Hejmara 168an ya kovara Nûbiharê çap bû

Weşanên Nûbiharê hejmara 166an ya kovara Nûbiharê çap kir.

Di vê hejmarê da, nivîsên li ser çand û hunerê û gelek mijarên din cih digirin.

Derbarê Naveroka wê da

“Şemoyê Memê bi navê “Çend Hêmanên Derasayî di Destana Memê Alan de” nivîsek nivîsiye. Di serê nivîsa xwe de, van hêmanên derasayî weha dijmêre: “Di nav wan de bajarê Mixrîbê, hejmarên sembolîk wek 3, 7, 12, Xoce Xizir, sêv, keçikên periyan, xewn, guhastina gustîlan, koşka Memê ya li ser 44 lingan-stûnan ku 24 stûn li ser behrê hatine danîn, hespê Memê, kuriya behrê Bozê Rewan û ferasetên Boz.”

İbrahim Şahin & Ömer Güneş, di nivîsa xwe de bal kişandine ser aliyekî din ê çanda dengbêjiyê û dibêjin, di dema serhildanan de dengbêjan edebiyata dengbêjiyê di çarçoveya wezîfeya bulteneke civakî de bi kar anîne.

Hesenê Mehmed Celîlov di nivîsa xwe de bi berfirehî behsa Kurdên ku di dewra Stalîn de sirgûnî Qazaxistanê bûne kiriye. 

Mehmed Salih Bedirxan, ji pirtûka Hêmin Mukriyanî ya bi navê Sercem Berhemekanî çîrokek wergerandiye.

Rêbîn Mihemed, derheqê şair Refîk Sabîr de hin agahî dane û helbestek wî weşandiye.

Jiyar Homer û Ciwan Qado sê helbestên Dilawer Qeredaxî amade kirine.

Nihat Gültekin di vê jimarê de li ser 90 saliya nivîskarê navdar Ahmedê Hepo nivîsiye!

Wekî din du nivîs bal dikşînin: Edip Polat li ser Tevna Romanên Ereb Şemo nivîsiye. Hanifi Taşkın jî muftî Seyid Elî Îhsan Arvasî daye nasandin.

Hekîm Meretoyar çîrokek Mîrza Mihemed berhev kiriye.

Firat Keklîk li ser pirtûka Qedrî Şipranî ya “ji sefera şi’rekê têm niha” nirxandinek xweş nivîsiye.

Di vê jimarê de çend helbest ji Farisî hatine wergerandin.

Tehsîn Îbrahîm Doskî munacata Bedîuzzeman, Hayrullah Acar û Abdurrahim İnanç jî ji Hafizê Şîrazî xezel wergerandine.

Hevpeyvîna vê jimarê Rûbar Agirî bi nivîskarê Salnama Ehmedê Xanî Mehmet Gultekin re kiriye.

Wekî din bi çîrok û nivîsên xwe Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Seîd Mîrza, Kazim Söylemez, Emînê Botî, Haydar Sordan, Mustafa Ertaş, Rojbîn Ozkan, Mehmet Çalişcî, Dilazad A.R.T., Mele Șîno û Diyar Elîyaina di vê jimarê de cih girtine.

Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Talat İnanç, Celal Melekşa, Sediyê Şîrazî, Azad Rêbiwar, Rizgar Elegez, Ahmed Arif, Silêmanê Hesen, Şukran Çaçan, Mistefa Ensarî, Asyah Goyî, Yûsif Nabî, Abdullah Încekan, Reşîde Değirmi, Sidîq Gorîcan, Mistefayê Gewrê, Frazê Xoytî, Muaz Özel, Pertew Paşa, Musa Ataç, Muhammed Bozkoyun û Mela Etayê Miksî.”

BT

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *