Eserên Xanî

Siddik BOZARSLAN

Wek me li jor jî qal kir, Ehmedê Xanî di 14 salîya xwe da dest bi nivîsînê kirîye. Nivîskar û hozanekî ew qas zana û xwedîyê qelemeka ew qas berdar, bê guman ji qelema wî gelek eserên rûmetbilind derketine. Lê belê gelek mixabin ku piranîya eserên wî winda bûne; ji bil çend helbestên wî, ferhenga wî ya Erebî- Kurdî ya bi navê ”Nûbuhara Biçûkan”, ”Eqîda Îmanê” û dastana neteweyî ya Kurdî ”Mem û Zîn”ê, tiştekî dî ji eserên wî nehatîye parastin û negîhaye dewra me, neketîye destê me.

Yek ji helbestên wî di sala 1919´an da di jimareya 12´an a kovara ”Jîn” da bi sernivîsara ”Ji asarê Kevn” (Ji Eserên Kevn) derketîye. Ew helbest ev e:

”Sofîyê rûniştîyê xelwetê, girêdayîyê karê xwe ye

Bazarvanê gerok, dilşewitîyê diravê xwe ye

Evîndarê dilbir´evîn, dildarê dîtina yara xwe ye 

Da tu bizanî ku her kesek, bê guman xemxwarê xwe ye  

Bê xebat tu ji kesek hêvî meke dayîn û hîmmetê                                                          Bê mexsed qet kesek jibo kesek nakêşe zehmetê                                                            Kesek tune ku barê te hilgire bê ucretê

Gerçi Îsa be jî, ew tim rakirê barê xwe ye

Divê tu hişyar bî, da ku umrê xwe bê ber nekî telef

Lewra fêde nedane mal û xezîne û ewlad û xelef

Serhatîya Xizir, dîwarê yetîmî bû selef                                                               

Vî zemanî her kesek mî´marê dîwarê xwe ye 

Ey Xanîyê nezan, wextê xwe tewş winda meke         

Ey heweskar, bê daxwaz ji evînê parek hêvî meke                                                       Afirandoxê xweser, ku qet ne muhtacê kesek e                                             

Qencîya wî jî, ber bi daxwazkarê xwe ye.” 

Sê helbestên Xanî jî di pirtûka ”Hozanêt Kurd” a Sadiq Behadîn Amêdî da hatine çapkirin. Sadiq Behadîn daye zanîn ku wî ew helbest ji berhevokeka desnivîsar girtine. Yek ji wan helbestan çarmalik e û çarziman e; di her parçeyeka wê da çar malik hene û malika pêşîn Erebî ye, malika 2´yan Farisî ye, malika 3´yan Tirkî ye, malika 4´an jî Kurdî ye.

Çar helbestên Xanî jî di sala 1991´ê da li Swêdê di kovara ”Mamostay Kurd” da hatine weşandin. Berpirsîyar û kargêrê vê kovarê Ferhat Şakelî di nivîsareka kurt a pêşkêşkirina wan helbestan da daye zanîn ku eslê wan helbestan bi desnivîsara Mela Mahmûdê Bayezîdî, li Rûsyayê di pirtûkxaneyeka bajarê Petersburgê da ye û di wê pirtûkxaneyê da bi tevayî 25 helbestên Xanî hene; ji bil wan helbestên Xanî, hin helbestên hin hozanên Kurd ên dî jî li wir in. (Ferhad Şakelî, ”Ehmedê Xanî Çwar Şî´r”, kovara ”Mamostay Kurd”, jimare 11-12, r. 6, Stockholm Swed, 1991)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *