Bi minasebeta 100 salîya Peymana Lozanê

Em Kurd cîhên bişkûvî, çiryayî û qetyayî yên Peymana Lozanê bi destên xwe, bi şûjinan didirûn
24ê temûzê 100 salîya Peymana Lozanê ye.
Bi minasebeta 100 salîya Peymana Lozanê, li Kurdistanê, Ewropayê, Emerîkayê, civîn, konferans, meş û çalakîyên cûr bi cûr têne li dar xistin û dê hîna jî bêne li dar xistin. Helbete ku ji bo teşhîr kirin û red kirina Peymana Lozanê, meş, semîner, konferans, nivîs, dîplomasî û mehkeme kirin û protesto gelekî girîng in. Çalakî û xebatên di derbarê Peymana Lozanê da helbete nabe ku bi van çend rojên heta 24ê temûzê bêne sinûrdar kirin.
Divê bi barnameyeke berhemdar bi kêmanî heta dawîya sala 2023yê ev xebat bêne meşandin. Divê li dîasporayê heyeteke hevbeş, platformeke hevbeş a kurdan bê ava kirin û ne bes li bajarê Lozanê, bi taybetî jî li cîhên ku mimkun yên dîasporayê, divê çalakî, hevdîtin, konferans û xebatên berfireh, mîtîng bêne organîze kirin. Divê li ber avahîya Netewên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, li parlamentoyên her dewleteke Ewropayê konferans û çalakî bêne li dar xistin. Divê li ber Kongreya Emerîkayê, li ber Parlamentoya Îngîltereyê, li ber Parlamentoya Rûsyayê divê çalakî bêne li dar xistin. Divê bi çalakîyên cûr bi cûr raya giştî ya Ewropa, Emerîkayê, Rûsyayê di derbarê Peymana Lozanê da bêne agahdar kirin. Divê kurd daxwaza hevdîtinê li Serokê Netewên Yekbuyî, Serokê Parlamentoya Ewropayê; li balyoz û konsolos û nûnerên dewletên cîhanê bikin. Li gel rayaderan Çînê, Hîndîstanê divê rêya hevdîtinê bê peyda kirin.
Li bajarekî navend ê Ewropayê Kurd dikarin di payiza 2023yê da, di demeke minasîb da, ji bo protesto kirina Peymana Lozanê mîtîngeke bi beşdarîya sedhezaran kesî organîze bikin.
Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dezgehên sivîl, kesayet û partîyên sîyasî dikarin mîtîng, konferans û çalakîyên cûr bi cûr yên girseyî organîze bikin.
Şerdên Rojhilatê Kurdistanê gelekî zehmet e; lê hêzên welatperwer dikarin li gorî îmkan û kanînên xwe çalakîyên cûr bi cûr li dar bixin.
Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên navdar ên Kurd dikarin platformeke taybet ji bo Peymana Lozanê ava bikin û gelek hevdîtin, civîn, konferans û mîtîngan li dar bixin.
Ev xebat li her çar alîyên Kurdistanê û li dîasporayê bêne organîze kirin, wê neheqî, jenosîd û heqareta ku bi Peymana Lozanê li miletê Kurd hatîye kirin dê baştir bê deşîfre kirin; dê piştgirîya navdewletî xurtir bike; dê hişmendî, hevkarî, tifaq û bi hevra xebata neteweyî, niştimanî di nav kurdan da xurtir, geştir û berfirehtir bike; dê protesto û rûreş kirina Peymana Lozanê bibe berhema bi milyonan kesan.
Hîna jî ne dereng e. Heger meriv ji dil bixwaze; ev organîzasyon dikare li dîasporayê jî, li her çar alîyê Kurdistanê û li Tirkîyeyê jî bêne li dar xistin.
Lê wek gelek caran û wek di gelek mijaran da, Kurd dîsa jî ne li ser hev in, ne yekgirtî ne, ne organîze ne, li gorî pêwîstîya heyî tevnagerin, ne çalak in.
Herweha dîsa wek gelek caran, Kurd tiştên esasî yên tayînker yên ku divê bikin, wan nakin, tiştên di dereceya çara û pêncan da didin pêş, tiştên esasî.
Ez dibêjim ma em çima guhê xwe yê çepê bi destê xwe yê rastê digirin, em karê xwe zehmetir dikin? Em çima wê şansa ku hatîye ber derîyê me, bi sîyaseteke aqilane nastînin nav mala xwe? Ma çima em wan tiştên esasî ku divê em bikin, em li ser wan bi hişyarîyeke neteweyî, niştimanî ranawestin û em nakin?
Ma ji xwe Peymana Lozanê bi Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê derzeke mezin nexwarîye? Ma ji xwe heger em vê derzê li Başûrê Kurdistanê bi sîyaset û yekgirtina xwe ya navxeyî ya neteweyî, niştimanî berfireh û kûr bikin, ma ev peymana dikare xwe li ber me bigire? Ma dê ev derza ku ji Başûrê Kurdistanê ve li Peymana Lozanê ketîye, bi yekgirtina navxweyî dê di Peymana Lozanê da şikesteke mezin bi xwe ra neyne? Ma heger PDK û YNK wek berê, wek destgirtina rêzdaran Kek Mesûd û Mam Celal, îro jî dest bidin hev, bibin heykelê yekgirtina hemû partîyên din, li hemberî Bexdayê, Îranê, Tirkîyeyê, Sûrîyeyê, Emerîkayê, Îngîltereyê, Rûsyayê bibin yek; ma kî dikare xwe li ber wan bigire? Ma di diroka Kurdistanê çend caran wek vê demê firsend ewqas hatîye ber derîyê me? Ma kilîda esasî heta radeyekê ne di destê PDK û YNKyê da ye? Ma vî qismete hatîye ber derîyê wan, hatîye ber derîyê hemû kurdên cîhanê, çima ji bo berjewendîyên miletê me bikar naynin, pêşda nabin, rê didin ku ev destkeftîyên heyî lawaz bibin û pêşda neçin?
Ma gelo, heger Mitabaqata Dihokê bicîh bihata, li ser hemû axa Rojavayê Kurdistanê bi beşdarîya hemû partîyên kurdan îdareyeke hevbeş a eskerî, sîyasî, aborî, dîplomasî pêk bihata, ma dê derzeke kûr û berfireh Lozanê neketibûya? Gava ku Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bi pesind kirin û çavdêrîya Emerîkayê û Fransayê ji bo Mitabaqata Dihokê dest bi xebatan kir, ma ne bi wê armanc û hişmendîyê bû ku, wê derza mezin ya ji Başûrê Kurdistanê li Peymana Lozanê ketîye, bi sîyaseteke aqilane ber bi Rojavayê Kurdistanê firehtir û kûrtir bike?
Ma heger li seranserê Rojavayê Kurdistanê, li ser esasê Mitabaqata Dihokê, îdareyeke hevbeş a kurdan ava bibûya; ma Başûr û Rojavayê Kurdistanê wek fiîlî nedibûn yek? Ma em nizanin ev yekbûna fiîlî dê çiqas hêz bida herdu perçeyên Kurdistanê û hemû kurdên cîhanê? Ma em nizanin ev yekbûna fiîlî di eslê xwe da dê darbe û pûç kirineke mezin bûya ku li Peyaman Lozanê bikeve?
Ma îro heger li Başûrê Kurdistanê PDK,YNK û hemû partîyên Kurdistanê dest bidin hev, li destkeftîyên xwe yên federe xwedî derkevin, dezgehên dewletbûnê bikin yek û xurtir û geştir bikin; ji bo madeya 140î ya Qanûna Bingehîn a Iraq a Federal bê bicîhanîn xebateke encamdan bimeşînin; li himber dost û dijminan yek deng bin; ma kîjan Peymana Lozanê dikare xwe li himberî wan bigire?
Ma heger îro li Rojavayê Kurdistanê PYNK, ENKS û hemû partîyên kurdan li ser Mitabaqata Dihokê pêk werin, kî dikare rê li ber kûr kirina wê derza ku li Peymana Lozanê ketîye bigire?
Ma di temûza 2015ê da, heger PKKyê bi sîyaseta xendek û barîkatan, bi wê sîyaset û karesata texrîbker, ji plana Dewleta Tirkîyeyê ya têkbirin û rêlibergirtina destkeftîyên kurdan ên li Bakur,Rojava û Başûrê Kurdistanê ra rê xweş nekiribûya, bi sîyaseta xendekan hêz û hêvîyên miletê Kurd neşikandibûya; temama kurdan bi rêyên sivîl, sîyasî, demokratîk, girseyî têkoşîna xwe bilind kiribûna; ma bi wê hişyarbûn û ronesansa bi milyonan kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê ya di sala 2015ê da dê derzekek mezin Peymana Lozana neketibûya?
Ma gelo, di demeke ku sîstema du bloqî ya cîhanê têkçûye, firsendên mezin ketine destê miletê me; li cîhê ku em hişmendî, bîr û bawerî, rêxistin û xebatên li ser bingehê netewperwerîyê, welatperwerîyê, niştimanperwerîyê bihûnin; em daxwaza statuyeke neteweyî, coxrafî, sîyasî li ser axa Kurdistanê bikin; em rabin piştigirî û ked û fedekarîya bi milyonan kurdan di sîyaseta ‘’welatê hevbeş, netewa demokratîk, cimhûrîyeta demokratîk’’ da bifetisînin;ma ev nayê wê wateyê ku em wan cîhên bişkuvî, çiryayî û qetyayî yên Peymana Lozanê bi destên xwe didirûn?
Ma heger îro li Bakurê Kurdistanê bi milyonan Kurd ji alîyekî ve li ser mafên xwe yên acîl dest bidin hev û ji alîyekî ve jî partî û rêxistinên Kurdistanî li ser bernameyeke neteweyî, niştimanî, bi şêwe û amûrên nû û modern, hevkarî û tifaqên xwe bihûnin, temsîlîyeta kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê ava bikin; kî dikare xwe li ber wan bigire, kî dikare rê li ber derzxwarina Peymana Lozanê bigire?
Heger îro li Rojhilatê Kurdistanê bi wê hêz û rûh û heyecana raperîna ji ber qetil kirina keça Kurd Jîna Emînî çêbibû, hemû partîyên Kurdan dest bidin hev, hevkarîya xwe xurtir û bihêztir bikin; ma dê ji Rojhilatê Kurdistanê jî rêya derzeke mezin li Peymana Lozanê bikeve venebe?
Em baş dizanin, vaye bi sedan salane ku dewletên mezin ji bo berjewendîyên xwe rê nedanê ku Kurd bibin dewlet. Îro jî dîsa dewletên mezin gelek caran di vê derbarê da tayînkerin.Lê piştî rûxandina sîstema du bloqî ya cîhanê, piştî ku Sedam Husên Kuweyt dagir kir, bi midaxaleya Emerîyê û hevpeymanên wê, firsendeke mezin hate ber derîyê kurdan, berjewendîyên kurdan û yên dewletên mezin hinekî li hev hatin û bi tifaqa kurdan bi hebûna Bereya Kurdistanî, rêya Dewleta Federe a Başûrê Kurdistanê vebû.
Helbete, neraste ku em ava nebûna dewleteke kurdî bes bi aktor, faktor û şerdên derekî ve girê bidin. Lê pir aşkereye ku, carina bi piştgirtina dagirkeran, carina bi bêdeng mayînê, carina bi rêlibergirtinê, carina jî bi alîkarî nedayina kurdan, mixabin şerd, konjonktür û hêzên derekî gelek caran di avanebûna dewleteke kurdî da bûne tayînker.
Lê rastîyeke me ya tehl jî heye ku, carina ji ber neamadebûn, bêtifaqî û bêrêxistinîyê, ji ber rikberî, dijayetî û hesûdîyên navxweyî jî, miletê Kurd wan şans û firsendên dewletbûnê yên ku hatine ber derîyên wan ji dest berdane; bi destên xwe mala xwe xera kirine.
Ango, carina Kurd ji bo dewletbûnê amadebûne, lê dagirkeran û piştgirên wan ên navdewletî nehiştine Kurd bibin dewlet; carina jî şerd û konjonktur, lawazîya dagirkeran û berjewendîyên demkî yên dewletên mezin, ji bo ava kirina dewleteke kurdî firsend anîye ber derîyê kurdan; lê mixabin wê demê jî Kurd bi xwe ne amadebûn kû wê firsendê bikar bînin.
Ne hewceye em bi dûr ve herin, ne hewceye em xwe bi tiştên ne esasî û neçareser ve mijûl bikin. Em nuha bi vî halê xwe yê jihevketî, perçe perçe, bê tifaq, bela vela, hesûd, ji stratejî û hişmendîya neteweyî, niştimanî dûr; em wan cîhên bişkûvî, çiryayî û qetyayî yên Peymana Lozanê bi destên xwe, bi şûjinan didirûn.
Ji ber vê rastîyê jî, di demeke ku şerd û konjonktur îro hîna jî di lehê me da ne, heger em li vê xeletîya xwe varqilin, lê hay bibin, li xwe vegerin, yekgirtî bin; wê gavê kolandina gora Peymena Lozanê gelekî hêsantir dibe.
11.07.2023
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *