Her du hizbên Rojhilatê Kurdistanê bi fermî bûn yek

Her du aliyên Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ ku weke PDKÎ jî tê naskirin) îro bi fermî yekgirtina xwe ragihandin

Hat diyar kirin ku, ji niha şûnde dê wek partiyekê û bi navê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê xebata xwe bo Rojhilatê Kurdistanê bidomînin.

Rêkeftina yekgirtina her du baskên demokratan ji aliyê Berpirsê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî û Sekreterê Giştî yê Hizba Demorkata Kurdistanê Xalîd Ezîzî ve hat îmzekirin.

Endamê Komîteya Navendî ya HDKÎ, Kemal Kerîmî  ragihand, “her du partî bi fermî bûne yek û li ser hemû xal û bendan li hev kirin.”

Kemal Kerîmî got, “Niha me partiyek heye û em hemû endamê vê partiyê ne ku navê wê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) ye.”

Her du partiyan li ser mijarên siyasî, rêxistinî, kongreya hevbeş û çawaniya birêvebirina partiyê heta kongreya hevbeş li hev kirin.

Li gorî vê yekê, partî dê ji aliyê navendeke 12 kesî ya bi navê Baregeha Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ve heta yekemîn kongreya hevbeş ku di heyama kêmtir ji salekê de tê lidarxistin, birêve biçe. Serokê Navendê dê ji HDKÎ û berdevkê wê jî ji HDK’ê be.

Piştî merasima fermî ya yekgirtinê, HDKÎ ango PDKÎ li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Em bi kêfxweşî û şanaziyê radigihînin ku danûstandinên di navbera serkirdayetiya HDK û HDKÎ de bi yekbûna her du partiyan gihîşt encamê. Em gelê Kurdistanê pîroz dikin!”

Her du partiyan di civîna xwe ya hevbeş a roja 4ê Tebaxê de ji raya giştî re ragihandin ku biryar dane bibin yek.

Sekreterê Giştî yê HDKÎ Mistefa Hicrî diyar kiribû “pêvajoya ku tê meşandin zehmet lê belê hêvîbexş e” û got, “Vê parçebûnê zirar gihand yekbûna Hizba Demokrat. Yekgirtin dê tevgera Rojhilatê Kurdistanê xurttir bike.”

Sekreterê Giştî yê HDKê, Xalîd Ezîzî jî gotibû, “Ji bo xurtkirina têkoşîna gelê Kurd û misogerkirina serkeftina berxwedana gelê xwe, em dê refên xwe bikin yek.”

HDKÎ anku PDKÎ di sala 1946an de li bajarê Mihabadê yê Rojhelatê Kurdistanê ve ji aliyê pêşewayê nemir ê Kurd Qazî Mihemed ve bi navê Partiya Demokrat û li ser koka Komeleya Vejandina Kurd hatiye damezrandin.

Dawiya payîza sala 2006an û piştî kongreya 13mîn a partiyê di nava refên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê de perçebûn çêbû. Di 16ê Çileya 2006an de HDKê di civîneke çapemeniyê de li Hewlêrê ragihand ku ew ji HDKÎ cuda bûne.

https://www.nerinaazad1.com/kr/news/kurdistan/rojhilat/her-du-hizben-rojhilate-kurdistane-bi-fermi-bun-yek

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *