Kurdistanê tasfiye bike, girt ser mile xwe.

PKK, piştî dewleta federal û Hikûmeta Federal ava bû jî, ji Iraqê derneket. Bi taybetî jî li Başurê Kurdistanê zêdetir bû xeter. Dewleta Îranê re jî bû piştgir. Hebûna xwe li Kurdistanê domand.

Hikûmeta Federal ya Iraqê xeteriya PKKê û kiryarên wê yên xirakirina Herêma Federe ya Kurdistanê nedît û ji xirabiya wan re midaxele nekir. Dikarim bibêjim ku Hikûmeta Malîkî û gelek hêzên Iraqê jî, ji PKKê re bûn alîkar.

Dewleta Federal, dewleta kurdan û ereban û hemû kêmneteweyên din e. Loma jî divê di teserruıfên xwe de li hemberı her herêmekê û neteweyekî wek hev be. Hezar mixabin Hikûmeta Federal ev vatinî û berpirsiyariya xwe neanî cîh.

PKK, gundên kurdan îşgal kiriye, nahêle ku gundî çandiyê bikin, ji gundiyan xeraç û bacê bi zorê digre, zarokên kurdan direvîne û dikuje û dide kûştin, pêşmergeyan dikuje; Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û partiyên Kurdistanê rewa qebûl nake; bi deh salan Şengal îşgal kiriye, bi İranê ve gelek vekirî ji bona hemû xirabiyan tevdigere, hezar mixabin Hikûmeta Federal dengê xwe dernexist, xeteriya PKKê nedit.

Dewleta Tirk bi dehgan salan e ku ji bona ku PKKê li Iraqê û li Herêma Federe ya Kurdistanê ye, operasyonan dimeşîne; 30-40 kîlometreyê ketiya nav axa Kurdistanê û ji bona herêma ewlewî ava bike, qareqol avakirine, Hikûmeta Federal ya Iraqê bê deng e. Ji Hikûmeta Federe ya Kurdistanê re nabe alîkar, biyanîbûna PKKê nîne bîra xwe.

Bi taybetî jî di hilbijartina giştî ya Iraqê ya dawî de PKKê li Şengalê nehişt PDKê qempenyaya hilbijartinê bimeşîne û xwest ku bi PDKê re şer derxe, Hikûmeta Federal ya Iraqê ji vê re bêdeng ma.

PKK û Haşdî Şabî, wek rêxistineke terorîst, biyanî û dagirker beşdarî hilbijartina giştî bûn. Hikûmeta Federal ya Iraqê ji ev rewşa nehiqûqî re jî deng dernexist.

Piştî hilbijartinê, Dewleta Îranê ji bona encama hilbijartinê nehiqûqî îlan bike, bi deste PKKê û Haşdî Şabî dest bi êrışan kir. lê di êrîşên xwe de bi serneketin ku encama hilbijartinê biguherînin.

Ev car jî ji bona ku serokkomarek gor dile wan bê hilbijartin, Hikûmeteke girêdayî wan ava bibe, dest bi xirabiye kirin û xwestin tevlihevî çê bikin.

Ev xirabiya wan hîn didomîne. Li hemberî wan Hikûmeta Federal tiştekî jî nake, lê dema ku encama operasyona Dewleta Tirk 9 hemwelatiyên ereb hatin kûştin û 28 ereb hatin brîndar kirin, Dewleta Federe ya Iraqê xeteriya PKKê û biyanîbûna PKKê anî bîra xwe. Wê deme diyar kir ku operasyonên Dewleta Tirk encama hebûna PKKê li Iraqê û Kurdistanê ye. Dema ku PKKê ji Iraqê bê derxistin, wê deme Dewleta Tirk jî nikare destwerdana Iraqê û Kurdistanê bike.

Wezîrê berevaniya Iraqê ragehand, “PKK hêzeka biyanî ye û nabe li nav xaka Iraqê ve êrişî Tirkiyê bike lê ev nabe behane bo êrişên Tirkiyê li ser xaka Iraqê.”

Wezîrê berevaniya Iraqê, Cum’e Înad ji televîzyoneka Iraqî re behsa şerê Tirkiye û PKKê li Iraqê kiriye û gotiye, “Tirkiye cîranê Iraqê ye û di navbera her du welatan de pêwendiyên aborî, bazirganî û civakî hene, ji ber wê jî em naxwazin di navbera me û Tirkiyê de şer û alozî derkeve.”

Bi gotina wezîrê berevaniya Iraqê, “pirsgirêka serekî ya Tirkiyê, PKK ye û PKK jî hêzeka biyanî ye û ne Iraqî ye loma nayê qebûlkirin PKK li nav xaka Iraqê ve êrişî Tirkiyê bike. Lê dîsa jî nabe behane bo êrişên Tirkiyê.”

Wezîrê berevaniya Iraq daye xuyakirin, “divê PKK ji Iraqê derkeve û gotiye, em ne li dijî doz û xebata wan in û ti pêwendiya wê jî bi me ve nîne lê nabe PKK sînor û xaka me li dijî Tirkiyê û welatekî din bikar bîne. Piştî ku me PKK ji nav Iraqê derxist wê çaxê em dikarin pêşiya Tirkiyê jî bigirin.”

29 Tirmeha 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *