Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq got, “Divê rayedarên Sûriyeyê hemû norm û pîvanên bingehîn ên mafên mirovan bişopînin.”
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê 5ê Gulana 2025an, Hatim Ebû Şeqrayê fermandarê grupa çekdar a “Ehrar el-Şerqiye”yê kir fermandarê firqeya 86an a li Dêrezor, Reqa û Hisîçayê.
Hatim Ebû Şeqra kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê ye û “ev erkê wî yê nû” bûbû sedema gelek bertekan.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) jî behsa hinek fermandarên niha yên artêşa Sûriyeyê dike û dibêje ku destê wan di binpêkirinan de heye.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr ên li ser mijarê bersivandin:
Rûdaw: Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan îro ragihand kkomên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yên ku li dijî hikûmeta Esed şer dikir, li bakurê Sûriyeyê sivîlan digirin, şkence û zorê li wan dikin. Ev milîtan bi Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê re tên entegrekirin û fermandarên wan di pozîsyonên girîng ên hikûmetî û leşkerî de tên tayînkirin, Gelo Sekreterê Giştî vê raporê çawa dinirxîne û çi difikire li ser van milîtanên ku di pozîyonên girîng de tên tayîn kirin?
Farhan Haq: Ez bawer dikim ku biryarên li ser tevlîkirina hêzan di Artêşa Niştimanî de, bê guman, divê ji hêla rayedarên Sûriyeyê ve were kirin lê divê ew haydar bin ku ew mirovan kontrol bikin da ku piştrast bin ku hemî norm û pîvanên bingehîn ên mafên mirovan bi tevahî tên şopandin.
Rûdaw: Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan banga berpirsîyarê dike. Gelo Sekreterê Giştî berpirîsyariyeke çawa hêvî dike?
Farhan Haq: Belê, ev yek bi rayedarên Sûriyeyê ve girêdayî ye, dema ku ew saziyên xwe bi pêş dixin, divê piştrast bin ku ew saziyên guncav bin da ku berpirsiyariyê hem ji bo hikûmeta heyî û hem jî ji bo her binpêkirinên ku di demên berê de hatine kirin misoger bike. (Rûdaw)