ENKSyê piştî vekişîna ji Îtilafê got: Em dê bi nêrîneke nû siyasetê bikin

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) piştî ku ji Îtilafa Sûriyeyê vekişiya, ragihand ku dê bi “nêrîneke nû” karê siyasî bike.

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ji nav Îtilafa Sûriyeyê derket.

Îtilafa Sûriyeyê salekê piştî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê hat avakirin ku li hemberî rejîma Beşar Esed bisekine.

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser vekişîna ji Îtilafa Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

ENKSyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Piştî rûxîn û jinavçûna rejîma dîktator û xwînmij û dawîhatina rola Îtilafa Sûriyeyê û Desteya Dan û standinê, êdî ENKS vekişîna xwe radigihîne.

ENKS tekezî li bipêşxistina karê siyasî bi nêrîneke nû dike ku bi rengekî li gel pêşhatên niha biguncê.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) got:

“Li ser paşeroja Sûriyeyê û misogerkirina mafê gelê me yê Kurd û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di destûrê de, em dê li gel hemû hêzên niştimanî bixebitin.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) her wiha da zanîn:

“ENKS tekezî li pêbendiya xwe ya bi karê hevpar li ser asta Kurdî û niştimanî ya Sûriyeyê dike da ku hêviyên gelê Sûriyeyê yên ji bo azadî, dadperwerî û demokrasiyê pêk bên.”

ENKS 11 salan di nava Îtilafa Sûriyeyê de bû û yek ji cîgirên serok jî ji wan bû.

Hinek hêzên di nava Îtilafa Sûriyeyê de niha beşek in ji desthilata demkî ya Şamê.

Rêveberiya Xweser û ENKS hewl didin şandeyeke yekgirtî ji bo dan û standinên bi Şamê re pêk bînin.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif ji Rûdawê re got:

“Vekişîna me ya ji Îtilafa Sûriyeyê nayê wateya dijayetîkirina desthilata nû ya Sûriyeyê.”

“Nêrîneke Kurdî ya hevpar û yekgirtî”

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif ragihand:

“Rejîm çû, niha pêwîst e em bi hev re Sûriyeyeke nû û dewleteke nû ava bikin ku pêkhate hemû bigihêjin mafê xwe û azad bin.”

Berdevkê ENKSyê amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin “bi nêrîneke Kurdî ya hevpar û yekgirtî” di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de beşdar bin.

Feysel Yûsif red kir ku vekişîna wan a ji Îtilafa Sûriyeyê mercê PYNKyê an bi daxwaza her welatekî biyanî bûbe.

Hevpeymaniya PYNKyê ji wan partiyan pêk tê ku di nava desthilata Rêveberiya Xweser de ne.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif anî ziman:

“Berê jî dema em di nava Îtilafa Sûriyeyê de li dijî rejîmê disekinîn, ne mercê kesî bû.

Tenê dema me dan û standin jî li gel aliyên Kurdî dikirin, me digot ew nêrîna Kurdî ya hevpar a ku sala 2012an ji bo me bingeh e.

Em wekî ENKSyê berdewam li ser wê nêrînê bûn.”

Feysel Yûsif li ser Diyaloga Kurdî-Kurdî ya piştî rûxîna rejîma Beşar Esed got:

“Em hewl didin şandeyekê pêk bînin.

Mijar ne ew e ku ew mercan li ser me ferz bikin an em mercan li ser wan ferz bikin lê em dixwazin tekez bikin ku em nêrîneke siyasî ya hevpar ji bo tevahiya Sûriyeyê û Kurdan bi dest bixin.”

Amerîka û Fransa piştî rûxîna rejîm Beşar Esed, wekî navbeynkar hewl didin helwesta Kurdan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bikin yek.

Feysel Yûsif destnîşan kir ku “biryara me di berjewendiya gelê me, ENKSyê û welatê Sûriyeyê de ye.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *