Gerînoka Berjewendiyê

Cano Amedî
Di çanda bajarvanîya Amedê de gelek karakter û aktorên balkêş hebûn. Her yek bi serê xwe aktorên cuda bûn.
Wargehên wan ber Bedenê, baxçê Hewsel û Qesra Misto bû. Tûrikê wan tijî derew û fesadî bû. Wê cixarên xwe yên esrarê bipêçana û li hev kombibûna, êdî sînorê fesadîyê û xirabîyê li gorî germaya serê wan bû.
Li ber hev ji hevre xweş dikirin, “abê qurban rûnê” û şelafî diherikî. Lê li pişt hev digot: “pêre mixatab nebe, ew teneke ye, quşxaneyê beradayê kuçe û kolana ye!”
Carnan jî serxoş dibûn kêrika xwe dikişandin û digot: “Yê dayika xwe şerjê kirîye ez, yê bavê xwe şerjê kirîye ez, yê kêr li pisîka mirî kişandîye dîsa ez, kesên bi awirên tirşo li min binhêre heye lannn?” (Anamı kesen ben, babamı kesen ben, ölmüş kediye bıçak çeken yine ben, lannn, var mı bana yan bakan?)
Di navbera salên 1970 an de çand û karekterê wan di bin bayê bihêz û desthilatdar de ma. Hinekan pişta xwe dan qewetê û xwe nêzîkî siyasetê kirin.
Lê hinek jê bi taybetmendiyên xwe di jiyana rojane de jiyana xwe domand. Alîşan, Xeno, Silo, Pişo Mixemed, Cellad Bozo û hwd.
Hinek jê “Pêxwas bûn, hinek jê qirdik bûn, hinek jê dîhn bûn; ji wan re digotin zir delî, hinek jê ji ber derdê evîndarîyê, ji ber “bîrûbaweriyên kûr” bûbûn dîhn û dîwane… Civat, malbat bi çavên dînîtîyê wan dinîrxand.
Lê taybetîya piranîya wan aware û berdoşîya wan ya beradayî bû. Gava polîs an bekçî didîtin hemûyan dest bi heyran, qurban û şelafîyê dikir. Hinek jê li dijî civatê û desthilaydarîyê bertekên xwe bi henekan, bi îronî û zimanekî sergirtî, dijberîya xwe nîşan didan. Yek jî wan jî Delî Mixemed bû an jî Delî Mehmet. Gava Mihemed di nav qerebalixê de dimeşîya, bi awirên tirşo, bi çavên beloq û ruyê reş bal dikişand ser xwe û bi dengê bilind diqîrîya û digot:
“Ez bûm, tu bûyî, Azo bû, Kazo bû, Qu..bû, Daxkapîlî Rizo bû, Brict Bardot bû (Brigitte Bardot), Marlon Brando bû, lê giştî derew bû…”
Xuya ye ev çand îro jî di nav me da, desthilatdarê, heta ku em berjewedîyên şexsî, hizbî, komî, grûbî û derdorî li pêşîya berjewndîyên netewî bigirin, ji bo şaşî û xeletiyên xwe li şirîka bigerin wê meydan ji Brict Bardot, Marlon Brando, Lawrence û Cellad Bozo re bimîne. (Cellad Bozo bi eslê xwe Bûlgar bûye û karê payton ajotinê kirîye. Pirî caran jî, karê Celladîyê kirîye.) Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fam bike. Ez bawerim ew cemaet îro di nav me de bigerîyana, wê dîsa çîvanokên xwe bigotina….
Dewr û dewran diguhere, lê karekterê bindestîyê her tim di gerînoka berjewedîyê de dizîvire… 11.3.2025

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *