Endama Parlamentoya Herêma Viyanayê ya Awisturyayê Heidi Sequensê diyar kir ku ji dema xwendekariyê ve pêwendiya wî bi civaka Kurdî ya li Awisturyayê re heye.
Heidi Sequensê li ser Kurdan da zanîn:
“Kurd her dem xwediyê wê wêneyê ne ku kesên herî lîberal in, ew kes in ku bi rastî dixwazin têkiliya wan bi me re hebe.”
Endama Parlamentoya Herêma Viyanayê Heidi Sequensê di bernameya Rûdawa Îro ya Tora Medyayî ya Rûdawê de behsa pêwendiyên Awisturya û Herêma Kurdistanê kir û got:
“Destpêkeke baş ew bû ku Serok Nêçîrvan Barzanî meha Tîrmehê bi serdanekê çû cem serokê me.”
Heidi Sequensê destnîşan kir ku sedemeke sereke ya serkeftina rastgiran a li Awisturya û Ewropayê pirbûna koçberan e.
Endama Parlamentoya Herêma Viyanayê anî ziman:
“Niha li Viyanayê her meh 300 zarokên me hene ku ji Sûriyeyê tên.”
Nwêner Fatih bi Endama Parlamentoya Herêma Viyanayê ya Awisturyayê Heidi Sequensê re hevpeyvînek kir.
Rûdaw: Navenda Civaka Awisturyayê ya li Zanîngeha Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê girîng e. Gelo ji bo Awisturyayê jî girîng e?
Heidi Sequens: Bi baweriya min, em her tim dikarin ji hev fêr bibin. Vê her ji niha ve jî dest pê kiriye. Pevguhertina xwendekaran bi Zanîngeha Lyonê re heye ku bajarek e nêzîkîkî du saet û nîvan li başûrê Viyanayê ye û li ser asta cîhanê bi wê yekê navdar e ku pispor jê derdikevin. Bi rastî, di cîhanê çêkirina tunelên hêlên hesin û cureyên din ên tunelê de amade ne, bala wan jî bêhtir li ser çareseriyên bi teknolojiyên jîngehî û kesk e. Min ev jî bihîstiye ku Zanîngeha Kurdistanê gelekî girîngiyê dide lêkolînên jîngehê û xwendekar ji seranserê Îraqê tên û li vê zanîngehê dixwînin, lewma bi nêrîna min ev hevparî û hevkariyeke pir xurt e.
Rûdaw: Karê vê navendê û pevguhertina pisporiyan çawa tê kirin, ev di navbera Kurdistan û Awisturyayê de çawa dibe?
Heidi Sequens: Wekî ku min got, heta niha pevguhertina xwendekaran hebû. Bi giştî 20 xwendekarên Îraqî ji Hewlêrê çûne Zanîngeha Lyonê û sala bê jî dê 25 xwendekarên din biçin. Ev programa masterê ye, dest pê kiriye û xwendekar niha dikarin navên xwe tomar bikin. Em hêvîdar in ku ev destpêk be û balê bikişîne ser warên din, wekî ku xelk bên û li vir li zanîngehan waneyan bidin, dibe ku ne ji bo salekê be lê wekî mamosteyên mêvan û pevguhertina çandî be.
Rûdaw: Pêwendiyên Kurdistan û Awisturyayê ji aliyê siyasî ve bihêz û baş in lê dema em li warên din dinêrin, em vê bihêziyê nabînin. Mebesta min ne siyasî, bazirganî û çandî ye. Çima?
Heidi Sequens: Bi rastî çend kompanyayên Awisturyayî li vir li Kurdistanê veberhênan kirine. Wekî mînak, Pul Rach ku avguvaşa fêkiyan çêdike, her wiha kompanyayeke din ku otomobîlên agirkujiyê çêdike. Ez van rojan bi nûnerekî Odeya Bazirganiyê re axivîm û wî ji min re got ku rojane nêzîkî 10 telefonan ji kompanyayên Awisturyayî jê re tên ku dixwazin werin li Kurdistanê veberhênanê bikin.
Rûdaw: Tu bi xwe niha li Kurdistanê yî û zanyariyên te li ser Kurdistanê hene. Kurdistan û Awisturya çawa dikarin têkiliyên xwe ber bi pêş ve bibin?
Heidi Sequens: Li gorî min, destpêkeke baş ew bû ku Serok Nêçîrvan Barzanî meha 7an çû serdana serokê me, ango berî nêzîkî du heyvan. Wezîrê Karên Derve jî çû serdana wî. Ji par ve balyozxaneya me li Bexdayê heye. Loma, bi nêrîna min, ev hemû nîşanên bipêşveçûnê ne. Bi dîtina min, girîngtirîn tişt ew e ku ev wêne bê veguhastin ku ev der cihekî parastî ye çimkî xelk li Ewropayê li ser tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, xasma niha, xwedî fikrên cuda cuda ne. Lewra girîng e ku xelk bi xwe were û bibîne ku ev der bajarekî xweş û parastî ye û hewce nake dudil bin. Her wiha hewce nake ku tu li ser veberhênana xwe dudil bî. Ango tu xelkê bi xwe bînî vir, ha merema min ji pevguhertinê ev e.
Rûdaw: Tu Endama Partiya Kesk î û li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, Îraq yek ji wan pênc welatên cîhanê ye ku herî zêde bandora guherîna avhewayê li ser heye. Awisturya çawa dikare di vî warî de alîkariya Îraq û Kurdistanê bike?
Heidi Sequens: Ez dizanim çawa tê kirin, ez dê balê bikişînim ser çend projeyên ku me pêk anîne. Partiya Kesk partiyeke biçûk e. Me di hilbijartinên dawî de tenê ji sedî 14ê dengan bi dest xist lê tevî vê jî me gelek kar kirin. Me behsa wan kir ku pêkan e em di warê veguhastin û plansaziya bajaran de bixebitin. Min li vir li Hewlêrê tewra hêleke tenê ya bisiklêtan nedît. Bi baweriya min, tiştekî ku dikare were Kurdistanê jî ev e.
Rûdaw: Tu havînê jî li vir bûyî û te bandora germê dîtiye?
Heidi Sequens: Erê min dîtiye, tevî vê jî ez bi zehmetî li vir textikên enerjiya rojê dibînim, li welatekî ku tîrêjên rojê her dem lê hene lê bi dîtina min, heta nirxê sotemeniyê erzan be, ev dê ne projeyeke baş be û veberhênana tê de ti wateyekê nade lê tiştek e ku ez ê rasterast bikim.
“Koçber dixwazin herin Awisturya û Almanyayê”
Rûdaw: Rewşa aborî û siyasî li vê herêma cîhanê her wekî xwe dimîne. Niha di bin bandora guherîna avhewayê de ye jî. Xelk ji welatên wekî Îraq, Sûriye, Îran, Tirkiye û welatên din ên herêmê koçî Awisturya û welatên din ên Ewropayê dikin. Niha ev pirsgirêk e ji bo Yekîtiya Ewropayê. Siyaseta koçberiyê ya Awisturyayê çawa ye?
Heidi Sequens: Awisturya bi xwe ne xwedî siyaseteke taybet a koçberiyê ye. Awisturya endama Yekîtiya Ewropayê (YE) ye. Niha me Peymana Dublinê ku kar pê nayê kirin, heye. Li gorî vê peymanê, divê ew kes li welatê yekem ku diçe wir daxwaza rûniştinê bike, wekî mînak gava tên Ewropayê berê diçin Bulgaristan an Romanyayê lê koçber li wir namînin û dixwazin herin Awisturya û Almanyayê. Ev bi rastî jî pirsgirêk e û piraniya welatên YEyê pêvajoyên qanûnî yên ji bo koçberan dane sekinandin û niha Awisturya û Almanya tekane welat in ku proseya wan a yasayî ya gera li penaxwazan heye û hevtayê yasayên YEyê ye. Hemû welatên din êdî vê yekê nakin, wekî Macaristanê. Ew dibêjin, li gorî me çêtir e ku em cezayên darayî bidin ne ku ti koçberek li welatê me hebe. Loma pirsgirêk ne tenê ew e ku ev hemû koçber ber bi du welatan ve diçin lê ya ku em dibînin ew e ku li van hemû welatan partiyên rastgir desthilatê dibin desthilat. Di hilbijartinên dawî yên Awisturyayê de rastgir partiya herî xurt bûn, li Almanyayê jî di hilbijartinên herêman de gelek deng bi dest xistin. Ev jî ji ber pirbûna koçberan e ku pirsgirêkeke mezin e.
Rûdaw: Ango niha koçberî tê ku nexşeya siyasî ya welatên Ewropayê ji hundir ve biguhere?
Heidi Sequens: Erê bê guman, bê guman bi arasteya rastgiran ve.
Rûdaw: Niha rastgir di hilkişînê de ne lê hîn jî dibe ku em bikarin bibêjin ku li welatên Ewropayê Sosyal Demokrat û partiyên navîn xurt in. Gelo ew ti karekî dikin ji bo guhertina rewşê û rûbirûbûna vê pirsgirêkê, qet nebe tiştekî dikin da ku di desthilatê de bimînin?
Heidi Sequens: Berî her tiştî, ez bi tevahî bi vê re ne hevbîr im. Wekî mînak, heger tu li Îtalyayê binêrî, niha partiyeke rastgir li desthilatê ye, partiya Orbanê rastgir li desthilatê ye, li Polonyayê niha hikûmeteke cuda heye lê tiştê dibînim ne cihê baweriyê ye û nikarin li ser siyaseteke hevpar razî bin. Tiştê dibînim ew e ku her kes vedikişe welatê xwe û bawer dikin ku dikarin sêncekê li dora welatê xwe ava bikin û rêgiriyê bikin ku xelk here. Bê guman ev kar nake. Loma bi nêrîna min, niha di kêşeyeke mezin de ne çimkî nikarin li ser tiştekî li hev bikin ku kar bike. Yekem karê ez bikim ew e ku zanîngeh di vê yekê de girîng e, ew e ku tu xelkê perwerde bikî û ji wan bixwazî ku li welatê xwe bimînin û li vir xwedî nêrîn bin.
Rûdaw: Me behsa wê yekê kir ku NY êdî li ser mijarên wekî Ukrayna û rewşa Rojhilata Navîn ne çalak e. Ango bi awayekî YE wekî sazî niha ne çalak e. Lewra her welatek vedigere hundirê xwe?
Heidi Sequens: Erê, ji vê hêlê ve erê, dibêjin bila em sêncên xwe ava bikin.
Rûdaw: Zanîngeha Kurdistanê û zanîngehên din jî her sal hejmarek kesên baş û zîrêk çêdikin ku amade ne kar bikin û şiyaneke wan a baş heye lê kêşe di derfeta kar de heye li vê hêla cîhanê, Kurdistan jî di nav de. Wekî Awisturya, hûn çawa dikarin alîkariya Kurdistanê bikin di vî warî de ji bo peydakirina kar?
Heidi Sequens: Di warê peydakirina derfeta kar de, bi rastî niha li Ewropayê rewşeke me ya cuda heye. Me kesên ku kar bikin nînin. Piştî Coronayê wer xuya dike ku xelk ji nişka ve nema. Gelek karkerên koçber ku xelkê Macaristan û Polonyayê bûn vegeriyan û êdî nema hatin. Min bihîstiye ku li Îraqê di damezirandina xelkê de pirsgirêkeke mezin heye çimkî rêjeya bêkariyê pir bûye lê bi nêrîna min têkildarî wê yekê ye jî ku hejmara şêniyan çawa mezin dibe. Bi nêrîna min, ev curekî teqînê ye, loma ev tiştek e ku divê tu pêşî rûbirûyî wî bibî. Her wiha karê watedar bikî, ne ku tu hin pereyan bidî xelkê ji bo ku bimînin û bi zorê bijîn. Di demekê de ku ti karekî wiha nekin.
Rûdaw: Te behs kir ku kesên ku çûne Macaristan û Polonyayê piştî Coronayê êdî venegeriyane, nexwe niha pêwîstiya Awisturyayê bi karkeran heye. Hikûmeta te çawa bi vê pirsgirêkê re tevdigere?
Heidi Sequens: Nexşeplanek heye jê re tê gotin sor, spî û sor. Ev rengên alayê ne, sor, spî û sor. Ev jî kar nake. Bi min baş e Awisturya siyaseteke wekî ya Kanadayê hebe ku kesên ku ew dixwaze hildibijêre. Wekî mînak, pêdiviya me bi kesên IT yan perestar heye. Em hilbijêrin ku em vî û wî dixwazin.
Rûdaw: Niha Almanya jî heman tiştî dike. Di rastiyê de niha li ser yasayeke nû kar dikin ku li parlamentoyê tê derbaskirin û wer dike çûyîna Almanyayê li gorî niha pir hêsantir be da ku xelk bi awayekî qanûnî koçî Almanya bikin lê kîjan celeb xelk, xelkên bişiyan û behremend. Bi dîtina te, ligel hilkişîna dengê rastgiran li Awisturyayê, derfet dibe yasayeke bi vî şêweyî li parlamentoyê derbas be?
Heidi Sequens: Bi nêrîna min dikare derbas bibe lê nerazîbûn ji aliyên cihê ve hene wekî rêxistinên nehikûmî ku dibêjin divê mafê penaberiyê bi her kesî bê dayîn. Mafê penaberiyê yê kê heye? Bê guman her kesê ku ji Sûriye û Efxanistanê tê mafê wî yê penaberiyê heye lê kêşe ne ev tenê ye, wekî mînak niha li Almanyayê yek milyon Sûriyeyî dijîn ku ne hemû penaber in lê beşek ji wan malbatên wan ku dûv re hatine. Niha li Viyanayê her meh me 300 zarok hene ku ji Sûriyeyê tên.
Rûdaw: 300 zarok ji Sûriyeyê. Li ser Îraqê ti hejmareke te heye?
Heidi Sequens: Na, ez bawer nakim ku me gelek kes hebin ku ji Îraqê werin, ew ji Tirkiyeyê tên.
Rûdaw: Hilkişîna rastgiran li Awisturyayê bi şêweyekî sereke çi li Awisturyayê diguhere?
Heidi Sequens: Hîç. Ew çareseriyê naxwazin. Naxwazin vê pirsgirêka koçberan çareser bikin çimkî ew bi xwe li ser dijîn. Tu dizanî, ger ew pirsgirêk nemîne, ew jî dê nemînin.
Rûdaw: Nexwe tu pêşbînî dikî ku ev pirsgirêk bimîne?
Heidi Sequens: Eşkere bim, bi rastî ez ne zêde geşbîn im.
Rûdaw: Ma koçberî tekane sedem e ku wer kiriye ku xelk deng bidin rastgiran an jî sedemên din wekî yên aborî hene?
Heidi Sequens: Ez dibêjim du tişt hene. Yek ji wan koçberî ye ku bila ev jî eşkere be ku kesên ku dengê xwe didin rastgiran ne kesên xizan in. Nefikire ku kesên hejar in, lê ew mirov in ku tiştek bi dest xistine û ditirsin ku wê serwetê ji dest bidin, lewra dibe ku sedem koçberî be. Sedema din jî qeyrana aborî ye, lê tirsa windakirina tiştên ku xelkê bi dest xistine, dihêle ku dengê xwe bidin rastgiran.
Rûdaw: Rastgir ji Şerê Cîhanê yê Duyem ve li hin deverên Ewropayê bi ser neketine lê tiştê ku ji min re balkêş e û dixwazim nêrîna te bizanim, çi dihêle ku xelk li Ewropayê dengê xwe bide rastgiran? Gelo tenê koçberî ye yan sedemên din hene?
Heidi Sequens: Beşeke mezin koçberî ye lê dubare dikim, tirsa jidestdana tiştê ku wan heye. Ez li wî bajarê Almanyayê bûm û yek ji bajarên herî xweş e ku min dîtine û her tişt herebaş, wekî çîrokê bû. Xwaringeh tijî mirov bûn û xelkê vedixwar û aheng digerandin, digeriyan û min digot baş e çi ji wan kêm e? Çi ji wan kêm e? Çima dengê xwe didin partiya rastgir ku tiştekî ji wan re nake? Bi rastî, tirs wer li wan dike, ne tirseke beraqil e lê gêwlî ye.
Rûdaw: Baş e, li vir ku em qala rastgiran dikin, tiştek hat bîra min. Gotineke Slavoj Žižek hat bîra min, dibe ku tu wî nas bikî, pir navdar e û kesekî çep e, xwe wekî Hegeliyekî Marksîst dide nasîn, ji Slovenyayê ye û ji hêla Kovara Timesê ve wekî fîlozofê herî xeternak ê cîhanê ku sax be, hatiye binavkirin. Wî carekê tiştekî balkêş got, got nabe em lomeyan li rastgiran bikin ku bi ser dikevin. Hingê behsa serkeftina Trump a di hilbijartinan de dikir gava ev tişt got, ligel hilkişîna rastgiran li Ewropayê. Merema wî ew bû ku serkeftina rastgiran nayê wateya ku tiştekî wan ji bo xelkê heye lê heger nîşana tiştekî be, nîşana wê yekê ye ku çep û sosyaldemokrat û lîberal di çend dehsalên borî de di sozên ku dane xelkê de bi ser neketine. Tu çi dibêjî di vî warî de? Bi nêrîna te, serketina rastgiran qet nebe li Awisturyayê ne ew e ku xelk ditirsin tiştekî ji dest bidin loma deng didin rastgiran, belbî sedem ew e ku êdî baweriya wan bi soz û siyasetên aliyên din nîne ku bi dehan sal ceribandin û niha dizanin kar nake?
Heidi Sequens: Wekî mînak Viyanayê qet nebe ji bo sed salî ji aliyê Sosyal Demokratan ve hat birêvebirin, ji bilî demên şer û tiştên ku tu jî dizanî, tewra ji bo min jî ku ji Partiya Kesk im, Viyana yek ji guncavtirîn bajarên cîhanê ji bo jiyanê ye û her sal wekî guncavtirîn bajar ji bo jiyanê deng pê tê dayîn. Carinan jî tu dipirsî çima xelk wiha dikin û deng didin rastgiran, çimkî xanî erzan in û veguhastineke wan a giştî ya zaf baş heye ligel sîstemeke perwerdeyê ya baş, pergaleke tenduristiyê ya baş, digel vê jî tu ji xwe dipirsî çi dihêle ku deng bidin rastgiran? Gava tu bi xelkê re jî dipeyivî, dibêjin axir em wan kesên ciwan ên efxanî li stasyonên trênê dibînin û ditirsin.
Rûdaw: Ji wan ditirsin?
Heidi Sequens: Medya jî vê yekê dilivîne, beşekî mezin medya ye.
Rûdaw: Medya yan medyaya civakî?
Heidi Sequens: Bi taybetî medyaya civakî, bi şêweyekî serekî jî TikTok, ez bê guman dikarim bibêjim TikTok.
Rûdaw: Ango TikTok platforma sereke ye?
Heidi Sequens: Erê, gava tê ser rastgiran TikTok e, ji aliyekî din ve jî Îslamî, ew jî rastgir in çimkî ji bo min Îslamî û rastgir du rûyên heman diravî ne. Ew li Awisturyayê bi rêya TikTokê digihêjin zarokan. Bi rêya medyaya sereke tu nikarî bigihêjî vî xelkî, çimkî derewan dikin, ew her derewan dikin. Lewra bi rêya komên WhatsAppê û tiştên wiha agahiyan belav dikin.
Rûdaw: Bi rastî li vir pirsgirêka me jî bi TikTokê re heye ku bandorê li zarokan dike. Xort û keç lê ne di warê siyasî de, lê pirsgirêkên me pê re ji hev cuda ne, lê gelo heman pirsgirêka we jî heye nemaze bi TikTokê re?
Heidi Sequens: Bêhtir Îslamî li TikTokê bandorê dikin çimkî ev amûra sereke ye ku bi kar tînin û pir baş in tê de. Ez bi ciwanekî re axivîm ku li Sûriyê bibû û bi awayekî hest bi wê yekê kir ku tiştê kiriye pir pûç e, niha ew ji bo zarokan dipeyive û ji wan re behs dike ka çi hatiye serê wî û çawa bûye tundrew, ew dibêje ku îslamî di vî warî de pir bişiyan in, ew di tiştê ku dikin de bişiyan in. Ji aliyekî din ve, îstatîstîkên me hene ku ji me re dibêjin em êdî bi rêya medyaya asayî nagihin ciwanan, tewra em bi rêya medyaya civakî jî nagihin wan, niha ew di nav komên xwe yên WhatsAppê de ne û her kesekî cihekî xwe yê taybet heye û tenê tiştê ku ew dixwazin dibihîzin.
Rûdaw: Li medyaya civakî kêşe ew e ku bi rastî tu bi wan hemû kesan ve ne girêdayî yî lê algorîtma te bi awayekî araste dike ku di dawiyê de tu di nav bazineyekê de yî û tenê wan tiştan dibînî ku tu ji wan hez dikî.
Heidi Sequens: Erê, tiştê ku tu dixwazî bibihîzî, erê.
Rûdaw: Têkiliya te bi civaka Kurd a Viyanayê re çawa ye?
Heidi Sequens: Ez dikarim bibêjim pir nêzîkî im û her tim wiha bû, naxwazim behsa hemû jiyana xwe ji te re bikim lê gava ez xwendekar bûm û li şevîmanê bûm, xwendekarên Kurd bi me re hebûn û wan ez vedixwendim ahengên xwe, loma bi vî şêweyî ez nêzîkî wan mezin bûm. Kurd her tim ew wêneyê wan heye ku kesên herî liberal in, ew kes in ku bi rastî dixwazin têkiliyên wan bi me re hebin. Niha jî têkiliya min li gel hemû komeleyên Kurdan heye û her tim ji bo axaftinê têm vexwendin, tewra ez çavdêrê hilbijartinan bûm li herêma Kurdî ya li Tirkiyeyê, loma erê dibêjim ku pêwendiya min pir baş e û ez birêz Remezan jî dinasim ku berpirsê Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Viyanayê ye. Nêzîkî dilê min in.