Dewleta Kurdistanê Rastîyeke û li pêş me ye

Bê guman serxwebûna Kurdistanê, avkirina Dewletek Kurdistanê, yekkirina Kurdistanê hêvî û xwesteka her welatparêzekî kurdistanîye. Dibe ku her yek yan grûbek. Partîyek li gor rewşa heyî çareserîyek cuda jî (federasyon- otonom) baş bibîne jî rastî ewe ku her welatparêzek kurd bi hêvîya hatina keysûfesala avabûnîya Kurdistanek serbixwe ye!

Wek tê zanîn jî li Kurdistana Başûr ev fersend li ber dest e!

Piştî lêdana Emerîka jinavbirina nîrê BAAS ê, ji ber metirsîya dewletên derdorê û bi taybet dewletên dagirkerên Kurdistanê hîmên dewleta Iraqê ya nû jî sererast nehat danîn. Honandina dewletê li ser hîmên eyaletan avakirin lê ji ber nerazîbûnî û zordana partîyên Kurdistanê bi taybet jî bi hişkayî li hember derketina Serokê Kurdistanê Birêz Mesût Barzanî rêvebirîya Federal hat pejirandin.

Lê mixabin ku federalî li ser honandina eyaletan hat pînekirin! Ji ber vê jî hîmên avakirina dewleta federal qet rûnenişt. Ew li gor gengeşeyan û rewşa rojane di hinek waranda fire lê di piranîya rêvebirîne de tengtir bû.

Ji xwe sînorên erebên Şîe û Sûne tevlihev bû, yên Kurdistanê jî li dor %30-35 ji axa Kurdistanê dibin rêvebirîna Bexdayê de hatibû hîştin. Di gelek warên rêvebirine de hêza bingehîn di destên Bexdayê û Serokwezîr de mabûn. Her çend di destûr û qanûnan de hinek xalên berevajîyên vê hebin jî, vê rastîyê nediguherand.

Ji ber vê jî, ji sala 2003 yan virde tu carî li hevkirinek sererast ne di navbera Kurd û Erebande û ne jî di navbera Erebên Şîe û Suneyan de çênebû.

Nîrê Bexda û bi taybet Serokwezîr li gor dilê xwe tevdigerîyan, Serokwezîr piranîya wezaretan bixwe rêvedibir, butçe û projeyên Kurdistanê û deverên Sune qut dikir, hêzên leşkerî taybet çêdikir, devera bixwesta êrîş dikir, gefan li Hukumeta Kurdistanê û rêvebiriên Erebên Sune dixwar! Deverên pirsgirêk tevî xalên destûra Iraqê jî pêknehanîn nedihîştin pêkwere jî.

Ev tenê ji wan kiryaran çend mînakên piçûkin. Van kiryarên Bexdayê rêdan ku bi êrîşek ve piranîya Erebên Sune xwe dan pişta DAIŞ û hêzên Malikî tevayîya çekên xwe ji DAIŞ e re hîştin û vekişiyan! Ew ne tenê ji deverên ku êrîşên DAIŞ ê hebûn, deverên ku êrîş tunebûn jî çek hîştin û revîyan!!!

Hukumeta Kurdistana Federal jî, ji bona parastina hemwelatîyên xwe û parastina xaka Kurdistanê yên dibin rêveberîya Bexdayê de ku hatîye valakirin û rûbirûyê êrîşên DAIŞ ê ve maye Pêşmerge şîyandin van deveran û xaka Kurdistanê bi tevayî xistin bin kontrola xwe. Niha jî Pêşmergeyên Qehreman tevayîya xaka Kurdistanê ji her haweyên êrîşan bi buhayê xwîna xwe ve diparêzin!

Serok Berzanî û rêveberîya Kurdistanê li ser van buyeran dest bi amadekirina avakirina Dewleta Kurdistanê kirin. Li derve xebatên dîplomasî geşkirin û li hundur jî amadekarîyên yasayî û rêveberîyê xwurtkirin.

Reaksîyona dewletên cîhanê û hêzên navdewletî didin nîşandan ku lihember avakirina dewleta Kurdistanê dijberîyek xwurt tune lê piştgêrî û bêalîbûnîyek xwurt jî heye. Vê rewşê fersendek mezin, keysek baş dixe destên me kurdan. Ev rêyek rizgarbûnîya Kurd û Kurdistanê ji wê neheqî û hovîtîya ku sedsala bîstan bi ser me de barandibûn vedike.

Mixabin di şûna mêtinkarên Kurdistanê de rêvebirin PKK ji heralîve êrîşê vê xwestek û xebata pîroz ya avakirina Dewleta Kurdistanê dikin!

Bê guman vatinîya her Kurdistanîyeke ku piştgêrîya avakirina Dewleta Kurdistanê bike, piştgêrîya Serokê Kurdistanê û Hukumeta Kurdistanê bike! Ev hêvîya Kurdistana yekbûyîye! Hêvîya hawar û gazîya Şehîdên Kurd û Kurdistanîyan e!

7-7-2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *