Hevpeyvîn bi Serokê FNDK akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv re

Guhdarên hêja, meha hezîranê di jiyana kurdên diasporayê ya Sovêta berê de bi buyarên diroki, têr u tije va dagirtî bu.

Di navbera 15 û 24ê hezîranê de ”Koma Kurmancî”yê civîna xwe ya 64an li bajarê Almaataya Qazaxistanê pêk anî.

Beşdarên civînê ev kes bun: Mistefa Aydogan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Reşo Zîlan (Agirî), Ziya Avci (Wan), Zinar Soran (Dêrik), Hemîd Kilicaslan (Mêrdîn), Mehmûd Lewendî (Qerejdax), Emîn Narozî (Batman), Eyub Kiran (Sêwrek), Umîdê Mistefayê Celalî (Bazîd)

Koma Kurmancî ji grupek zimanzan û rewşenbîrên kurd ji deverên cihê yên Kurdistanê û dervayî welêt pêk tê.

Kar û xebata Kurmancîyê li ser van mijaran bu: berhevkirina devokan, zelalkrina bingehên rastnivîsîna ziman, çêkirin û sazkirina peyvên nû û ya ji hemîyê giringtir jî pêşîgirtina lawazbûn û wundabûna kurmancîyê ye

Sponsor û piştgirên derbazkirina civînê ev rêxistin û şexsên welatparêz bun: Federasyona Navneteweyî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) û Komeleya Kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang” -ku serokê wan akademîsyen, profesor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv e–, profesor Ezîzê Zîyo (serokê Komeleya Kurdên Qazaxistanê yê berê), karsaz Ezîmê Şemo (karsazê ku endamên Koma KURMANCÎyê ya Enstîtûya Kurdî ya Parîsê li mêvanxaneya Ezîmê Şemo diman û civînên xwe li “Conference hall”a otelê derbaz dikirin)

Cihê gotinê ye kurdên me yên Qazaxistanê heleqetiyek gelek mezin, mevanheziyek hêja û hezkirinek gelek bi hesret û bi rûmet nîşanî Koma Kurmancîyê û xebata wê dan.

Di 6-7ê hezîranê de jî , li bajarê St Petersburgê yê Rûsyayê Konferansa Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) ya sêyemîn bi navê “FNDK – wekî platformek ji bo xurtkirina hevkariya navbera civakên kurd” hate derbazkirin.

Di herdu rojên konferansê de sedî zêdetir mêvan, kesayatîyên berbiçav, profêsorên zanîngehan û mirovên zanist, karsaz, hunurmend, parêzer, karbidest, doktor ji Gurcîstanê, Azerbaycanê, Ermenistanê, Qazaxistanê, Qirgizistanê, Bêlorûsê, Rûsyayê, mêvanên ji Almanyayê, Beneluxê û Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Herwiha piştî konferansê, 9-ê hezîranê Delegasyona Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan bi vexwendina fermî ya Hukumeta Herêma Kurdistanê gihîşte Hewlêrê û tevî Merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê bû.

Di nava Şanda Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan de serokê Federasyonê, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, cîgirên wî, redaktorê sereke yê malpera RIATAZA Yûrayê Şamil Nabîyev û serokê Komeleya Kurdên Qirgizstanê Remezan Sehîdov, endamên Federasyonê, profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan, Barzanî Nabîyev û Ezîmê Şemo Abdûllayêv bûn.

Vê carê Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina wan pirsan û mijarên din yên rojane mêvandarîya Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (ya Kurdên Sovyeta berê) profêsor, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv kir.

Birêz Kinyazê Îbrahîm re ji stûdyoya radyoya Ria taza bajarê Almatayê ya Qazaxistanê ra em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (ya Kurdên Sovyeta berê) profêsor, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *