Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Mustafa Okumuş û rêvebirên HAK-PARê yen Amedê roja 16.10.2024ê seredana Teşkîlata Amedê ya PWKyê kirin.
Endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Yûsûf Aydin, M.Alî Yilmaz û revebirê PWKyê Giyasettîn Ozbay pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin.
Heyeta HAK-PARê ji ber ku PWK beşdarî Kongreya Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê bibû spasîya PWKyê kir.
Heyeta HAK-PARê û ya PWKyê di derbarê rewşa sîyasî ya giştî de nêrînên xwe bi hevre parve kirin.
Hevdîtin di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.
Buroya Ragahandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)