Proseya erebkirina Kerkûkê gihiştiye asteke metirsîdar û bi dehan belgeyên erebkirinê û anîna erebên bajarên din ên Iraqê bo navenda Kerkûk û derdora wê hatine eşkerekirin.
Hewldanên guhertina demografiya bajarê Kerkûkê piştî 16ê Cotmeha 2017ê gihiştiye asteke metirsîdar û bandor li ser paşeroja bajêr kiriye û bûye metirsî li birîna Kerkûkê ji nasnameya xwe ya Kurdistanî. Ev di demekê de ye biryar e proseya serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan di Mijdara bê de were kirin.
Li gorî belgeyan, erebkirina Kerkûkê di 7 salên borî de di serdema desthilata Rakan Cibûrî de, ji erebkirina rejîma berê ya Iraqê zêdetir hatiye kirin, veguheztina nasnameyan, formên xwarinê, piştgiriya xaniyan, tayînkirin û dabeşkirina zeviyan, rê û rêbazên herî berbelav ên erebkirina Kerkûkê ne.
Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Karwan Kemerxan dibêje, ji 16ê Cotmehê ve erebkirina Kerkûkê berdewam e, wek mînak di hefteya yekem a piştî bûyerên 16ê Cotmehê de, malbatên Ereb ji deverên din anîn û li Kerkûkê bicih kirin. Herwiha nasname, formên xwarinê û kartên niştecihbûnê ji wan re hatine dayîn, ku ev jî pir xeternak e.”
Ev pilana erebkirina di demekê de ye, biryar e Iraq di meha Mijdara îsal de serjimêriya giştî pêk bîne, ji ber bandora wê li ser paşeroja kurdên Kerkûkê jî, Kurd vê serjimêriyê red dikin.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî ragihand, di rewşa niha de em encamên serjimêriyê red dikin û nas nakin. Nabe serjimêrî li Kerkûkê bê kirin, ger tê xwestin ku prose li Kerkûkê were kirin, divê li gorî hin pîvanan were kirin. Ji bilî van pîvanan, em ê li Kerkûkê ti serjimêriyê nas nekin û weke serjimêriya 1977 û 1997’an lê binêrin. Me ji Ereb û Tirkmenan re gotiye, yan divê serjimêrî li Kerkûkê neyê kirin yan jî bi mekanîzmaya ku em dixwazin were kirin, eger nebe em wê nas nekin.”
Tedbîrên niştecihkirina Erebên hawerde li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û serjimêrî, li dijî madeya 140 a destûra Iraqê ye.
Li gorî belge û amaran, ji 16ê Cotmehê ve zêdetirî 100 hezar malbatên Ereb ji bajarên din anîne Kerkûkê, bi vê pêngavê jî erebkirina vî bajarî ketiye qonaxeke metirsîdar û di vê rewşê de pêkanîna serjimêrî dê ziyanê bigihîne kurdan.
K24