Êzdiyê ku bi batiniya Êzdiyatiyê ra dirûst be, gava bikeve tengasiyan gazî batiniyê bike, batiniyê bi hawarê ve biçe

Belê kesên ji batinyê bawernakin, bila ew li vê mînaka serpêhatiya ku, kirîvê min Evdo Mutlu û Aqoyê Silo ji min ra gotine baş guhdarî bike!

Kek Aqoyê rahmetiyê Siloyê Hesen dibêje, rahmetiyê bavê min Silo gelek caran ev serpêhatiya xwe di nav civatê de digot , gelek kes û bi taybetî malbata kirîvê me Evdo lawê rahmetiyê Şêx Birahîm jî bi vê serpêhatiya bavê min baş dizanin.

Rahmetiyê bavê min Siloyê Hesen digot, „dema ez di sala 1924 de ji gundê Qorixê yê di herêma bajarokê Qûbînê –Bişêrî de çûme bajarê Zonguldag/Çaycuma xizmeta leşkeriyê bikim, hingê ez î 20 salî bûm. Min dibistan ne xwandibû û bi zimanê Tirkî jî qet nizanîbû.

Piştî ez wextekî li bajarê Zonguldag/Çaycuma mam pêve , ez şandime herêma Erzum- Palan Dökmen ê. Li virê ez û hevalekî weke min leşkerbû di odeyekê de radizan. Hevalê min rojekê ji xew şiyarbû û gote min, wele te perê min dizîne.

Min ji hevalê xwe ra sondxwar û gotê, bi Xwedê min perê te ne dizîne. Tû dizanî perê min hene, ez ê çima perê te bidizim.

Hevalê min ji sondxwarina min bawernekir û dîsa got, îlahî te perê min dizîne.

Min gotê, ka tû ji min ra bibêje, ez ji te ra bi çi sondbixwim ku, tû ji min bawerbikî, min perê te ne birine ?

Hevalê min rabû çû gote serleşkêr(qomtan)ê me û wî anî.

Gava Qomtan hat gote min, Silêman te perê hevalê xwe dizîne?

Min gotê, qomtanê min, perê min hene , ez ê çima perê wî bidizim! Min gotê, kir nekir qomtan ji min bawernekir. Rabû li min xist, wusa lêdan li min da heta ez gêjbûm , ketime erdê…

Roja dinê gava ez serê sibê hatime ser hişê xwe rabûm min dît ku, hevalê min tev çûne perwerdê û ez bi tenê me. Ez jî rabûm çûme ber ava çemekî nêzîkî me. Gava min xwast dest û çavên xwe bişom, hingê tîrêjê rojê jî nû derketibû. Min li ser piya berê xwe da nûra rojê û got, ya Şêşims, tû vê neheqî û derewiya hevalê min li min kir û qomatan anî serê min, jê wan ra nehêlî û tû belayekê bînî pêşiya wî !

Hinga min destên xwe ji nûra rojê ra vekiribû û dihakir, min nizanî bû ku, qomtanê me min ji dûr ve dibîne , lê dengê min naçê û nizanîbû ka ez çi dibêjim. Tam di vî qasî de dengê zengilê ku, leşker li hevûdinê kombibe lêxist. Ez ji ber avê çûm tevlî hevalên xwe bûm. Qomtan got me, em ê îşev tev derkevin herine ciyê ku , perwerdeya mînakên herbê lê bêne ceribandin. Hûn jî hemû amûrên herbê(dar, şîş, çek û hwd.) û stûnên çadiran bavêjine ser ereboka ku bi hespan têye kişandin . Gava me amûrên xwe barkirin û hinekî bi rêketin, min dît qîrînek bi wî kesê ku, li min derewkiriye ket û kire hawar. Em çûn me dît, vaye şîşeke hesinê çadiran ji ereba hespan filitiye, hatiya li li singa wî ketiye û di pişta wî ra derketiye. Qomtan wî rakir bire nexweşxanê .

Roja dinê gavê em zivirîn hatine ciyê xwe, qomitan dîsa gazî me hemî leşkeran kir û got, ew hevalê we, yê birîndar bûbû li nexweşxanê miriye.

Serleşker dûre gote min, Silêman tû êvarê were oda min.

Gava ez êvarê çûme cem qomintan, ew î ji min ra got, ka ji min ra rast bibêje, te li ber avê û tîrêjên rojê çi digot?

Min gotê, qomtanê min, min ji xwe ra dihakiriye. Min dît serleşker ji ser sendeliyê xwe rabû û hat rahîşte destê min paçûkir û got:

Silêman ez rica ji te dikim, min zahf li te xist, tû min bibexşîne, zarokên min hîna hûrin. Ez soz dimete, ez ê êdî te ne êşînim û nehêlim kesek neheqiyê li te bike.

Gava xizmeta min e 4 salan li Erzum- Palan Dökmen ê qediye şûnde, ez hatime malê gundê Qorixê . Dûra piştî çend salan , êdî me mala xwe ji Qorixê anî herêma Wêranşarê- gundê Mozikiê Ezedîn .

Rojekê kirîvê min şêx Brahîmê Hezarê û gundiyên me gotin min, Dayê Xatêya Fuqre* ji deşta bişêriyê hatiye gundê Mozikê Daxanê , mala Dermoyê Temo, tû jî bi me ra were em ê biçine dîtina Dayê Fuqrê. Min gote wan bi Xwedê min Dayê Xatê biçavan ne dîtiye û ez wê Xwedê jê raziyê nasnakim, lê wekî hûn diçin, ez ê jî bi wer a werim.

Dema em êvarê çûne gundê Mozikê Daxanê , mala Dermoyê Temo, derbasî oda camêr bûn, min dît Dayê Fuqrê gazî min kir û kurê min tû were li kêleka min rûnê. Ez jî belengazbûm, ez tirsiyam. Dayê Fuqrê dîsa got e min, were lawê min, şerm neke were !

Ez çûme balê, min destên wê paçûkirin û li kêleka wê rûniştim. Xwedê jê raziyê bixêrhatin da me û dûra gote min, tê bîra te lawê min, wextê hevalê te li te derewkir, dûre qomtan li te xist û rojadinê û tû çûyî ber avê û te li ber tîrêjên rojê gazî Şêşimsê Xwedanê xwe kir û Şêşims hate hawara te. Şêşims ew heqê te ji hevalê te ra nehîşt.

Ez ketime kelecanê û min gotê, Dayê min û te heta vê kêliyê qet hevûdinê nedîtiye û em hev nasnakin, tû çewa vê serpêhatiya min dizanî?

Ew ê got , belê lawê min , batiniya me bi tevî dizane, ji ber ku tû Êzdiyekî dirûst û dilpaqij buyî , batiniya Xwedanê te bi hawara te ve hat û ew heqê te ji wan ra ne hîşt!

Ez rabûme ser piyan, hinekî giriyam û min cardinê rahîşte destê Xwedê jê raziyê, sê caran paçûkir, danî ser eniya xwe û got , hezar carî Şikir ji batinîya te û Xwedênê min Şêşims ra !“

Gelek spas ji bo zargotina ku kirîvê min Evdo û kek Yakup Sendur ji min ra got!

Rahma Xwedê li Dayê Xatêya Fuqre, birêz Siloyê Hesen û kirîvê min Brahîmê Hezarê be!

Nivîskar Kemal Tolan – 11.12.2023

*Danesîna kesayetî, sir û keremetên Fuqre dayê Xatê ya Mîrza
https://www.facebook.com/profile/100006170713219/search/?q=Xat%C3%AA

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *