Gotara Bîrhanîna Serok Berzanî

Xwişk û birayên hêja,

Ez berya dest bi gotara xwe bikim, silav û birêzbûnîya xwe li we hemû beşdarên birûmet yên vê bîrhanîna Serok Barzanî yê nemir pêşkêş dikim, dîsa ez dixwazim ku li ber we hemûyan ji bona bi amade kirina vê civîna bîrhanîna Serok Barzanîyê nemir û Îdrîs Barzanîyê jîndar ve vatinîya me jî pêkhanîne tevî silavên xwe ve sipasîyên xwe jî pêşkêşê Komîta Hollanda ya PDK dikim.

Hevalno,

Ez naxwazim livir li ser jîyana Serokê nemir gotinan dirêj û dubare bikim, ji ber ku gelek beşdar û tevî Komîta amadekar li ser jîyana pak ya Serok Barzanî peyivîn û dibe ku hinek din jî bipeyivin. Ji xwe armanca bîrhanîna kesayetîyak wek Serok Barzanî hesabdîtinek bi xwe û pêkhanîna vatinî û berpirsîyarîya xwe ya bi demajoya têkoşîna netewa xwe û pêkhanîna armanc û hêvîyên wan e.
Lê dîsa jî bêyî bibîrhanîna çend nuqtan jî meriv nikare bubuhure.

Di dîrokên her gelî de, di dîrokên her netewî de qehreman hene, têkoşerên binav û deng hene, serokên hêja hene ji bona wan gel û netewan. Lê di dîrokên gelan de kêm kes hene ku wek Serok Barzanî dîroka dema xwe, bi jîyana xwe ve, bi têkoşîna xwe ve weha xwurt karibe rapêça be. Dîsa kêm serok hene ku ew çend bêyî hêvî û tirsek kesayetîyê ji alîyê hemî katên netewa xwe ve, ji alîyê piçûk û mezinên gelê xwe ve, ji alîyê xwenda û nexwenda û rewşenbîrên gelê xwe ve bê heskirin û rûmet girtin.

Gava meriv bixwaze li ser dîroka Kurd û Kurdistanê ya sedsala bîstan bipeyive, meriv nikare bêyî jîyana Mustefa Barzanî wê dîrokê bîne ziman. Gava meriv bixwaze li ser têkoşîn û berxwedan û şoreşên Kurdistanê bipeyive, dîsa bêyî têkoşerî û serokatîya Barzanî meriv nikare bîne ziman. Ji ber ku ew Qehremanê Kurd, Ew Serokê navdar; ne tenê perçekî dîroka têkoşîn û şoreşên nêzîk yên Kurdistanê ye, lê ew perça herî mezin ya vê demajoyê ye. Ew qehremane ku ji pêncî salî bêtir şoreşa azadîya Kurd û Kurdistanê domandî ye. Dîsa ew Qehremane ku ji bona têkoşîna azadîya gelê Kurd û Kurdistanê, sînorên ku dijminan xêzkirine li ser axa welatê me tucar nasnekirî ye û li kîja deverên welatê me pêwistî bi wî qehremanî hebuye bê rawestan ew li wê deverê bêyî payek kesayetî beşdarê têkoşîna azadîya gelê Kurd buye. Ew ji her kesî bêtir buye şahidê zordarî û hovîtîyên dijmin û wî ji her kesî bêtir ji bona rakirina van hovîtî û zordarîyên dijminan têkoşîn kirî ye. Çiya û gelî û deyştên Kurdistanê, dar û ber û şikeftên Kurdistanê ji her kesî bêtir Barzanî dîtine, Barzanî nas kirine. Di demên herî dijwar de wan Barzanî ji êrîşên dijminan yên dijwar parastine.

Ew qehremane yek ji Serkêşên Komara Mahabatê, ewe amadekar û çêkroxê peymana otonomî ya 11 adarê. Ewe yê ku hêvîya azadîyê li seranserê Kurdistanê ewçend xwurt geş kirî ye. Ewe yê ku netewebûnîya Kurd bi Kurd da nasîn û Kurd jî bi dinê da nasîn. Ji ber vê ye ku; li her derê dinê; gava gotina Kurd yan jî Kurdistan tê ziman navê wî qehremanî li du ye. Ji ber vê ye ku navê Barzanî li cem hemî katên Kurd, li cem kal û pîr û ciwanên Kurd pîroz e. Dîsa ew qehremane ku ji bona dijminên Kurdistanê tirs û lerz û kula herî mezin e.

Belê Serok Barzanî bi laşê xwe yî pak ji nav gelê xwe, bi xemgînîyek mezin, hundabûnek bêhempa koçkir, lê wî qehremanî xiznekî mezin û bê hempa jî ya têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê ji Kurdistanîyan re li dû xwe hîşt. Ji ber vê jî her çend em bi koçbûnîya wî gelek xemgînin, lê bi têkoşîn û berxwedan û kiryar û hêvîyên ku ji me re hîştî re jî gelek birêz û serbilindin.

Hevalno,

Bi vê bîrhanîna hanê, ez pêwist dibînim ku çend gotinan li ser rewşa rojane jî bînim ziman. Ji ber ku bîrhanîna Barzanî ne tenê bi ziman hanîn û pesindana mezinahî û qehremanî û kiryarên ku wî ji mere hîştin e, bîrhanîna Serok Barzanî bi alîyê herî girîng li xwe zivirîn û ji xwe pirsîna çi li wê têkoşîn û berxwedana azadîyê ku ji mer mîrasmayî pirkirine, çend ji wan vatinîyên ser milên xwe pêkhanîn e. Ev jî rewşa me ya rojane vekirî wê pêşanî me dike.

Gava ku meriv li rewşa seranserê Kurdistanê mêze dike, kêfxweşî û jan û hêşa ku gelê me têde dijî bihevre tên ber çavên me. Ji alîyek ve destkeftinên girîng di dawîya sedsala buhurî de ketin destên me. Wek pêkhanîna dewletek federe ku bû deh sale li piya dijî, bi hindikahî di destpêkê de hilbijartinên azad û heta roja me rêvebirina nîrek kurdî li ser beşek ji axa Kurdistanê, geş kirdina dibistan û her hawên honanên netewî, avakirdina xirb û kavilên Kurdistanê, di qada navnetewî de cî sendina pirsa me ya netewî bi hawek fermî cîyê şanasîyê ne, serbilindahî û serkeftinên me ne, pêkhanîna hinek ji armancên wan nemirane.

Lê ji alîyek din hêjî girseya welatê me dibin hovîtî û zordarîyên dijminan de dinale. Hê jî girseya gelê me dibin potînên leşkerên dijminan de, dibin îşkencên dijminan de jiyana xwe didomîne. Îro di qada navnetewî de hesabên nu li hember nîrê Bexdayê tên kirin, Leşkerên mêtinkarên Tirkan bi hêvîya firsendek navnetewî ve daketî ye başurê Kurdistanê, daku karibe pêşî li domandina pêşeroja dewleta Kurd ya federe bigre. Dijminên netewa me bi şehîd kirdina Nemir Firanso û gelek kiryarên berbiçav û yê neberçav ve dekên pir xirab li ser welatê me pêktînin.Ew dixwazin bêhêvîtî û bêbawerîtî û tevlihevîyên mezin li nav dewleta federe avabikin daku rêyên pêkhanîna dekên xwe asantir bikin. Dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê pêşîya her hawî gotebêja hebûna Kurd dixwaze bigre, êrîşkarîyên xwe bi hawek hovane li ser gelê kurd û hemî avahîyên demokrat didomîne. Pêre jî bi destê Kurdan amadekarîya şerek din li başûrê Kurdistan di navbera Kurdan de amade dike. Li binxet û rojhilata Kurdistanê jî tu guherandinên berbiçav di jîyana gelê me de tune ye. Belê lome û gilî ji dijminan nabe. Qada têkoşînê ye, carna meriv dikare serkeftî be û carna meriv dikare serketî nebe.

Lê cîyê daxa me û nemirên rêya azadî û serxwebûna Kurdistanê ewe ku pêşkeftin û serkeftinên gelê me gelek caran bi destê me bixwe tên şûnda xistin. Ji me Kurdan bi xwe bi zanîn yan jî bi nezanîn dibin haletên dekên dijminên Kurdistanê. Ev carcaran xwe bi şerê birakujî pêşan dide, carna xwe bi propaganda parastina dewletên mêtinkar ku li ser rijandina xwîna bi sedhezaran nemirên me, bi talan kavilkirdin û şewitandina welatê me hatine damezrandin dide nîşandan. Carna ev xwe bi perçekirdina perçê Kurdistan dide nîşandan. Eve ya ku hestîyên nemirên Kurdistanê di gorên wan de dêşîne, eve ku me li hember ruhê nemirên karwanê azadîyê sernişûv dike.

Pêwiste ku em Kurd bi hevre, bi xebatên hevbeş, bi bawerîyek dilsoz û ramanên bilind karibin pêşî li van dekên hovane bigrin, rêya pêşîya xwe zelaltir bikin. Bawerîya navbera xwe bihonin, cudabûnîyên xwe kêmtir, hevbeşîyên xwe pirtir bikin. Pêwistîya me bi hev, bi alîkarîya hev, bi raya hev, bi şîretên hev, bi hevaltîya hev, bi piştgirtina hev heye. Da ku em karibin li hember van dekên dijwar xwe û têkoşîna xwe ragirin, pêş bixin rêya serkeftina Kurdistanê amade bikin.

Lê tevî van hêş û nexweşîyan, tevî van dekên hovane jî têkoşîna gelê me ya jibona azadî û serxwebûn û yekîtîya welatê me, ji bona pêşkeftin û honana civaka demokratîk û azad li Kurdistanê, ji bona pêkhanîna armanc û hêvîyên nemirên Kurdistanê pêşve diçe. Tu hêz, tu asteng, tu êrîş, tu zordarî û hovîtî nikare pêşîya vê têkoşîna pîroz bigre û tu car nayê girtin jî.

Dîsa ez li ser navê Rêxistina Sosyalîsta Demokratîka Kurdistan dibêjim hezar silav li rihê pakî Serok Mustefa Barzanî û Îdrîsê jîndar û birêzbûnîya xwe ji bona hemî şehîdên karwanê azadî û serxwebûna Kurdistanê re pêşan didin.

Adar 2001
Li ser navê
Rêxistina Sosyalîsta Demokratîka Kurdistan
(RSDK) Herêma Hollanda
Baran

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir