GELO “WÊ TU TİŞT WEKE BERÊ NEBE?”

Di vê pêvajoya vayrosa Korona de, cîhan seranser di bin tirs û xofa  “mirinê” de nizane çi bike.

Dewletên bi hêz û desthilatdarên cîhanê, di bin bayê neçarîyê de ketîne tayê. Ne artêşên wan, ne çekên konvansîyonel û mûşekên balastîkî, ne jî çekên atomî û kîmyawî li dijî vayrosa Korona bi kêr nayê. Sîstemên wan yên tendurîstîyê yek bi yek têkçû.

Ew dijmînê bi xof û tirs, bi çavan nayê dîtin û rê li ber nayê girtin, tevahîya mirovahîyê dîl girtîye. Hemû dewlet û şîrketên mezin, ji bo rêyek bibîne, di nava hewldanan de ne.  Hemû ol û bawerî xwe spartine xwedê ku derîyekî xêrê li wan veke. Lê belê cara yekem e ku hemû ol û bawerîyên cuda bi hevra di nav xof û tirsek hevpar de nêzî hev dibin û bêçare ne! Mizgeft, Dêr, Hewre û perestgehên din kilît li derîyên xwe xistîne! Ev vayrosa Korona hemû îdeolojî, ol û bawerîyên cûda dîl girtîye. Di nav çend mehan de, em bûn şahidên bêçarebûna hemû sîstemên rêvebirîyê û desthilatdarîyê.

Herkes dibêje: piştî şewba Koronayê, wê tu tiştek weke berê nebe! Gelo ev rast e!? Wê tu tiştek weke berê nebe? Desthilatdarên dunyayê û malbata mirovahîyê li hemberî pêlên guhertinê çiqas amade ne? Li hemberî sîstema sirûştî, em çiqas li hevkirî û têgihiştî ne? Çima em naxwazin fêrî sîstema sirûştî bibin û pê re lihevkirî bin? Wê çewa hovîtî û êrîşên dewletan, mirovan li hemberî dayika xwezayê bê rawestandin? Emê bikaribin li gor sîstema xwezayê tevbigerin. Gelo piştî şewba Korona emê dîsa êrişker û hovên xirabkir bin an beşek ji xwezayê û lihevkirên dayîka sirûştê bin? Bersîv…..?

Gelo em vê pirsê ji hêz û desthilatdarên gelê Kurd bipisin, li gor we bersîv wê çibin? Her tişt wê weke berê xirabtir be an “Tu tiştek weke berê nebe?”  Civata Kurd, partî, rêxistin, sazîyên fermî û sivîl, rewşenbîr û kadroyên sîyasî çiqas amade ne ku ji kozik û “pîrozgehên” xwe derkevin qada rastîyan? Bersîvên hemû alîyan wê li hemberî pêlên guhertinê çibin? Gelo hewldan û tevgerên me, parastinên me, wê dîsa li ser rêgeha berjewendîyên kesayetî, hizbî û kozikan be an li gor pîvanên parastina berjewendîyên netewî û giştî be? Ji bo min bersîva van pirsan gelek girîng e û mijarek sereke ye!

Dunya alem bi hev ra dibêjin: “ Wê tu tiştek weke berê nebe!” Rast e an derew e; wê di demek nêzîk de derkeve holê. Dîrok wê gotin û kiryarên me, helwest û tevgerên me qeyd bike. Em bi xwe re û bi xwezayê re çiqas rast û dirustin, wê dem nîşan bide. Rast e, tu tiştek weke berê namîne. Guhertin, nûbûn, vejîn, pêşveçûn û lihevkirin, wê li gor kîjan hûqûq û pîvanan be? Bersîvên van pirsan, wê rê û rêgehên me yên dahatû dîyar bike.

Pîştî biryara ‘‘Pandemî‘‘ ku ji alîyê  Rêxistina Tenduristî ya Dunyê ve hat eşkera kirin, gelek welat û dewlet dest bi tedbîr û amadekarîyan kirin. Hatin û çûyin hat qedexe kirin, derîyên sînoran hatin girtin, rêwîtîya reşayî, deryayî û hewayî hat rawestin. Şêweyên bazirganîyê hat guhertin, pispor, zana û doktorên navdar, hişyarî dan dewletên xwe û di derheqê nexweşîyê de civat agahdar kirin.

Ji paqijîya destan bigirin heta mesafa nav mirovan, karantîna kesan, karantîna malbat û avahîyan, karantîna bajaran, di dawî de karantîna seranserê welatan derket holê.

Di demek kin de jiyana doyin hat rawestin û li gor pîvanên xweparastinê  guhertinên nû ketin jiyana me.

Aborîya dunyê bi tayê ket, ne dîyare wê bigihîje kîjan encamê. Wê bandorek çewa derkeve holê û di bin vê erdhêjê de emê rastî kîjan encaman bibin, ne dîyar e.

Hemû dewletên dunyê, li gor îmkan û derfetên aborîya xwe, bi vayrosa Korona re ketine nav şerekî giran. Lê dewletên herî mezin û bi hêz di  nav lepên vayrosa Korona de dinalin. Perîşanî, neçarî û şerpezeya dewletan derket holê. Hinek dewlet, dest bi karên şelandinyê kirin û dest dan ser maske û alavên tenduristîyê yê welatekî din!

Hinek dewlet, di warê aborîyê de, projeyên alîkarîyê dîyar kirin. Di van rojên teng û dijwar de, êş û pirsgirekên hemwelatîyên xwe parve kirin. Hinek dewlet jî pêvajoya ‘‘Pandemî‘‘ weke firsetek nû dîtin û dest bi şêlandina hemwelatîyên xwe kirin!..

Li başûrê welatê me, hukumeta Kurdistanê bi tedbîr û helwestên xwe azmûnek dîrokî nîşan da. Her çiqas weke heremek federal û girêdayî İraqê be jî, di pratîkê de weke dewletek medenî tevgerîya û serkeftinên mezin bi dest xist. Hişyarî da hemwelatîyên xwe û rê li ber belavbûna şewba Korona asê kir. Ev helwest û rêvebirîya hukumetê cîhê şanezî û kêfxweşîyê ye. Ji ber vê serkeftinê û îdarekirina qeyrana Korona Rêxistina Tenduristîya Dunyê (World Health Orgaization) WHO, ji bo Hukûmeta Herêma Kurdistan dilxweşîya xwe diyar kir û ji bo serkeftinê minaka herema Kurdistanê bi dunyê re parve kir. Ev jî cîhê serbilindîyê ye. Dewletên dagîrker û yên cîran hê jî negihiştinê wan encaman. Rewşa îran û Tirkîye têda ye li ber çavan e!

Em hêvîdar in gelê Kurdistanê û malbata mirovahîyê di demek nêzîk de, wê bi azmûnek serkeftî rê li ber şewba Korona bigirin. Em bûn şahid ku sistema sirûştî cardin hişyarîyek tundrew da malbata mirovahîyê ku hed û sînorên xwe bizanibin!

Ez bawer im her tişt li gor dil û daxwazên me nebe jî “wê tu tiştek weke berê nebe!” Guhertin, nûbûn, peşveçûyîn û vejîn, bingeh û pêwîstîyên herî serke ne. Bi hişmendîyek nûjen, bi rê û rêbazên aştîyane, bi asoyek fireh, pêwîst e em bi sîstema sirûştî re lihevkirî bin.

Pêwîstîya mirovahîyê bi rê û rêbazên nû heye. Em hêvî dikin hukumeta Kurdistanê, ji niha ve projeyên hilberîna zad, cotyarî û di warên tenduristîyê gavên erênî bavêje. Divê wargehên kiştûkalîyê bên parastin, rê li ber dagîrkerîya avahîyên beton bê girtin. Divê ew sîyaseta têrnebûn û çavbirçîtîyê bê rawestin û zevîyên çandunyê û erdên kiştûkalîyê bên parastin, zûtirîn projeyên hilberîna berhemên kiştûkalîyê bên amade kirin. Ne seyarên ‘‘monîka‘‘, ne avahîyên bilind û rengdar ne jî koşkên heft rengîn nikare me biparêze. Tenê hilberîna berhemên kiştukalî û hilberina senayî û teknolojî dikare me biparêze. Hêvî dikim hemû dem û rojên we bi tenduristîyek baş derbas bibe!   

                                          17-04-2020   Cano Amedî – AMED

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir