Encûmena Wezîran biryara destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê da

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê biryara destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê da.

Jêderekî ji Encûmena Wezîran îro 5ê Sibatê ji K24 re ragihand, Encûmena Wezîran bi yekdengî biryar da ku proseya hinardekirina petrolê careke din dest pê bike.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 05.02.2025) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya û danûstandinan li ser hejmareke teweran dike.

Di civîna îro ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de, danûstandin li ser hejmareke teweran tê kirin, wekî mûçeyên fermanberan, radestkirina dahata navxwe û pejirandina sererastkirina qanûna budceya giştî ya Îraqê.

Ev biryara Encûmena Wezîran piştî wê tê, parlamentoya Iraqê roja 2ê Sibatê deng li ser sererastkirina yasaya bûdceya federal û madeya 12 a hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê deng dabû.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *