Fazil Mîranî: Pêwîst e em yekrêz bin û destkeftên xwe biparêzin

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDK ragihand, ew zihniyeta ku piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê dixwest nemir Barzanî bidarve bike û teror bike, îro jî dixwazin destkeftên serhildanê bi awayekî din teror bikin.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî îro 05.03.2024ê di gotarekê de ragihand, tevî hemû kêmasiyan, pêwîstiya me bi yekrêzî û parastina destkeftan heye.

Fazil Mêranî got: “Heman zihniyeta ku piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê dixwest nemir Barzanî bidarve bikin û teror bikin, îro jî dixwazin destkeftên serhildanê teror bikin.”

 33 sal bi ser Serhildana mezin a gelê Kurdistanê re derbaz dibin, ku li 5ê Adara 1991ê çirîska yekê ya werçerxaneke dîrokî li bajarê derazînka Serhildanê geş bû û gelê Kurd li dijî zilm û stema rijêmê Beis serî hildan.

Serok Barzanî di salvegera serhildanê de, pîrozbahî li malbatên şehîdan û Pêşmerge û tevaya xelkê Kurdistanê kir û ragihand, “Divê destkeftî û armanc û nirxên Serhildanê bilind bimînin û bên parastin û zêdetir bên bihêzkirin. Nabe ku di çi rewşand de û li bin çi givaştinan bên jibîrkirin û şêwandin”.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *