Erlendur Haraldsson: “divê Kurdistan li pey vê yekê be ku bibe komareke serbixwe û xwedan serwerî.”

Hewlêr (Rûdaw) – Profesor û rojnamevanê îrlandî Erlendur Haraldsson beriya nîv sedsalî bi rêya qaçax hatibû Başûrê Kurdistanê lê beriya çend rojan bi pasaporta xwe, ji Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve hate Kurdistanê.

Profesor û rojnamevan Erlendur Haraldsson ji Îzlandayê ye û yek ji wan rojnamevanan e, ku nûçeyên derbarê Şoreşa Kurdistanê de veguhestiye cîhanê. Di rojnameyên diyar ên cîhanê de gotar, rapor û daxuyaniyên wî yên derbarê doza kurd de hatine belavkirin. Beşek ji wan wêne û vîdeoyên kevin ên derbarê Şoreşa Kurdistanê de, bi kameraya Erlendur Haraldsson hatine tomarkirin.

Pirtûkekî wî yê bi binavê “Li gel Çekdarên Kurdistanê” heye. Erlendur Haraldsson di vê hevpeyvînê de behsa çîroka xwe ya naskirina doza kurd û hatine Kurdistanê dike.

Pêwendî û nêzîkbûna te ya ligel Şoreşa Kurd çawa bû? Te çawa serkirde û pêşmergeyên Kurdistanê yên li çiya naskirin? 

Li Îzlandayê min kurd nasdikirin. Di sala 1961ê de min li Berlînê dixwend û wê demê min çend xwendekarên kurd jî nas kir. Her wê demê ew bo min balkêş bûn û em bûne hevalên hev. Wan ji min re behsa Şoreşa Kurd a li Iraqê kirin. Paşî min biryar da serdana Rojhilata Navîn bikim. Herwiha bi lezgînî serdana wan şoreşgerên kurd jî bikim.

Yekemîn car kengî hatî Kurdistanê? 

Sala 1962 bû, çûme Qesrî Şîrîn, li wir bi nehênî çûme sînroê Iraqê û herêmên kurdnîşîn. Em çend rojan meşiyan heta gihitşine wan herêmên bin kontrola pêşmerge.

Ew der ku der bû? 

Deverekê bakûrê Helebceyê bû. Navê wê bi temamî nayê bîra min. Li Silêmanî bû û di bin kontrola pêşmergeyan de bû.

Te kengî Mele Mistefa Barzanî dît? 

Îlona sala 1964ê careke din min serdana Kurdistanê kir. Wê demê agirbest hatibû ragihandin û şer sekinî bû. Çûme ser sînorê Îranê û pêşmergeyan ez bi otomobîlê birim Silêmaniyê. Ji wir em derbasî Ranyayê bûn û min li wir Mele Mistefa Barzanî dît.

Wêneyekî Mele Mistefa Barzanî heye pir hatiye belavkirin. Ew wêne te girtiye lê gelek kes vê yek3e nizanin. Çîroka wê wêneyî çawa bû? 

Rojekî Barzanî ez vexwendime cihê xwe li Çiyayên derdora Ranyayê. Serkirdetiya şoreşê li wir bû. Cihekê nehênî bû, lewma her dem li wir li benda êrîşê bûn. Me şîv xwar û paşî dûr û dirêj guftûgo kir. Ew wêne, roja din me li wan çiyayan girt.

Naveroka guftûgoya we ya ligel Barzanî çi bû? 

Gotûbêja me derbarê nêrînên Barzanî yên liser danûstaninên ligel Bexdayê bûn. Wî hêviyên mezin ji Bexdayê nedikir û digot: “Bexda di vê demê de ne amade ye ji kurdan re tiştekî bike.” Li Qeladizê civîneke berfereh sazkir. Min wêneyekî wê civînê jî girt. Di wê civînê de kurdên hemû navçeyên Kurdistana Iraqê komkiribûn. Gelek kes amade bûn. Bi sedan kes bûn. Di heman demê de nûnerên pêşmergeyên li parçeyên din ên Kurdistanê jî hatibûn.

Te kesayeta Barzanî çawa dît? 

Barzanî serokek xwedan karîzma bû. Xwedan kesayetekî bi hêz bû. Pir bi dilê min bû. Gelek rêz ji hemû kesan re digirt. Min têbînî kir, ku pêşmerge gellek rêzê ji wî re digrin. Di heman demê de kesekî zîrek bû. Civîna ku sazkir jî curekî piştgiriya biçûk bû. Ji bo zanîna rewşa Kurdistanê bû.

Nêrîna Barzanî ya derbarê paşeroja Kurdistanê de çi bû?

Wê demê daxwaza otonomiyê ji bo kurdan dikir. Ez ne agahdar im, ku wê demê daxwaza dewleteke serbixwe kiribe. Dibe weke projeyekî paşerojê, hizra vê yekê kiribe.

Dîtina wî ya derbarê çareseriya pirsgirêka kurd li gel Bexdayê çawa bû? 

Barzanî dixwest heta bidestxistina mafê otonomî şer berdewam be. Lewma ne geçbîn bû, ku bi Bexdayê re bigihin rêkeftinekê. Carcaran danûstandin dihatine kirin lê negihiştine ti encamekî.

Curê kameraya te çi bû, ku Barzanî liser axivî? 

Ji min pirs kir, ka hez dikim kamerayekî vîdeo ya min hebe. Min jî got, belê bê guman dixwazim. Keşek şande Bexdayê, ji wir ve kamerayekî 60 milîmî bo min anîn. Min jî ji bo tomarkirina çend dîmenekê bikaranîn. Yek ji wan vîdeoyan gelek deng veda. Di wir de Barzanî ligel çend pêşmergeyan ji cihê stargeha xwe ber bi Ranyayê ve tê.

Li Kurdistanê niha gelek wêneyên te girtine, hatine hilavêstin. Li Îzlandayê agahdar bûyî ku wêneyên te ev hinde belav bûne? 

Nexêr, agahdar nebûm.

Kurdistan ber bi referandûmê ve diçe. Bi nêrîna te niha dem ji bo referandûmê guncayî ye? 

Referandûm biryareke zîrekane ye. Ji ber ku eger kurd bi rêjeyekî zêde bêje “erê” wê demê îradeya gel eşkere dibe. Bi nêrîna min piraniya gelê Kurdistanê dê dengê xwe bidin erê. Ev yek jî argûmana herî baş e li cem cîhana rojava ji bo naskirina serxwebûna Kurdistanê. Lê pirs ev e; dê çi çêbibe? Min ev pirs ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî pirsî. Wî got; dibe piştî vê pêvajoyê, pêvajoyeke dûr û dirêj a danûstaninên ligel Bexdayê birêve biçe.

Welatên derdor ji referandûmê hez nakin. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember vê pirsgirêkê çawa tevbigre, çi bike?

Bê guman ev pirsgirêk e. Ji ber ku kurd li Sûriye, tirkiye û Îranê jî dijîn. Lê pêwîste hûn bi rêya xwe re bimeşin. Bi nêrîna min divê Kurdistan li pey vê yekê be ku bibe komareke serbixwe û xwedan serwerî. Pêşbînî dikim, ku hejmarek welatên rojava dê serxwebûna Kurdistanê nasbikin. Weke mînak Îzlanda yekemîn welat bû, ku welarên nû hatine damezrandin ên weke Estonya û Lîtvanya nas kir. Beriya Îzlandayê, ji ber tirsa Rûsyayê ti dewletan nediwêrî van dewletên nû nasbike. Lê piştî me, Swêd, Fînlandiya û Norveçê ev dewlet naskirin. Li Hewlêrê min nûnerê Estonyayê dît. Wî anî bîra min, ku Îzlanda yekemîn welat bû, Estonya naskir. Herwiha ji min re got; “vê carê emê bikevin pêş we û bibin yekemîn welatê ku serxwebûna Kurdistanê nas bike.”

http://www.rudaw.net/kurmanci/interview/14062017

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir