Festîvala Serxwebûna Kurdistanê û Mîsyona Partiyên Bakûrê Kurdistanê…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu)
Li hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bûyera herî girîng û stratejîk, biryara di derbarê serxwebûna Kurdistanê de hatiye wergirtine.
Ew biryara jî, referandûma dewleta Kurdistanê ye.
Ev biryara, ji bona hemû kurdên li dinyayê û kurdên hemû beşên Kurdistanê û kurdên Başûrê Kurdistanê, biryareke dîrokî ye.
Loma jî dema biryara referandûma dewleta serbixwe ya Kurdistanê hat diyar kirin, bi lez û bez li Kurdistanê bû rojeva yekemîn û bûyera girîng ya di ser her biryar û bûyerekê re.
Loma jî li Kurdistanê kûlîlkan bi rengekî din vekir.
Rûyê kesên kurd bi awayekî din keniya.
Her kurdekî bi awayekî din û bi awayekî pozîtîf û erênî li hevûdu mêze kir.
Bajar, çiya, banî, zozan , kendal, gelî û çemên Kurdistanê rihekî nû qezenç kir.
Her kesekî ji hevûdu ru got ku “ew rojdayikbûna me ye”.
Ev biryara di heman dem de, bûyereke herêmî ya Rojhelata Kurdistanê bû. Loma jî biryara referandûma dewleta Kurdistan” di nav hemû kesên Rojhelata Navîn û dewletên Rojhelata Navîn de bû rojev û hat niqaşe kirin.
Ev niqaşeya hîn bi awayekî fireh û kur didomîne.
Ev biraya di dinyayê de jî bû bûyereke gelek girîng. Loma jî her dewletekê di derbarê vê biryara girîng, dîrokî, stratejîk de helwesta xwe diyar kir û nerînên xwe gelek vekirî û bi zelalî anîn ser zimên.
Nerînên piraniya dewletan jî, erênî bûn.
Lewra li dinyayê neheqiyek û bi edaletiyeke mezin di derbarê miletê kurd, kurdistaniyan, Kurdistanê de didomîne. Biryara referandûma dewleta Kurdistanê dê vê neheqiyê û bê edaletiyê ji holê rake.
Di heman dem de dewletên mezin û yên emperyal li Kurdistanê û li miletê kurd neqeyike mezin kiribûn. Loma jî di wan de jî psîkolojiyeke tewankirî heye.
Ev biryara, ji bona miletê kurd û kurdistaniyan, ji bona miletê Kurd û Kurdistanê bûyereke dîrokî bû.
Ev biryara ji bona ku qedera miletê kurd bi awayekî stratejîk û bingehî bê guhertin dîrokî bû.
Ji bona ku encama referandûma erênî be li Başûrê Kurdistanê dewlet dê ava bibe.
Ev dewlet jî, dê ji bona yekîtiya miletê kurd û Kurdistanê bibe gaveke girîn. Dê li ji hemû beşên din yên Kurdistanê re, rê û rêbezeke nû diyar bike.
*****
Loma jî her kurdekî ji bona referandûma serxwebuna Kurdistanê dest bi xebatê kirin.
Di destpêkê de Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û partiyên Başûrê Kurdistanê li Başurê Kurdistan dest bi xebateke xûrt kirin. Ji bona ku hemû partî û dezgehên li Kurdistanê di serî de yên kurdî û yên kêmneteweyan qane bikin xebat kirin.
Di vê xbetê de jî gelek gavên mezin avêtin.
Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û partiyên Başurê Kurdistanê li dinyayê dest bi xebeteke dîplomatık kirin ku ji referandûmê re û dewletbûna Kurdistanê re piştgirî werbigrin.
Lewra tê zanîn ku piştî gelê me, serxwebûna Kurdistan di referandûmê de erê kir, pêvajoya dewletbûnê dest pê dike.
Wê demê jî piştgirî û erêkirina dewletan gelek girîng e. Ji aliyê hiqûqa navneteweyî de jî pêwîst e.
Wek tê gotin referandûm bûyereke taqtîkî nîne. Ji bona avakirina dewleta Kurdistanê tespîta îradeya miletê kurd û kurdistaniyan e.
*****
Loma jî her kurdekî jî, ciyê lê ye: Li bajarê xwe, li bajareko xwe, li gundê xwe, li zozanên xwe, herêma li dijî, dewleta lê dijî dest bi xebatê kir.
Partiyên siyasî jî li hemû beşên Kurdistanê, li Ewrûpayê û li dinyayê ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê dest bi xebatê kirin.
Di destpêkê de xebata diyar ya kurdistanî ya navneteweyî, xebata Festîvalê bû.
Xebata Festîvalê li Ewrûpayê gelek zû dest pê kiribû. Bingeha vê xebatê Festîvala Peymana Sykes Picot bû. Li Ewrûpayê li dijî peymana reş û qedera kurdan tarî kiribû, pêk hatibû.
Pişt re vê xabetê naveroka xebata xwe gûhert. Navê Festîvalê gûhert. Kir: “Festîvala Referandûma Serxwebûna Kurdistanê”.
Armanca vê festîvalê ew bû ku li Başûrê Kurdistanê ji bıona dewleta serbixwe biryara reeferandûmê bê wergirt, tesîrê li Kurdistan û bi taybetî jî li ser desthilatdarî û partiyên Başûrê Kurdistanê bike.
Lewra tê zanîn ku ji derveyî Serokê Kurdistanê û PDK, partiyên din li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê xuya dikirin. Loma jî biryara referandûmê nedihat girtin.
Lê biryara referandûmê piştî ku hat pejirandin û YNKê û partiyên din yên Kurdistanê ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re gotin “erê”, wê demê armanca festîvalê û navê wê jî hat guhertin.
Festîval, bû “Festîvala Piştgirî ya Referandûma Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê.”
Di vê qonaxê de jî biryar hat girtin ku çar festîval bên li darxistin. Festîval Li Ewrûpayê û li Hewlêrê û li Amedê û li Qamişliyê çê bibe.
Girêdayî vê biryarê, li Amedê jî xebatê dest pê kir.
Di destpêkê de dema ku Komîteya Amadekar ya Festîvala Ewrûpayê bi me re, bi kesên serbixwe re danûstandin kir, me gelek vekirî diyar kir ku divê di destpêkê de bi Partiyên Bakûrê Kurdistanê re danûstandin bê kirin.
Xebatê jî wusa dest pê kir.
Loma jî di destpêkê de bi HAK-PARê, PAKê, PDKTê, PDK-BAKURê, PSKê re danûstandin hat kirin.
Di van danûstandainan de hevalek jî, bi komîteya Festîvala Ewrûpayê re raste rast xwediyê pêwendiyê bû.
Ji partiyan hat daxwaz kirin ku “wek partî diyar e ku hûnê ji bona referanbdûmê xebetekê bimeşînin. Festîvalê jî ji bona xwe bikin biryar. Komîteyeke mişterek ya partiyan û kesên ser bi xwe ava bikin. Lê partiyên me ji vê xebatê re pêşengî bikin.”
Hat gotin ku vê pêşniyarê bibin civîna partiyên hevbeş, bikin biryar.
Hezar mixabin di civîna wan de biryarek nehat girtin.
Di vê navberê de kesên serbixwe ji bona xebata Festîvalê civînek li darxistin. Di vê civînê de jî, ji bona ku beriya Komîteya Amadekar ya Festîvalê ava bibe, carek din biryar hat girtin ku bi partiyan re danûstandin bê kirin.
Dema bi partiyan re jinûve danûstandin dest pê bike, partiyên me jî diyar kirin ku dê bi hev re ji bona xebat û neqşerêya referandûmê bernameyekê amade bikin. Loma jî dê bicivin.”
Lewra wan partiyan berê jî li ser navê 5 qolî bi hev re xebat dimeşandin.
Wê demê di vê çerçewê de bi berpirsiyerekî wan re danustandin hat kirin.
Piştî civînê diyar kirin ku “em amade ne ku ji festîvalê re bibin alîkar.”
Lê ji wan re hat diyar kirin ji we alîkarî ne û pêşengî tê xwestin.
Wan jî got ku “emê ji referandûmê komxebatê çê bikin Vê pirsê li wir jî biaxivin.”
Me jî hêvî kir ku partiyên Bakûrê Kurdistanê dê di komxebatê de pêşniyara festıvalê niqaşe bikin û festîvalê bikin biryar.
Ez jî hatibûm vexwendin ji bona komxebatê.
Lê dema bi axevtina partiyan civîna komxebatê dest pê kir, ji pêşnityara festîvalê qal nehat kirin. Pêşniyara me, pêşkêşî komxebatê nehat kirin.
Di komxebatê de dema dor hate min, li ser mijarên bingehî û bi taybetî jî li ser Festîvala Serxwebûna Kurdistanê rawestiyam û min agahdarî da. Pêşniyara me ya berê ji wan re kirîbû, pêşkêşî komxebatê kir. Min daxwaz kir ku “di derbarê festîvalê de biryar bigrin. Xebata partiyan û xebata serbixwe bibe yek.
Hezar mixabin komxebatê jî, di derbarê Festîvalê de biryar negirt. Komxebatê 13 kes ji partiyan û kesên serbixwe wek “înisîyatîfê” hilbijartin.
Ev însiyatîfa hat wezîfedar kirin ku bernameya xebata referandûmê diyar bike.
Hezar mixabin di civîna însîyatîfê de jî her çiqas mijara festîvalê ji aliyê endamekî de hatiye rojevê jî, endaman ev pêşniyara nekirine biryar.
Gor baweriya me, ew helwesteke negatîf e. Lewra tê zanın ku li Ewrûpayê yek-du partiyên li dijî referandûma dewleta serbixwene ne tê de, hemû partiyên Kurdistanê biryar dane ku di 26ê Tebaxê de bi kesên serbixwe re Festıvalê lidarxin.
Helwesta partiyên Bakûrê Kurdistanê bi helwesta hevalên wan yê Ewrûpayê re jî xwediyê nekokiyekê ye.
Loma jî em hêvîdar in ku partiyên Bakûrê Kurdistanê, helwesteke nû werbigrin, xebata xwe bi xebata Festîvalê re bikin yek. Lewra divê ew di pirsê de bibin xwediyê mîsyoneke girîng.
Festîval, dê piştgiriya wan ya ji referandûmê re, dê bike piştgiriyeke navneteweyî. Dê bandoreke mezin li ser raya giştî ya kurd û Tirk û ereb çê bike.

Amed, 26. 07. 2017

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir