Ereban cardin êrîş kir: PDKê daxwaza vegerandina zeviyên Kurdan kir

Erebên hawirde yên Kerkûkê careke din êrîşî cotkarên Kurd û ciwanekî Kurd jî di êrîşê de hate birîndarkirin.

Li gundê Nedrawe yê li başûrê Kerkûkê xortekî kurd ê bi navê Dana Ehmed rastî êrîşa ereban hat û piştî bi boriyeke hesinî lê xistin û gule di ser re berdan. Erebên ji derve hatine anîn gelek caran êrîşî gundî û cotkarên Kurd dikin û zexta li wan dikin ku terka erd û malên xwe bidin.

Li ser bûyerên dawî Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd civîneke rojnamevanî li dar xist û got: “Îro li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, komîteyek ji Bexdayê serdana Kerkûkê kir, ji bo lêkolînkirina pirsgirêka cotkarên Kurd li Pelkanê û me daxwaza vegerandina zeviyên gundê Pelkane li xwediyên wan ên resen kir.”

Hesen Mecîd diyar kir, komîteyê guhdariya cotkarên kurd û ereb kir, wan wek frakisyona PDKê hejmarek belgeyên zeviyan dan komîteyê ku xwediyên zeviyan ên resen tê de diyar dibin.

Proseya erebkirinê li ser 40 gundan dimeşînin

Hêjayî bibîrxistinê ye, gundê Pelkanê yek ji 40 gundên ser bi bajarokê Sergeranê ve ye ku hemû rûniştvanên wê Kurd in. Di serdema rejîma berê ya Beas de, rûniştevanên wê hatin derxistin û zeviyên wan ji erebên naverast û başûrê Iraqê re hatin dayîn. Ev rewş heta proseya azadkirina Iraqê di sala 2003’an de berdewam kir.

Li navçeya Sergeranê, cotkarên gundên Gabeleka, Şenaxa, Xerabe û Serbeşaxê jî bi berdewamî ji aliyê erebên hawirde û artêşa Iraqê ve têne astengkirin û nahêlin biçin ser zeviyên xwe. Ji bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ve, her 5 gund hertim di bin proseya erebkirinê û zextên hêzên ewlekariya Iraqê de mane.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *