Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER
Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER
Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER
Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER
Terorîstên DAIŞê şeva derbasbûyî li devera Tepî Telanê ya  bajarokê Kulecoyê yê bi ser Silêmaniyê ve, ji du aliyan ve êrişî Hêzên Pêşmergêyên Başûrê Kurdistanê kirin û di encamê de 5 Pêşmergeyên qehreman hatin şehîd kirn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Em wek TDK- TEVGER  bi şehadeta peşmergeyên qehreman gelekî xemgîn in. Di serî de sersaxîyê ji bo malbatên şehîdan û xelkê Kurdistanê re dixwazin; xem û êşa malbatên şehîdan par ve dikin.
Vê bûyerê careka din eşkere kir ku xeter û metirsiya hêzên terorîst yên weke DAIŞê, hem li herêmê û hem jî li Kurdistanê berdewam dike. Lê divê em ji bîr nekin ku pirsgirêk û nakokîyên nava tevgera Kurdistanê û bi taybetî  alozîyên van rojên dawî li Başûrê Kurdistanê rûdan jî kês û firsendên weha ji bo dijminên doza Kurdistanê derdixîne holê. Bi awakî giştî bêdengîya Başûrê Kurdistanê û bi taybetî bêdengîya xelkên Silêmanîyê ya li hemberî helwesta grûpa tarî û tunrew ya li hemberî bêrêziya Alaya Kurdistanê, me dixîne nav gûman û metirsîyê. Divê em diyar bikin ku em helwestên weha, weke xeterek neteweyî dibînin. Eger neteweyek nikaribe nirxên xwe yên millî û sembola xwe ya neteweyî, biparêze; eger  nikaribe yekitî û hevahengîya nav xwe ya neteweyî ava bike; dê nikaribe pêşerojek  serbixwe û azad jî misoger bike. Bê gûman dijminên dagirker û hevalbendên wan jî wê bikaribe bêtir bi hêsanî ji rewş û bûyerên weha îstifade bikin.
Teva hemû pirs, pirsgirêk û kêmasîyên hene jî destketinên Başûrê Kurdistanê, destkestinên her çar perçeyên Kurdistanê û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ye. Wezîfeya hemû rêxistin, dezgeh, rewşenbîr û welatparêzên kurdan in ku bi hest û helwestek neteweyî piştgirîya van destketinan bikin û wan biparêzin. Lê divê desthilatiya Başûrê Kurdistanê jî rojek berî rojekê pirs û pirsgirên hene, bi yek hest û berpirsîyarîyê çareser bike. Divê di demek herî nêzîk de, pirsgirêka yekhêzkirina pêşmergeyan bê çareser kirin û hemû îmkan û derfet ji pêşmergeyan re bêne terxan kirin ku ew jî bikaribin bêtir axa pîroz ya Kurdistanê biparêzin. Herweha, divê em carek din dubare bikin ku yekitî, hevahengî  û geşkirina îradeya neteweyî yek ji çekên herî girîng yê bidestxistin û parastina mafên neteweyî yê gelên Kurdistanê ye. Divê desthilata Başûrê Kurdistanê, partî, ezgehên civakî, siyasetmedar û rewşên Kurdistanê, rojek berî rojekê vê vezîfeya xwe ya dîrokî pêk bînin.
Bi vê munasebetê, em gazî Netewyên Yekbûyî, Hêzên Hevpeyman, dezgehên mirovperver û aştîxwaz yên dunyayê dikin ku li hemberî erîşên hêzên terorîst û dagirkerên Kurdistanê, xelkên me yên Kurdistanê û hêzên peşmerge bi tenê nehêlin; piştgirîya doza rewa ya rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê û desketinên Başûrê Kurdistanê bikin.
Em weke TDK- TEVGER  careka din sersaxîyê ji malbatên her pênç şehîdan Kurdistanê re dixwazin; sebr û aramîyê ji bo malbat, heval û hogirên wan dixwazin. Herweha, em hêvîdarin ku pêşmêrgeyên birîndar jî rojek berî rojekê bighêjin siheta xwe.
Bijî parezgerên axa pîroz ya Kurdistanê, pêşmergeyên qehreman!
Mirin û rûreşî ji bo dijmin û hevkarên dagirkerên Kurdistanê re!
Bijî Kurd û Kurdîstan!
TDK- TEVGER