Bedîrxan EPOZDEMÎR
Ku tu di dema xwe da helizê nedûrîyî, dema bû puş êdî bi kêrî te nayê.
Tiştêkê (rêxistin, platform) dema tu li ser antî bûnê ava bikî, bernameyê te çiqas rast bî, bangewazên te çiqas bi nav û deng bin jî serketin çênabî.
Duwem, ew kesên ku li qada tekoşînê nebin, pêvajoya ku welat û gel têda derbaz dibî baş neşopînin, her gav avêtinek wan bi xwe ra binketinek tine.
Di tekoşîna gelê me da bi dehan nûmunê me hene.
Îro li Bakur gelek partîyên Kurdistanî hene. Çi tê bîra meriv hatine gotin. Welewkî ev gotin di pratikê da baş cîh negirtibin jî, em mecbûr in ji vî erzakî xwarina xwe çêkin.
Elbet mabesta min kesî piçûk kirin, nine. Herkes dikare ji bo nerînên xwe tevbigere. Lê xeyal tiştek e, rastîya jîyanê û gel jî tiştekê din e.
Hêvîdarim ku gotinên min puç derkevin.
Mesela xortan û jinan li gor min trajedîya tevgera sîyasî ya Kurd e. Sed sal e ku didome.
Tu tevgerêke siyasî ya elît qadro ya Kurd, piştî xwe wekî wî karî bimeşîne merheze nekirîye û ji bo duweroj qadro negihştandiye.
Zihinîyeta “piştî min tufan” xetma xwe li tekoşînê daye. Hêvîdarim ku dawî li vê kambaxîyê bê.
Careke din dubare dikim: Pewîstîya gelê Kurd bi dikanê pîçûk tine. Pewîstî ku em pêwajoya îro li ber çev bigrin bi holdingan heye.
Gelê me li Rojhilat û Rojava vê rastîyê îspat kir.
“Rojava û Rojhilat yek welat e, yek welat.”
Gerek em îdeolojîya xwe û mafê gruba xwe yan rêxistina xwe nexne pêşîya mafê gel û welat xwe.
Vezîfa lezgîn; li her beşên welat li gor mercan, honanindina yekîtîya netewî û demoqratik e.
Pişti wî li ser bingehêke netewî bi rêzdarî pêwendîya beşan bi kongreke netewî li dar xistin e.
Siyaset bi xeyalan nameşe. Xewn û xeyal başqe ne, rastîya jîyanê başqe ye.
Ew sîyaseta ku pêşîya xwe nebîne, bernama xwe bi ruhêkê netewî neynê holê, ser nakevê.
Bi hevîya ku em cudabûnên xwe deynine alîyekî, niqteyên xwe yê şirîk bînine ser masê.
Bi rengekî evîn û rûmet hev pejrandin, gava yekem ya serketinê ye.

