Erişa li Silêmaniyê: Nasnameya 3 kesan hat eşkerekirin!

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) da zanîn ku qurbaniyên êrişa îro nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya Silêmaniyê bav û du kur in.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman ji Rûdawê re ragihand:

“Qurbaniyên bombebarana li nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya Silêmaniyê, endamên malbatekê ne.”

Kameran Osman li ser bombebaranê got:

“Muzafer Husên Xidir ji gundê Maxomezinanê yê nahiyeya Sengeserê ya navçeya Pişderê ye û bavê her du kurên ku pê re hatine kuştin e.

Karê wî li meydana Hacîawayê kirîn û firotina çekan bûye.”

Kameran Osman her wiha anî ziman:

“Di heman bûyerê de 2 kurên Muzafer ên bi navê Mihemed (18) ku xwendekarê pola 12an û Mubînê 14 salî canê xwe ji dest da.”

Qaymeqamê Dûkanê dabû zanîn ku êriş bi rêya dronê hatiye kirin û li gorî agahiyan 3 kuştî hene.

Birêvebirê nahiyeya Xelekanê Kameran Abdula ji Rûdawê re dabû zanîn ku di otomobîlê de 3 kes hebûn û her sêyan canê xwe ji dest daye. 

Kameran Abdula diyar kir ku laşên wan bi temamî şewitîne û nayên naskirin.

Her wiha êrişê li navbera gundê Mêrgepaşa û Xelekanê rû daye.

Heta niha nehatiye gotin bê dron a kê ye lê divê were îfadekirin ku Tirkiye demê dawiyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelek êrişên bi dronan pêk tîne.

Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ragihand ku 33 salên borî, li Herêma Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiye û Îranê 845 sivîl bûne qurbanî ku ji wan 425 kesan canê xwe ji dest daye.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *