Finlandîya-Swêd û PKK!

Her tişt bi aqil û zanistê serkevtî dibe û xwe bi civatan dide qebûl kirin. Hêla din zore û rêka zilmê ye.
Li ser navê PKK, bi rêya PKK her ev rêka zor û zilmê ket pêsîra kurdan. Kurd, bi vê li bakurê Kurdistanê têkçûn.
Rewşenbîr, Sîyasetmedar, porspî û aqilmendên kurdan bi hestek netewî û niştimanî li henber vê tehlûkê helwest dananîn. Beşek ji wan di dema xwe de tehlûke nedîtin. Beşek ji wan pişta xwe dan vê hêzê û li xwe xweş anîn. Beşek jî hatin xesandin, tirsîyan, nebûn dengê rastîyê. Li henber afaroza hêzê, nebûn vîcdanê civatê û dengê xwe dernexistin. Îro, evana giştik, yek bi yek ji rewşa Bakur û Roavayê Kurdistanê berpirsîyarin.
Îro, di ser PKK re, bi rêya PKK dagirkar, hebûna xwe, sîyaseta xwe meşrû kirine. Pir zelal, PKK wek hêzek paramilîtar ya van dewletên dagirkar têt bikaranîn li henber Kurdistanê.
PKK çawa zerarê dide doza miletê Kurd?
Dema ku Rûsîya bi darê zorê şerekî neheq xist pêsîra Ûkrayna û zor û zulma Rûsîya bû tehdîdek cîhanî; Berdevkê PKK Cemil Bayik, di germîya şer û kûjerîya Rûsîyayê de, li ser navê PKK daxûyanîyek da û got; “Ukrayna ne dewlete û tucarî nebûye dewlet. Ew çete dewleti ye” û bi vê tereferê ku xizmetê ji wan re dikir dîyar dikir.
Bi geşbûn û hêzbûna şerr re, Ewrûpa li rêyên ji bin bandora gaz û nefta Rûsîya rizgar bibin gerîyan. Îhtîmala yek ji van rêyan jî, gaz û nefta başûrê Kurdistanê bû. Di vê demê de têkilîyek dîplomatîk jî di ser rêveberên başûrê Kurdistanê re destpê kir.
PKK, di vê dema ku Serokwezîrê Kurdistanê li Îngilîstanê hat pêşewazî kirin; murîdên PKK bi hêkan êrîş anîn ser konvoya Serokwezîrê Kurdistanê.
Tam di wê demê de, dîsa Cemîl Bayik daxûyanî da medya PKK û got: “Em rê nadin ku başûr neft û gaza xwe di rêya Tirkîyê re daxîne bazara navdewletî.”
Çima PKK naxwaze ku gaz û nefta Kurdistanê bi destê Kurdan dakeve bazara navdewletî? Dijminên kurdan ser û binê axa Kurdistanê talan dikin, ev meşrû ye ji PKK re, lê bi destê kurdan bikaranîna dewlemendîya xwezayî a Kurdistanê ne meşrû ye, çima? Di vir de PKK xizmetê ji kê re dike?
Di heman demê de, KNK ya PKK jî li ser navê Nulufer Koç daxûyanîyek da û got;
“ li Kurdistanê di navbera du baskan de şer heye. Yek ji van baskan, dixwaze dewletek Kurd ava bike. Ev PDK e. Baskê din jî parêzerê sînoran e. Ev jî PKK ye. Em li dijî avakirina dewletek Kurdî ne. Gerîla parêzerê sînorên herêmê ye. Hinekan îşareta dewletek kurdî dane başûrîyan û em iznê nadin ku ev bibe.”
Îhtîmala avakirina dewletek Kurdistanê jî vê hêzê ewqesî aciz dike ku, bibe sebebên van daxûyanîyan.
Ji bona ku Ewrûpa, ji gaz û nefta Kurdistanê îstîfade bike û ji bin nîrê energîya Rûsîya rizgar bibe, divêtîya Ewrûpa bi alternatîfek nû a enerjîyê heye. Ev jî enerjîya başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê jî, divê pirsgirêkên navbera Başûrê Kurdistanê û Bexda bên çareserkirin. An jî rê ji dewletek Kurd a serbixwe re bêt vekirin. Hemû ba û bahoz, boran di virde radibin. PKK, di vir de bi rêk û taşeronîya Rûsîya, Îran û Sûrîyê digire ser xwe û li henber Kurdistanê helwestê datîne. Di nav kurdan de mîsyona dijmin bicîh dike. Berpirsîyara KNK baş dizane, ji bona ku Kurd di herêmê de bibin aktorek, divêtîya wan bi piştgirîya gavên hîn xurttir heye. Îhtîmala peydakirina vê piştgirîyê jî van rêveberên şîrheram aciz dike. Bi xwîna kurdan, li ser kurdan sîyaseta dagirkaran dimeşînin.
Eynî tişt li Şingalê jî derket ber me:
Berpirsîyarekî PKK li Şingalê avakirina YBŞ û bicîhbûna PKK li Şingalê bi çend hevokan tanî ziman:
„Em beşek ji Haşda Şabî ne. Mûçeyên me ji İraqê tên. Berê li Şingalê ji tirsa PDK ala İraqê nedihat bakirin. Yên ku ala İraqê li Şingalê bilind kir em bûn. Bi saya me İraq li Şingalê bicîh dibe. Me nhehişt ku PDK û Pêşmerge li Şingalê bicîh bibin. İraq deyndarê me ye.“
Rewşa PKK ewqes eşkereye ku gotin jê re nemaye:
Finlanda û Swêd ji bo bibin endamên NATOyê dexûyanî dan. Van herdû dewletan daxwaza endamtîyên xwe îmze kirin û ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re şandin. Di vê pêvajokê de wezîrtîya derve ya Tirkîyeyê daxwûyanîyek da. Di daxûyanîya fermî a Tirkîyeyê de dihat dîyar kirin ku; „Fînlandîya û Swêd du dewletên pişgirên PKK, piştgirên terorê ne. Nabe ku bibin endamê NATO yê.“(!)
Pir balkêşe; di van 30 salên borî de carek jî PKK li Swêdê çalakîyek li ser navê PKK lidar nexîstîye. Di heman dema daxûyanîya wezareta Tirkîyeyê de alayek mezin a partîya PKK li paytextê Swêdê, li Stokholmê hat dalqandin. Armanca dalqandina vê alê û mesaja dalqandina vê alê di vê demê de pir zelale. Piştgirîya daxûyanîya dewleta Tirkan bi xwe ye.
PKK, mîsyona Dîyap Axa û hevalbendên wî yên di dema pejirandina Peymana Lozanê girtîye ser xwe û vekirî dimeşîne. Lê pênûsa rewşenbîrî a kurdan, dengê aqilmend û rîhspîyên kurdan dernakeve. Sîyasetmedar li derdora PKK hîn li kurtêlan digerin.
18.05.2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *