“Evên bûn rêberê me, çi anîne serê me!”

Seydayê Cegerxwîn ji berê de gotîye:

“Evên bûn rêberê me

Çi anîne serê me

Dirist nakin evînê

Bê mirês dikin civînê”

Gotina Cegerxwîn rast e. Kêm gotîye lê zêde ne gotîye.

Kesên xweşî, azadî, aramî û serkeftinê ava dikin rêber in. Lê heger rêberê meriv mirîşk bin nikilê meriv ji pîsîtîyê dernakeve.

Platon di “Dewlet”a (navê pirtûkê Dewlet e û di pirtûkê de dewletek ûtopîk ji xwe re ava kirîye) xwe de wisa dibêje: “Ger fîlozof serok (rêber) û serok fîlozof bin, şewq dide rûyê bajêr”. Piştî vê gotina Platon li Romayê Marcus Aurelius dibe serok. Aurelius hem fîlozofê Stoayê ye û hem jî rêberê dewleta Romayê ye. Rêberekî li gorî dilê Platon e. Di dewra wî de welatê Romayê pêş dikeve û xurt dibe. Bi xurtbûna dewletê re bajarên wî welatî jî mîna heyva çardehsalî diberiqin û xurt dibin.

Ger mirovên jêhatî, zana, b’aqil, wêrek, jixwebawer, pêşketî… bêne serê sazî, komele, waqif, gund, bajar û dewletan ew pêş dikevin. Bi demê re xurt dibin û kesek nikare pişta wan deynê erdê. Sazî, komele, waqif, gund, bajar û dewletên pêşketî û xurt însanên xwe jî bi xwe re pêş dixin û wan xurt dikin. Bi rêya vê pêşketinê ew însan û rêxistin mohra xwe li dîrokê didin; xebatên hêja û ebedî tînin meydanê.

Folklora me kurda têra xwe dewlemend e. Ji bo her rewşê çîrokek, stranek û gotinek anîne ziman. Gotinek pêşîyan wisa dibêje: “Dema mela di civatê de tirekê bike civat bi xwe de dirî”. Ev gotin berovajîya gotina Platonî ye. Dema kesên cêhil, nezan, ehmeq, şovenîst, pozbilind, qeşmer… bêne serê sazî, komele, waqif, gund, bajar û dewletê mixabin wan diherimînin. Ji asta herî jor wan tînin asta herî jêr. Wan ji ezmanan tînin û li erdê dixin. Ji ber nezantîya wan însana, sazî, komele, waqif, gund, bajar û dewlet pir dikşînin. Di agirê kesekî de pir kes dişewitin. Ji ber kesekî mala pir kesan wêran dibe. Ji ber xebatên wan yên şaşomaşo însan ji rê derdikevin, bawerîya însanan namîne û dilê însanan sar dibe. Wekî di strana Sîya Şevê (Derew) de dibêje “Dilê şikestî şa nabe, şa bibe jî derew e”. Ji ber wan sazî, komele, gund, bajar û dewlet dibin kavil û li ber dilê însanan sar dibin. Her çiqasî bi şekil li ser pîyan bi xwîye jî nava wan rizî, gemarî û pîs e.

Nîv mamoste ji zanînê (ilm), nîv mela ji bawerîyê (dîn), nîv bijîşk ji can (gîyan) û nîv rêber jî ji her tiştî dikin.

Di zemanê berê de kesê xwende û zana dibûn mîr. Bi aqil û jêhatîbûna xwe dihatin astên herî bilind. Her tişt bi saya wan pêş diket. Di zemanê berê de kesê nexwende wekî pîvaz û sîra bûn û her kes ji wan aciz dibûn. Lê mixabin di jîyana modern de, piştî sala mîlenyûmê kesên cahil û nezan derketin pêş. Ew kes bûne serokê sazî, komele, waqif, gund, bajar û dewletan. Kesên wekî pîvaz û sîr bin bêhna ne xweş didin derdora xwe. Însan ji bêhna wan aciz dibin. Ji ber rêberên nezan û cêhil însan bêtir xirab dibin û însanên xira dibin bi xwe re her tiştî xira dikin.

Li ber destê nezanan me pir kişandîye. Li ber destê qedirnezan em bûne şepirze.

Wekî Platon jî dibêje ji me re rêberên zana û b’aqil pêwîst in. Bi saya zana û qedirzanan em dikarin pêş bikevin. Bi saya wan em dikarin bigihîjin rojên xweşiyê.

Tiştên bi demê re pêş dikevin zanîn û teknolojî ye. Însan û însanetî bi demê re paş dikevin. Hêvî dikim bi qasî zanîn û teknolojî pêş dikeve wisa însan û însanetî jî pêş bikeve. Pêşketina van tiştan jî bi destên rêberên baş dibin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *