Hevpeyvîn: Kejê BÊMAL-Meşkîniyekî li Parîsê: Faysal TAŞKIRAN “Kurd layiqê her tiştê baş in”

Ligel ku hin geşedanên bi hêvî çêbûne jî, wek milet em bi hemî gelê xwe ve, bi ciwanên xwe yên ku pêşeroja me ne, zimanê xwe, nasnameya xwe, karsazên xwe, burjuvaziya xwe, akademîsyenên xwe, hunermendên xwe, heta rêxistinên xwe yên sivîl û hinek rêxistinên xwe yên siyasî ve em hîn jî ji statuya mêtingehiyê xilas nebûne û çi maddî çi manewî, bişev û roj em bi hêsankirina karê dagîrkerê xwe mijûl in.

Cîhan ku diguhere, hevsengiyên siyasî yên diguherin, avhewaya diguhere, bandora xwe li ser welat û pêşeroja me jî dikin. Zimanê me yê dayikê yê ku hîn jî nebûye zimanê perwerdehiyê, li ber çavên me ji me dûr dikeve û ber bi windabûnê ve diçe. Lê em hîn jî weke di xewneke xirab de bin, an jî mîna ku em ji mêraniyê ketibin, weke eşkere mêjiyê me sekinî be, em diranên sîstema tewleta dagîrker yên ku me girtine nav xwe û perçe dikin rûn dikin û tûj dikin.

Ji bilî rizgarbûna ji statuya kolonyalîzmê, diyarkirina çarenûsa xwe û rê xweşkirina ji bo vê armancê, her cure ajandayên me yên bikêrî me nayên hene.

Mîna ku ev felaket bi serê miletekî din de tên jî, em him nehestiyar û hem jî xemsar in. Heke ku meziyeteke neteweya ku me daye pey, em bûne dûvê wê hebûna, yan cîhek wê li dinyayê, karakterek, dîrokek wê ya kûr, demokrasî, dadmendî û aboriyeke wê ya hêja hebûna jî wê dilê meriv ne têşiya!

Wel hasil.. Ev xebat ji bo lêpirsîna “Gelo ji bo Kurd ji statûya kolonyal rizgar bibin û statuya xwe bi xwe diyar bikin, çi rê û rêbaz dikarin bên ceribandin? Aya em dikarin têkiliyên xwe yên ramanî, hestyarî, civakî û aborî ji dagirkeran qut bikin û bizîvirênin nava xwe?” hatiye amade kirin.

  • Di her warê jiyanê de, di warê rewşenbîrî, civakî, siyasî, aborî, siyasî, çandî, zimanî, nasnameyî de, ma mimkun e ku meriv vegere dînamîkên xwe? Heke bersiv erê be, şert û mercên wê çi ne?
  • Hunermend, akademîsyen, karsaz, karmend, rêxistinên civata sivîl – RCS û yên xwedî nasnameya kurdî ku çibigre lokomotîfa Tirkiyeyê ne, divê li ser kîjan rêyê bimeşin?
  • Diyasporaya kurdî dikare beşdariyeke çawa di vî warî de bike?
  • Gelo meriv dikara çîna bûrjûwazî ya kurd pêş bixe û wê bixe nav refên têkoşîna rizgariya netewî?
  • Xortên Kurd li şûna ku li çopê dewleta kolonyalîst a ku bi zehmetî li ser piyan maye, hilweşîyaye û li her derê bêhna pîs belav dike bigerin çawa dikarin li cîhanê entegre bibin; ji bo azadkirina welatê xwe şer bikin, nasname, ziman û kesayeta xwe biparêzin?

Bi vê perspektîfê kesayetiyên Kurd ên ji gelek warên cihê ku di karûbarên xwe de serketinên curbecur, bêyî ku ji kesayeta xwe ya Kurd û Kurdistanî tawîz bidin bi dest xistine û li ber xwe dane hatin hilbijartin.

Hêvîdar im ku ew ê tevkariya wan di têkoşîna ji bo bi zûtirîn dem azadbûna welatê me de hebe û di encamê de lêkolînek ku pêşengiya ciwanên Kurd bike derkeve holê.

Mêvanê yekem ê vê rêzehevpeyvînê Faysal Taşkıran e.

Li gel serketinên wî yên di jiyana wî ya takekesî de, bi beşdariya xwe ya di têkoşîna azadiya gelê kurd de, bi welatparêzî, bi renc û ciwamêriya xwe di cîhana min de jî ciyekî wî yê taybetî heye, kekê min.

 

Ka em ji wî guhdarî bikin.

– Çîroka te ji ku dest pê dike?

– Ez bi eslê xwe li Meşkînan a Dêrikê çîyayê mazî ya Mêrdînê hatime dinê.

Dema ez du-sê salî bûm bapîrê min li gel vavê min ji nişka ve biryar dan ku em mala xwe bibin Diyarbekirê / Amedê. Û me çend eşyayên mala xwe li kamyonekê bar kirin, birin li binê dîwarê Kelê, li hemberî Navenda tenduristiyê ya li Deriyê Mêrdînê danîn. Hema wiha bi lez û bez.

Ne malek kirê kiribûn ne jî planên wan ên ku dê çi karî bikin hebûn. Dema ku ez dibêjim eşya, mebesta min çend nivîn, doşek, lihêf, fraqên xwarinê û hwd.

Dema em li li ber dîwêr li ber eşyayên xwe radiwestin, bavê min û kalikê min diçin li xaniyekî kirê digerin. Mala ku lê digerin, bibînin û jiyana me ya li Amedê dest pê dike.

Wê demê bavê min dibistana seretayî qedandibû û bêkar bû. Dest pe dike di karên karên rojane dike û piştî ku dibistana navîn diqedîne, li Navenda tenduristiyê ya Deriyê Mêrdînê dest bi kar dike. Bi ber karê xwe re, êvaran jî li lîseya bazirganiyê dixwîne, fêrî nivîsandina daktîloyê ya bi deh tiliyan dibe. Xîreta bavê min a kar, bala rêveberên Navenda tenduristiyê dikşîne. Di wê navê de dema li bajarokê Hênê pêdiviya sekreteriyê çêdibe, ji bavê min re dibêjin biçe, bavê min qebûl dike û em diçin Hênê li wir bicîh dibin.

– Wê çaxê, xebatkarî û hewldana te ya serketinê ji bavê te ji te re maye?

– Bawer bike Keje, ger şert û mercên bavê min ên wê demê destûr bidana, dê zanîngeh bixwenda. Mirovekî zîrek û xebatkar bû.

– Rewşa te ya perwerdeyî çi ye?

– Ji ber ku bavê min girîngiyeke mezin dide xwendinê, min li Amedê dest bi dibistana seretayî kir, li Hênê berdewam kir û piştre ji ber ku em hatin li Çinarê bicîh bûn min li wir qedand. Dibistana navîn jî.

Di vê navberê de birayê min ê mezin ê ku terzî bû, li Çinarê dikaneke terzîtiyê vekir. Ez serê sibê diçûm dibistanê û piştî nîvro dihatim terzîxanê, min alîkariya birayê xwe dikir. Ango min ji dibistana seretayî de dest bi karê terzîtiyê kir. Min lîse li Dibistana pîşeyî ya Amedê xwend. Her bi vî awayî, di dema xwe ya vala ya dibistanê de min bi birayê xwe re kar berdewam kir.

– Çima dibistana pîşeyî?

-Bêguman dibistana pîşeyî ji bo min hilbijartineke nebaş bû û heta wê demê jî ez bi îmtîhanekê ketim vê dibistanê.

Bêtir meyla min li ser warê zanistî bû û ez di vî warî de serketî bûm, lê ji ber pirsgirêkên aborî yên malbatî, wan xwest ku ez bi zûtirîn demê bibim xwedî pîşeyekî û alîkariya bûdceya malbatê bikim.

Tevî ku pîşeyê min ê terzîtyê jî hebû.

– Û pêvajoya Diyarbekirê bi lîseyê dest pê kir?

– Erê. Me terzîxane bar kir navçeya Diyarbekirê, Ofîsê. Min lîse, piştî dibistanê bi çûyîna terzîxanê qedand.

Wê demê birayê min dev ji terzîtiyê berda û min dikan bi rê ve bir.

– Di temenekî wiha biçûk de ne zor bû?

– Çawa ne zor bû? Ez 17 salî bûm. Gava ku xerîdar dihatin û xortekî piçûk dîtin, gelek caran bawer nedikirin. Bi rastî ez qet ji bîr nakim, rojekê mişterek hat û li kardêr, ango patron pirsî. Gava ku min got, kerem bike, ez im. “Keniya” got ez ê paşê bêm.

Dû re gava karê min dîtin, heyran man û hev agahdar kirin. Salek wiha derbas bû, wê salê ji ber karê xwe, min nekarî bikevim zanîngehê.

Di sala duyemîn jî ez ji ser makînê rabûm, bêyî ku xwe amade bikim çûm ketim îmtîhanê û min mafê xwendina beşê Mamostetiya Fizîkê yê Fakulteya Perwerde ya Zanîngeha Dîcleyê bidest xist.

Heta nîvê salê min him zanîngeh him terzîxane bi hev re bi rê ve bir. Di heyama duyemîn de, ji ber ku êdî ev ne minkun bû, min dikan terzîtiyê girt.

Heta nîvê salê min him zanîngeh him terzîxane bi hev re bi rê ve bir. Di heyama duyemîn de, ji ber ku êdî ev ne minkun bû, min dikan terzîtiyê girt.

Lê ji ber ku diviyabû min dibistana xwe fînanse bikira, di dema xwe ya vala û dawiya hefteyê de ez li gel hevalê xwe Tayyîp Kondu yê ku min pir jê hez dikir û piştre bibirîndarî hate girtin û bi îşkencê hate kuştin xebitîm û min zanîngehê qedand.

– Hûn kengê bi doza azadiya Kurdistanê hesiyan? Li zanîngehê?

– Ax Keje, binêre, ev der pir balkêş e.

Balkêş e, ji ber ku wê demê terzîxane wekî navendên rêxistinî dixebitîn.

Gelek kesayetên siyasî yên wê demê terzî bûn. Wek hûn jî dizanin şaredarê wê demê yê Amedê, Mehdî Zana jî pîşedarê me, ango terzî bû.

Bi taybetî jî terzî Niyazî hebû; Yek ji pêşengên tevgera siyasî ya Kurdî li Amedê bû.

Hem terziyê herî baş bû ku ji bo qada bilind a nişteciyên Amedê kar dikir, hem jî siyasetmedar bû. Me terziyan wê demê jê re digot “Pîrê terziyan”.

Birayê min û kurê metika min merivên siyasî bûn, ez dikarim bibêjim ku terzîxaneya me ya wê demê ku li Ofîsê bû, cihê hevdîtnên kekên me yên ku tevgera azadiya Kurdî birêvedibirin bû. Emanetên xwe dihiştin, agahdarî digirtin û meriv bi rêxistin dikirin.

Hinekî jî wan ew weke binkeyekê bikar dianîn. Min rehmetî Tayyîp Kondu û kekên xwe yên din li wir nas kirin. Bi gotineke din, ez ji dema dibistana navîn û heta niha ji aliyê kekên xwe yên siyasî yên herî saxlem ve li terzîxaneya me ya Çinarê hatim birêxistin kirin. (Pêkenîn)

– Paşê?

– Paşê dibistan qediya. Tayina min derket gundekî Amasyayê.

Min 15 mehan li lîseyê mamostetiya fîzîkê kir.

Birayê min ji ber sedemên ewleyiyê çûbû derveyî welat. Piştî derbeyê zextên giran dewam dikirin. Bajarê ku ez lê bûm, rêveberiya dibistana ku min lê ders dida û mirovên li wir hemî paşverû û faşîst bûn.

Piştî demekê, ez tê gihîştim ku rê li min teng dibe, û gava ku ez têgihîştim ku ji ber nasnameya min pirsgirêkên dikarin ji min re derkevin holê, min biryar da ku de ji mamostetiyê berdim biçim Fransayê, cem birayê xwe.

– Bextê reş ê Kurdan. Lê mixabin vê dewletê herdem ji xwe re riyek dîtiye ku zarokên me yên xwende her tim telef bike.

Ka em behsa rojên we yên li Fransayê bikin…

Faysal Taşkıran li wir çi dike? Hêviya wî heye gelo? Şaş, matmayî yan xemgîn e?

– Sirgunî bê hêvî ye Keje Xan.

Şert û merc çi dibin bila bibin, tu bixemgîniyeke mezin dest bi çîroka xwe dikî.

Pirê caran, tu li welatek biyanî ku tu di derheqê wî de tiştekî nizanî yan pir hindik tiştan dizanî dest bi jiyaneke ku ji sifirê dest pê dike dikî.

Jiyaneke ku tu ziman, çand û kolanên wê nizanî, ji nişka ve we wek destên ahtepotê te himbêz dike.

Gava ku tu li paş xwe dinêrî, derfeta te tune ku tu bibêjî, “Min ji vê derê hez nekir, dijwar e, ez ê bisernekevim” ji ber ku cîhekî ku tu vegerî tuneye êdî.

Tu çiqasî zû entegre bibî, tu yê ewqas kêm êş û cefayê bikişînî.

Tu çiqas hişê xwe mijûl bikî, ew ê ew çend kêm tişt bêne bîra te û tu yê kêmtir bêriya paşerojê bikî.

Ji ber vê yekê salên pêşîn ên sirgûnê bi şerekî dijwar ê adaptasyonê derbas dibin.

Tevî ku kekê min berê çûbû wir û bi nîzameke hazir pêşwaziya min kir jî, di destpêkê de min gelek êş kişand.

Tu nikarî zehmetî û azarên zarokên Kurd ên ku bê nîzam û bê hazirî naçar mane birevin xeyal jî bikî. Fîlm ji serpêhatiyên wan pêk tên. Gelek caran heşt-neh kes mecbûr mane di odeyekê de bimînin. Ew bi xwe jî dibêjin ku li rawestgehên metroyê bi kesên bêmal re razane.

– Yanî çîrokên Kurdan ên ku agir berdidin dilê meriv li wir jî didom. Paşê te çi kir?

– Min daxwaza penaberiyê kir. Di destê min de pîşeya mina bitenê ya ku li wir jî derbas dibû dîsa terzîtî bû û min dest bi terzîtiyê kir.

Bera di navbera me de be, ez bextewer bûm ku dîsa vegeriyabûm pîşeyê xwe. Min li navçeya Sentier a Parîsê di atolyeyan de dest bi xebatê kir.

Piştî ku salekê xebitîm, ez çûm Îngilîstanê da ku hînî zimanê Îngilîzî bibim.

– Ji bo çi pêdiviya te bi ingilîzî hebû?

Kejêya delal, min û her kurdekî ku wê demê çûbû derveyê welat, me bawer dikir ku em ê di nava çend salan de vegerin welatê xwe. Vê pêvajoya hovane dê wiha berdewam nekira û dê bi dawî bihata û em ê hemî vegeriyana welatê xwe û me yê ji cihê ku em lê mabûn dewam bikira. Heta me welatê xwe azad bikira me yê têkoşîna xwe bidomanda. Ji ber vê yekê di dema sirgûna xwe ya mecbûrî de min biryar da ku heta ji destê min bê di warê perwerdeyê de xwe pêş bixim, û hemî derfetên xwe bikar bînim ku vê sirgûnê veguhêzim avantajê.

Wek hûn jî dizanin, Îngilîzî zimanê hevpar ê cîhanê ye.

Piştî ku min çend salan li Îngilîstanê ziman xwend, ez di sala 1992yê de, bi baweriya ku guhertinên “pozitif” çêbûne ez vegeriyam welêt.

Lê min dît ku her tişt ji dema ku ez ji welêt derketim xerabtir bûye. Ez dîsa vegeriyam Îngilîstanê û heta sala 1995an ez li wir mam. Dema ku hêviya min a vegerê nema, ez tê gihîştim ku divê ez jiyana xwe li Ewropayê rêk bixim.

Madem ez ê êdî li vir bijiyama, cihê herî guncaw ji bo min Parîs bû.

Ez vegeriyam Parîsê û di şirketeke navdar a cîhanê de min dest bi terzîtiyê kir.

– Yanî bi vê vegera te re, rapelikîna kariyera te jî dest pê kir.

Erê. Ji xwe li Londrayê jî ez terzîtiyê dûr neketibûm.

Ji ber vê yekê, bi perwerdeya ziman a ku min li wir girt û bi referansên serkeftina pîşeyî, ez bûm bêrpirsê hilberîna derveyî welêt a şîrketeke navdar.

Ez bi jina xwe ya ku akademisyen e re zewicîm.

Du zarokên çêbûn, ya mezin keç û yê biçûk jî kur e.

Hêdî hêdî, min xebata xwe ya bi dêwên modayê yên cîhanî re domand.

Di vê navberê de zarok mezin bûn.

Keça min Solîn li “Université Paris 1 Panthéon Sorbonne” û kurê min Kevan li “Université Paris Descartes”, fakulteya bijîjkiyê ya herî navdar li Fransayê, dixwîne.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *