Erdogan: Me gavên ku dê li bakurrojhilatê Sûriyeyê bên avêtin gotûbêj kirin

Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna bi Ehmed Şer re got, “Me gavên ku dê li bakurrojhilatê Sûriyeyê bên avêtin gotûbêj kirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Enqereya paytexta Tirkiyeyê civiyan.

Di civînê de wezîrên karên derve û hejmarek berpirsên her du welatan jî amade bûn.

Piştî hevdîtinê Recep Tayyîp Erdogan û Ehmed Şer civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kêfxweşiya xwe ya ji serdana Ehmed Şer anî ziman û got:

“Ez di hizûra we de ji wî û şandeya wî re careke din dibêjim, hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê.”

Erdogan rewşa Sûriyeyê ya di serdema desthilata rejîma Beşar Esed de bi bîr xist û got:

“Gelê Sûriyeyê 13 sal û nîvan her cure zilm dît û çekên kîmyayî jî di nav de rûbirûyî hemû cure komkujiyên li dijî mirovahiyê bû.

Mixabin derdora milyonek xwişk û birayên me yên Sûriyeyî di êrişên rejîmê û rêxistinên terorî de şehîd ketin.

Bi milyonan xwişk û birayên me jî warê xwe, xanî û welatê xwe bi cih hiştin.”

Erdogan ragihand ku wî 15ê Kanûna Paşîn jî li gel Wezîrê Derve yê Sûriyeyê civînek pêk aniye û ew dê di pêwendiyên xwe yên bi Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re de berdewam bin.

“Civîna îro di avhewayeke jidil de derbas bû”

Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku polîtîkaya wan a Sûriyeyê ji berê ve li ser bingeha yekrêzî û yekitiya axa wî welatî bûye û got:

“Civîna ku me îro li gel birêz Şer pêk anî jî li ser vê prensîbê di avhewayeke jidil de derbas bû.

Min li gel birayê xwe yê rêzdar gavên hevbeş ên ku ji bo pêkanîna ewlehiyê û avakirina îstiqrara aboriya welat bên avêtin nirxandin.

Me bi memnûnî dît ku hema bêje em di her mijarê de hevnêrîn in.”

PKK û DAIŞ

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku wan Rojavayê Kurdistanê û Bakurrojhilatê Sûriyeyê jî gotûbêj kiriye û anî ziman:

“Me gavên ku li dijî rêxistina dabeşker a terorê û alîgiran wê bên avêtin gotûbêj kirin ku Bakurrojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye.

Min diyar kir ku çi DAIŞ, çi jî PKK em amade ne di rûbirûbûna her cure terorê de pişgiriya Sûriyeyê bikin.”

Erdogan vexwend Sûriyeyê

Piştî Erdogan, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer axivî û da zanîn:

“Ez spasiyên xwe pêşkêşî Birêz Recep Tayyîp Erdogan dikim ji bo vexwendin û mêvanperweriya germ.

Bê guman gelê Sûriyeyê ti carî helwesta saziyên Tirkiyeyê, dewletê û gelê wê ji bîr nake.

Em giringiyê didin yekparçeyiya axa Sûriyeyê.

Pêwendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de dîrokî ne.

Em erdnîgariyeke hevpar parve dikin, çand û avahiya me ya civakî yek e.

Em dixwazin pêwendiyên xwe veguherînin hevkariyeke stratejîk a kûr ku dê ji bo berjewendiya her du welatan be.

Divê em di hemû waran de hevkariyê bikin. Yek ji stratejiyên hevpar dê di warê ewlehiyê de be.

Di civînên xwe de me tehdît nirxandin, bi taybetî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê.

Divê zextên navneteweyî bi ser Îsraîlê de bên sepandin û divê vegere sînorên sala 1967an.”

Ehmed Şer diyar kir ku ew dixwazin bazirganiya di navbera her du welatan de vejînin û wiha pê de çû:

“Em dê bi Tirkiyeyê re bazirganiyê ji nû ve vejînin, bi taybetî di warê avakirina binesaziyê de.

Em dixwazin ku Sûriye ji nû ve were rehabîlîtekirin da ku alîkariya geşbûna aborî ya Sûriyeyê bike.

Ez careke din spasiya Birêz Serokkomar dikim.

Ez Birêz Serokkomar vedixwînim Sûriyeyê. Înşalah ev yek di demeke nêzîk de dê pêk were.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *