Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê:

Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in?

1-Sîstema Partî yê:

Sîstema Partîyê, li ser esasên xwexurtkirina xwe ava bûye. Sîstema Pêrtîyê, hêza çekdarî û aborî ava dike. Bi hêza xwe dibe bingeha dewletê. Ji ber ku, li gor partî bibe dewlet, her tişt dikve xizmeta partîyê. Ev tehlûke ye û dikare sîstema dîktatorî jî ava bike. Li pir welatan di vî warî de mînakên dîktatorîyê he ne.

Ev sîstem, bi xwe re pir astengan jî tîne.

Serkêşên partîyê dibin rêveberê dewletê û tehlûka brokrasîyek xerab jî bi xwe re tîne. Berjewendîyên partîyê, berjewendîyên vê brokrasîya partîyê, pêşî li berjewendîyên milet û niştîmanê digire, dibe asteng ji welatekî demokratîk û piralî re.

Di vir de, dema îca ku du, an jî sê partî yên xwedî hêz û hêza leşkerî hebin; qayîş û berberî ya di navbera wan de jî tehlûkên mezin tîne. Her yek bi serê xwe, xwe wek xwedîyê dewletê dibîne û pêşî li avakirina sazîyên civakî digire û dibin asteng ji avakirina sîstema dewletê re. Yanî partî û berjewendîyên partîyê, derdikeve pêşîya berjewendîyên milet û welat. Partî xwe wek milet û welat dibîne.

Bi min sîstema pêşengîya partî bi xwe, sîstemek xerabe û ji bona avakirina dewlet û sazîyên dewletbûnê jî asteng e. Em nikarin bi nîyeta baş, li sîstemek xerab binêrin, ev tersê sosyolojîya civakî ye.

Îro li Başûrê Kurdistanê, sebeba ku hêz, bi hêsanî derbasî avakirina dewletê nabin, ev bi xwe ye. Ev sîstem ne li gor berjewendîyên pêşeroja welêt û milet dimeşe.

Partî xwedî çavkanîyên aborî, xwedî hêza çekdar û xwedî burokrasîyek partîzanî be, berjewendîyên van sazîyan, rê nadin ku hêzên xwe radestî sazîyên dewletê bike.

2-Partî/Enî

Di virde dikare, bi serkêşîya partîyê, Enî jî bêt ava kirin. Tehlûke wê berdewam be û partî wê li gor berjewendîyên xwe, Enîyê bikar bîne. Grûbên piçûk di nava Enîyê de, hêla partîyê a brokratîk û berjewendî perest vedişêre! Ev jî dibe sebebê sîstemek dîktatorî.

Di vê formula honandinê de sîstema partî, lîstikek mezin dilîze, ku bi vê metodê dîktatorîya xwe bi girseyê bide qebûlkirin û pejirandin. Hewlên hinek partîya li Kurdistanê, him di daxwaza avakirina “Kongreya netewî” de û him di avakirina sîstema partî yê de armanc û nîyetek xerab heye. Ji ber ku tucarî xwedî hêz, hêza xwe bê berjewendî, bi bê hêz û kêm quwetan re parve nakin. Tenê ji bona berjewendîyên xwe van hêzan bikar tînin. Ji ber wê jî, di avakirina “Kongre a netewî” de, daxwaza yekem a partîyê ewe ku, pir postan bidest bixe, ji bona bandora xwe bicîh bike. Di vê daxwazê de tehlûkeyek mezin heye. Daxwaz, avakirina dîktatorîyek partîzanî ye.

3-Sîstema Enî yê.

Di vê sîstemê de honandinek piralî, parvekirina hêzê û serkêşîyek pir reng heye. Enî, hemû hêzan di nav sîstema xwe de dihone û parvekirina hêzê jî bi kongrê têt meşandin. Di vir de demokrasî esas têt girtin û bi helwestek piralî, mafê hemû hêz û grûban têt garantî kirin û têt parastin.

Di asta rizgarîya welat de, ev sîstem bi hêsanî derbasî sîstema dewletê dibe. Ji ber ku hêza leşkerî, aborî û burokrasî, têkilîyên navdewletî, ne li angora berjewendîyê partîzanî, li gor berjewendîyên milet û niştimanê têt honandin; raser Enî ji serî de mina dewletek pir bireng têt avakirin û di kongrê de bi şîveyek demokratîk têt pejirandin; dikare pir rehet kongre, erkên xwe bi hilbijartinan radestî parlamentoyê bike. Her hêz, riza xwe bi hilbijartinan û parvekirina erkan tîne.

Ev jî, bi hêsanî sazîyên dewletê tên avakirin û erk derbasî van sazîyan dibe.

Mixabin, li Herêma Kurdistanê, sîstema partî û partîzanî rê neda ku sîstema Enî yê li Herêma Kurdistanê bi serkevtî bêt avakirin. Her partî, xwe xwedî erkên hêzbûnê dît û her ku sîstema partîyê bihêz bû, berjewendîyên wê bûn esas û ket pêşîya berjewendîyên milet û niştimanê.

Partî û hêz ji dewletê dewlemendtir û xwedî hêztir bin, wê çawa beşdarî sîstema dewletê bibin?

Li Kurdistanê sîstema partî û partîzanî, heta cîhekî rola pêşengîyê lîstîye. Ev rol, heta astekê erênî bû jî. Lê piştî ku dema avakirina sazîyên dewletê, aborîyek netewî û artêşek netewî derket holê, partîyan hêza xwe radestî sazîyên dewletê nekirin. Ev jî ji avakirina dewletê re astengên mezin anî.

Bi raya min, li Herêma Başûrê Kurdistanê, ji bona ku sîstema dewletê, bi erk û bi hêz cîhê xwe bigire; divê hemû partî hêzên xwe radestî sîstema parlementoyê bikin.

Aborîya di destê partîyan de bihêz gihîştîye hev û ev aborî jî ya miletê Kurd e. Divê radestî dewletê bikin. Her partî li gor postên xwe yên di parlementoyê de, ji butçe ya dewletê alîkarî bistîn in. Divê ne aborîya sîstema partîzanî, divê aborîyek netewî, niştimanî bêt ava kirin. Heta ku her partî ji dewletê dewlemendtir be, sîstema dewletê bicîh nabe. Xurtbûna sîstema partîzanî, her zeîfbûna sazîyên dewletê bi xwe re tîne. Ev jî astengek pir mezine li pêşîya dewletbûnê.

Di sîstema parlementoyê de, partî, tenê hêzên sîyasî û civakî ne.

Divê hêzên çekdarî ji bin bandora partîyan derkevin û bibin hêzên niştimanî. Artêşa netewî bêt avakirin. Heta ku çek di destê partîyan de be, wê partî ji dewletê bi hêztir bin. Ev jî demokrasîyê, sîstema piralî û edaletê birîn dike.

Heta ku çek di destê xwedîhêzan de be, wê bandora dewletê tine be.

26.07.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir