Îro salvegera serhildanê ye ku berîya 97 salan di 13/02/1925 de dest pê kiribû. Ew bi daxwazên xwe tevgerek neteweyî, rewa û serhildanek meşrû bû. Bi vê serhildanê dewleta dagîrker êdî têgihîşt ku Kurd bi hêsanî nabin Tirk û Komara Dewleta Tirk meşrû nabînin.
Serhildan ji alîya rêxistina Azadî, bi serokatîya Xalid Begê Cibrî ve hatibû organîzekirin. Serhildana Şêx Seîd, ango ya 1925an, bi kapasîteya xwe, bi daxwaz û çalakîyên xwe, dewleta Tirk gelekî tirsand. Mixabin, serhildan berîya xwe amade bike, bi provakasyonek dewletê ve bêwext dest pê kir. Serokên rêxistina Azadî, Xalit Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg, berîya serhildanê ji alîyê dewleta dagîrker ve hatibûn destserkirin.
Serhildan bi serokatîya Şêx Seîd Efendî domand; lê dewletê dijî serhildanê bi metodên hovane tevgerîya û serhildan piştî demekê hate rûxandin. Bi rûxandina serhildanê ve Şêx Seîd bi 46 hevalên xwe, bi biryara Mehkemeya Îstîqlalê ya Şerqê li Dîyarbekirê, di 29ê hezîrana 1925ê de hatin darvekirin û beşdarî karwanên pakrewanên Kurdistanê bûn.
Ji wê rojê hetanî îro, dewleta Tirk, goristanên Şêx Seîd û hevalên wî veşartî hiştîne û naxwaze cîyê goristanan eşkere bike. Dewlet ji goristanên Kurdan jî ditirse. Xof û tirsa qehremananên Kurd dê herdem di dilê dagîrkeran de bidomîne.
Avakirina dewleta Tirk, di jîyana mirovahîyê de bûye sedemên bobelatên nedîtî. Qurbanîyên vê dewletê, bi dehan milet in. Miletên Balkanî, miletên Kafkasî, Ermenî, Azerî, Kurd, Asûrî/Suryanî, Keldanî, Rûm û Pontusî û bi dehan pêkhateyên dînî û ayinî nin. Dewleta Tirk, li ser xaka Kurd, Ermen, Pontus û Rûman ava bûye, dewletek dagîrker û ne meşrû ye.
Ji van pêkhateyan gişan bêtir Kurdan vê dewleta ne meşrû, dagîrker û bê dad qebûl nekir û dijî kiryarên vê dewletê serî hildan. Dewletê jî, ji hemû pêkhateyan bêtir bi hemû metodên serdemî, klasîkî û modern, bi projeyên stratejîya dewletê ve xwestîye Kurdan tune bike. Yek ji wan metodan jî darvekirina rêvebirên serhildana 1925 ye.
Mahkemeyên Îstîqlalê yên Şerqê, di dîroka dewleta Tirk de rûreşîya herî mezin û bêdadwerîyek eşkere ye. Mehkemeyên Îstîqlalê yên Şerqê, ku di navbera 1925-1927an de, li Kurdistanê hatibûn avakirin û aktîf bûn, mahkemeyên celad û şebekeyên cînayetan e. Ev mehkemeyan tenê bi nav mehkeme ne. Ji hakimên wê, yek bi tenê jî ne huqûqnas e. Tevaya hakiman, dewşîrmeyên Mustefa Kemal û celadên sîyasî ne.
Ev mehkemeyên navborî, piştî Mustefa Kemal, selahîyetên meclîsa Tirk dewir girt û wek serokkomarê dewletê Mahkemeyên Îstîqlalê yên Şerqê ava kir. Ataturk, Mehkemeyên Îstîqlalê yên Şerqê, bi selahîyetên mezin ava kir. Li gor selahîyetên wan yên nenivîsandî, kî bixwestana darvedikirin, koçber dikirin yan jî desteser dikirin, azad bûn. Tenê lîsteya qurbanîyên xwe, radestî Ataturk dikirin.
Ji van mehkemeyan hesab xwestin tunebû. Di Mehkemeyên Îstîqlalê yên Şerqê de, temyîz, îtiraz û girtina biryaran bi nivîskî nebûn. Gelek dosyayên mehkemeyan wendakirî ne. Bi kurtî, mehkemeyên weha, ji bilî Kurdistanê li tevaya dinyayê, li tu derê pêk nehatine. Li hîç kolonîyek dinyayê mehkemeyên weha yên şebekeyên cînayetan nehatine avakirin. Ev mehkemeyên celadên Ataturk, bi berdewamî li Kurdistanê karê xwe dikin. Pêvajoya Mehkemeyên Îstîqlalê yên Şerqê, bi yasayên kolonîyal û tunekirina Kurdan ve îro jî didome.
Di sedsala 20an de, bi rûxandina Împaratorîya Osmanî ve, avakirina Komara Dewleta Tirkîyê rûreşîyek mezin di rûçikê cîhanê de ye. Dewletê ji salên 1920an ve tunekirina Kurdan û pêkhateyên din yên etnîkî û ayinî kirîye stratejîya dewletê.
Di nava salan de, plan û projeyên tunekirinê, bi nav û nîşanên cuda hatine amade kirin û bi awayên cuda jî bi cîh bûne. Komkujî, koçberî, zîndan ûhw hemû kiryarên dewletê yên tunekirinê ne. Dewlet, tenê bi van metodan dikare jîyana xwe ya nemeşrû bidomîne.
Em Tevgera Dekoratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger), pakrewanên serhildana 1925an bi rûmet bibîr tînin. Ew dê di tekoşîna me ya ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk de bibin rêber.
Tevgera Demokratîk a Kurdistanê
TDK-Tevger
13.02.2022