Hawar: Şêranîya Zmanê Kurdmancî

Şêranîya Zmanê Kurdmancî
Wekê ez gehişim Bêrùtê roj çû bû ava û sê saet ji şevê derbas bû bùn. Sibetir, berî nîvro, ji mêvanxanê derketim, min da kuçe ù kolanan, û gehiştim meydana Burcê. Dinya germ, ba şil, bihna mirov teng dibû, diçikiha.
Min xwe da ber siha Qehwekê, canê xwe divêsihand. Burc meydaneke fireh û drêjkî ye. Di nava wê de parîzekî kiçik lê spehî heye. Bi giya, bihnûn û daran xemilandî ye. Tê re aveke kiçik dibihure û dikeve nav bêrmeke tenik. Erda bêrmê ji kevirên şehkirî û benevşgon raxistî ye. Rengê avê têde winda dibe. Pêrm wek zevîyeke benevşîn xuya dike.
Li serê meydanê, sê kùçeyên mezin ji bakur, ji rojhelat ù rojava xelkê bajêr ditînin û lê dirijênin.
Xelk di nav kùçeyan de mina robaran diherikin. Ev sê robarên ko di meydanê de digehin hev, dibin lehîke boş û xwe didin ber parîzî. Di ber caxên parîzî re pêlên lehîyé dişikên û lehî dibe du bir, birek di ber rastê û birê din di ber çepê parîzî re diherike, heta piştî Serayê, paşê, dilopên Iehîyê, ber bi behrê ve, ji hev dikevin û belav dibin.
***
Xelk di ber min re dibihurîn. Pîr ù ciwan, jin û mêr, dewlemend û belengaz; ji her rêzê, ji her rayî, ji her nijad û miletî.
Min ew ji belg, dêm û serçavên wan nas dikirin. Carinan şevqekî gewr û pehn bi şaşikeki kesk diketin ber, kumekî Sor di ser çairikekê re dikelikî. Jinikeke zikmezin, wek denekî, gêr dibû û diket pişta keçikeke narin ù bejnzrav.
Ev e, pêxwasek, kaşo bê hemdé xwe destên xwe di ser hét û navkelén van pîrek û keçikan re digerîne.
Min canê xwe vêsihandi bû. Rabûm, ketim nav pêlên lehîyê. Ji nişkê ve, ji kolanekê, çend serîyên bi kum û destmal li min der bûn.
-Ne lo!… hê zû ye… ma çiman … dev jê berde . . . Heso digot . . . na herê. . guh mede ….
Qet ne dihat bîra wan ko ez jî bi zmanê wan dizanim, ko ez jî yek ji wan im.
Ji xwe ji min re zilamek divîya bù ko hûrmûrên min hilgire, bibe mêvanxanê. Min deng li yekî kir.
-Xorto, heke vala yî bi min re were.
Xorlê ko min deng lê kiri bù, ji hevalên xwe veqetiya û da pey min. Heta ko em gehiştin dikanekê min deyn ne kir. Li dikanê min cixareyek da wî ù me dest bi axaftinê kir.
-Xorto, tu xelkê kû derê yi? Ez xulam, ez bedlîsî me.
Lê zmanê wî ne zarê xelkê bedIîsî bù, min gol:
-Ma çire dibêjî ko bedlisî yî, ji zmanê te kifş e ko tu ji dora Mêrdînê yî.
-Belê, xebera te rast e, lê ez eslê xwe dibêjim. Ez bedlisî me, lê di mihacirîyê de derketim û di dora Mêrdînê de bi xwedî bûme, ber vê yekê…
-Kengê hatiyi Bêrûtê?
-Ev bù salek û hin, ma ez xulam tu ji kûjan wehtî yî?
-Divêt lu jî, ji zmanê min bizanî!
-Gora zmanê te, tu ji welatê Botan î, lê di vî bajarî de tu botî nînin.
Pêlekê seknî. Kifş bû ko difikrî û di bîra xwe de li tiştekî digeriha. Di pey re, rabû ser xwe, hat destê min ù got:
-Ez xulam , li sûçê min menêre, min aniha tu nas kirî. Ji xwe min bihisti bû ko yek ji we li Bêrûtê ye. Min dil dikir ez herim ziyareti wi, le min fedî dikir. Xwedê ji min re li hev anî.
-Belê yek ji me li Bêrûtê ye, lê ew ne ez im, ew brayê min e. Ez li Şamé rûdinim.
Di pey re ez ù xweyîyê dikanê em ketin bazara kaxeza Hawarê. Ji xwe ji bona kirina kaxeza Hawarê hati bùm Bêrûtê.
Min şuxlê xwe kuta kiri bù. Kaxez bi rêhesinê bihita rêkirin. Tinê kaxeza çermi min bi xwe re bibira. Xortê min çermê Hawarê kir piştî xwe û me da rê. Em çû bûn dikaneke din. Min bi xweyîyê dikanê re xeber dida. Kurdmancê min di qurçikekê de li ser tetikan rûnistî li min dinêrl û dikenî. Min jî bi devkenekê jê re got:
-Xorto, te xêr e, çire dikenî?
-Xêr e ez xulam, ji kêfa kurdmanciyê, ji kêla kurdmancîya te dikenim. Belê li Bêrûtê kurdmanç zehf in. Ji sibê heta evarê em bi kurdmancî xeber bidin. Lê gava ji devê te dibihîzim hêj bêtir kêfai min jê re têt. Ax ez xulam, tu nizanî kurdmancî çikas şêrîn e.
-Na herê, kurdmancî kengê bùye şêrîn.
-Bi serê te ê eziz, tu zman wek kurdmancî ne şerin e. Ez bi tirkî rind nizanim, lê min ew gelekî bihîstiye. Li Iraqê min erebî û ingilîzi gelek bihistine. Li Sûrîyê her roj erebî û frensizî dibihîzim. Ez van datînim ber hev û dibinim ko şîranîya zmanê kurdmancî di tuwan de nîne. Lê ci fêde ew bi kurdmancî nizanin!
-Ma bizanîyana çi dibû?
-Hingî, ji kurdmancîyê pêve bi tu zmanan xeber ne didan…..
Celadet Alî Bedir – Xan
—————————————————————————————————
Rêya Teze
Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nù, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî ù çeleng de derdikeve.
Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê bi ruhnî bùn, dilê me şa û geş bù.
Kurdmancên Rewanê ji rojnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê çar roj mijûlahîya xwe bi wan kirin.
Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulilkên çiyayê Elegozê, bayé zozanên Serhedan dihatin. Di nav resnmên wan de şal – û -şipikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin ditin.
« Rêya Teze » wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevntir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehîştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya Teze rojnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye.
Ev çend beytên jêrîn ji kitêbeke kurdmancên Rewanê ye:
Eyşê, qurban, rabe j`xwê
Herin mektebê, dersxane
Welatê kitêban pir şêrîn e
Meriv li wê dinya dibîne
Dê û bavé me tarîyê da bûn,
Ji dinê bê lies, bê xeber bûn.
Hawar rûpel: 164

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *